
- Têgiha şoreşê bi xwe tundraw e. Li beramberî a heyî serhildan e, reddiye ye. Ji nû ve avakirin û xwedî lê derketin e. Bi vî awayî huner û wêje pişta xwe dispêre bîrdozî û polîtîkayê. Poetîkaya me bi vî awayî xwebûnî ye. “Berxwedan jiyan e” poetikaya mirovan a hevpar e.
ZERYA DELÎL
Nivîskarên di zindanên Tirkiyê de bi berhemdarî û afirîneriya xwe pêşengiya çand, huner û wêjeya berxwedêr dikin. Yek ji wan nivîskaran jî Medya Yaklav e. Yaklav, ji girtîgeha Sîncanê bersiv da pirsen me yên derbarê huner û wêjeya berxwedêr. Yaklav dibêje: “Şoreşa Kurd mirinê jî dikuje; Weke Bavê Teyar jî gotî ‘Em ji mirinê mezintir in.’ Poetîkaya huner û wêjeya me ev e.”
Hûn, têgeha “Wêjeya Zindanê” red dikin. Gelo hûn vê redbûnê çawa bi lêv dikin? Binavkirinek we yî cuda heye li beramberî vê yekê?
Bi Tirkî gotinek heye, dema kesek ji hûr û gir bêwate diaxive, dibêjin “edebiyat yapma.” Hin pênase jî wisa ne. Kê/kî bi çi armancê wêjeya zindanê encama serboriyan pêkan e. Bi hezaran serborî carna nabin xwedî nav jî ango navlêkirin ne ewqas hêsan e. Ez, yan dîlgirtiyek din huner û wêjeya xwe wisa pênase nakin. Ji ber ku em dîlin jî tu kes nikare nêzî vê yekê bibe.
Mijar ji bo me dema huner û wêje be, divê pênaseyên me jî li gorî wê bin. Kirû û kirdeyan bê cih û zeman çawa giyanwar nebe jiyanek jî bêyî herduyan nabe. Zeman di war de nayê hepskirin, jiyan jî wisa. Ji ber vê yekê jî pênasyên li ser cih, war û deman di herikbariya jiyanê de ne derbasdarin. “Wêjeya Zindanê” pênaseyek bi zorî ye, bila ne pirole be, lê dîwarê zindanê bilindttir dike. Jiyanê jî û wêjeyê jî heps dike. A din, pênaseyên wisa piçûk li wêjeyê bixwe jî nayê: wêjeya vir û wir wateya wê xurt nake, têkilî û naveroka wê yî jiyanî lewaz dike.
Hem ji bo xwediyê vê pênaseyê hem ji bo me çarçoveya zindan û wêjeyê divê wiha be; Li pêşberî me rastiya du zindana heye: ya me û ya beramberî me. Ji bo yên ku me di vir de heps dikin zindan, weke heremek mehrûmiyetê a ku em tê de tên mîzaxkirin û hewceye em ji wan re nûrîn bikin. Xweza jî xwediyê cih û pergalek ekoyî ye. Wê deme em dikarin zindanê bînîn rewşa qadeke jiyana zindî. Cih bi Erebî “Belet” e. Li Sumeran zindan malzarok e. (Rehîm qada ku zebûn tê de digihîje asta jiyanê ye.) Malzarok navê xwedawend Belet e ango Lîlîth e. Lîlîth jî berxwedêra mirovahiyê a yekem e. Cih-Belet-Malzarok, di rastiya zindanê de rewşa zebûnê ye. Rastiya yên beramberî me çiqas derbasdar be, a me jî ewqasî malzarok e. Mêr zindanek e. Jin jî din ava mêr de hatiye heps kirin. Ger em rûyê erde bi tevahî weke zindanek bigirin dest, wê deme weke mêr em nikarin bimînin û li ber xwe bidin. Mêr bi xwe zindan e, helbûn e. An jî mêr, jina ku hatiye helbûne kirin e. Îxanet li xwe kiriye. Îtrafkar e, hatiye qontra kirin. Ji ber vê yekê jî berxwedan jinbûn e.
Hûn “Wêjeya Şoreşê-Wêjeya Berxwedanê” bi cih sînordar nakin. Weke ku ji mînaka we dayî ev yek dixuye. Wê gavê pîvanê wêjeya Şoreşê-Wêjeya Berxwedanê çi ne?
Dema şoreş gerdûnî û berxwedan jî jiyanî be ne sînora dinase û ne jî pîvan besî wê dikin. Her şoreş wêjeya xwe jî diafirîne. Şoreşa me jî wisa. Weke mawe em berbanga huner û wêjeya xwe dijîn, lê mêjûyî 15 hezar sal kevnar e. Huner/wêjeya me jinan e, zimanê wê jiyanî ye. Li ser şopa jiyana civakî her û her xwe vehûnandiye. Çerxa gerdûnê, tevna jiyanê pîleya huner/wêjeya jiyana xwezayî ye. Bi vî awayî car caran huner/wêje mijara felsefeye ye jî. Kesekî hişmendî û ehlaqê azadiyê pê re tüne be bê guman nikare huner/wêjeyê bi cih bîne. Bê çand, bê ziman, bê armanc, ji xwe biyanî, dageriyana jiyanên din… gelo pêkan e ev kes bi estetîk tevbigere. Etîk û estetîk hevdeyên tevna jiyanê ne. Hevdeyên bivênevê ne. Sinc hişmendî, estetîk form e. Herdu bê hev jî nabin, dijberê hev jî.
Me got huner û wêjeya me mêjûyê xwe dispêre 15 hezar salan; çanda Îştar her û her malzaroka jiyana me û huner/wêjeya me jî bûye. Parestgeha Xerabreşkê bi forma xwe weke malzaroka jinê hatiye avakirin. Zanîngeha cîhanê a yekem weke jinek li ber welidandinê hatiye bilindkirin. Avahiyên Mîtaniyan yên glover dîsa ji vê çandê sûd digrin. Çi berhemên nivîskî çi devkî, em bala xwe bidinê tev ji çîroka jinê, jinê ji me re dibêjin. Muzîk neweya vê jiyanê ye. Em Zerdeşt û Homeros berawird bikin; Yek jê zimanê şer û mirinê ye, ê din jiyan û aşîtîyê. Kî dikare vî zimanê wan ji hişmendî û rasteqîniya jiyana wan cuda bigire dest. Em bala xwe bidin helbestek dema berbanga şaristaniyê: Ez xwedawend Îştar im / A jê re dibêjin jiyan / Hûn çiqas ji min re bibêjin mirin jî / Ez im a xwedî zagon / Hûn çiqas derzagonî binav bikin jî / A ku hûn lê diğerin û dibinin ez im. / We çarmedor ez virvirandim û / îro parçeyên min temam dikin.
Naveroka helbestê, zimanê wê, pîvanê huner û wêjeya me jî ayan dike: zimanê aşîtiyane.
We got ku her şoreş wêjeya xwe jî diafirîne. Şoreşên Fransî û Rûsî mînakên vê yekê ne. Huner û wêjeya Rusî an Fransî çanda berxwedêriyê xelatî mirovahiyê kirin. Ev xelat di asta wêrarî de ye. Şoreş bi huner û wêjeya xwe di çi astê de dibe aîdê tevahî mirovahiyê? Hûn rewşa huner û wêjeya me di çi astê de dibinin?
Têgiha şoreşê bi xwe tundraw e. Li beramberî a heyî serhildan e, reddiye ye. Ji nû ve avakirin û xwedî lê derketin e. Bi vî awayî huner û wêje pişta xwe dispêre bîrdozî û polîtîkayê. Hişmendî, teşe-form, gotin li pey wê tê. Çawa ku serwer serkeftina xwe bi têkbirina çanda 15 hezar salî û hilberînê ve tacîdar dike, divê 24 saetên hunermendeke bi hunerî beramberî vê hişmendiyê were sazkirin. Edduba, ango bin av û wateya xwe ya îro wêje, wekî dozînî jiyan û utopyayên pêşerojê bi hunerî anîne ziman û bi hizirînî, rabihîstînî qanî kirine.
Her hunermend û wêjekar bi qasî dihizire, radibîze xwedî huner e. Victor Hugo bi romana xwe ya bi navê “Xizanan” gelek tiştan ji me re rave dike. Nêzî sed rûpelî dema qala sereban welatê xwe dike welatparêziya xwe eşkere dike. Zanîna sereban dîrok e, bi hunerî hûnandina wê civakîbûna wî piştrast dike. Tolstoy û Dostoyevskî êşa serdema modernîteyê di giyan û derûniya mirovan de derbas kirine û bengî kirine bingeha jiyanê. Di şoreşa Fransî de berxwedan bengini ye, îro jî bi romantizekirin destkirina wê ne belasebeb e… Şoreşa Rusî di ramyarî û hişmendiya miroovahiyê de xwedî payek girîngbûha ye. Berxwedan rasteqînî, hêvîdar û sembolî ye. Berhemên herdu şoreşan bi qasî şoreşê, cî bi cî ji şoreşê bêtir bandor kirine.
Ne tenê şoreş di pêşveçûna mirovahiyê de buyerên diqewimin jî bandorê dikin. Mohra xwe li dîrokê dixin. Hema hema me her yekî gotina Adorno “Piştî Auschwîtzê helbest nivîsandin hovîtî ye” bihîstiye, lê gotinek ku cewherê wê hevokê ye kêm e. “Nivîsandina helbestê ya bi Elmanî hovîtî ye.” Bi her zimanî êşa Auschwîtzê dikare bê ziman lê bi Elmanî na. Kûrahiya vê gotinê ye ê ku Adorno dike Adorno. Her tabloyek Goya jî belasebep wek roman nayê destgirtin.
Gelek cudabûnên şoreşa me hene, qada wêje û hunerê ji xwe bêhesab e. Romanî Kurd li ber nivîsandinê ye, lê heta evînek azad neye jiyîn ev ne pêkan e. Do li eniya şer, bendava Tişrînê Egît Roj berî ku biçe serdilovaniya xwe xewn û xeyalên xwe ji me re mîrate hîşte, gerdûna berxwedanê hêma kire “Romana lehengiyê nehatiye nivîsîn.” Ji aliyek xwe ve ev gotin ferman e, ji bo ku ev ferman bê cih di oxira wî wan canê xwe dane, lê nivîsariya romanê li naverastê weke barekî axir ziman li hêviya me ye.
Şoreşa Kurd zede zede xwedî kelûmel e, lê sazkirina sazkirina wan di asta tê xwestin de nîn e, kêm e. Berhemên heyî helbet nirx in, lê divê tev ji rexneyê bêne derbaskirin. Rexne, beşek herî girîng a huner û wêjeyê ye. Bê ku em nav bidin em bala xwe bidin hinek berheman. Romanek dîrokî, jiyana Selahedîn Eyyubî girtiye dest. Pevbestîn ji zimanê mamoste Selahedîn tê hûnandin. Serê du rûpela carekî xeyalê lehengê me pevşabûna bi hevjîna xwe re ye. Zewaca Selahedîn bi keçek biçûk re, dilbijandina wî bi tena sere xwe biçûkbeziyê tîne bîra mirov. Kesayetek weke Selahedîn bûye aîdê mirovahiyê, dijmin jê re rêz digire. Bi romanekî mirov ewqas dikare biçûk bikeve.
Romanek din, berî ku dest romana xwe yî êrîşa nirxê şoreşê bike bi pevbestînek sosret derdikeve pêşberî me. Qaşo berî ku lehenga xwe yî îtrafkar binivîse, li Enqerê di otelekê de hevdîtinek çêdikin. Di vê hevdîtinê de dem ali îtrafkar dinêre, yekî di hişê xwe de derbas dike: “Gelo kê ji wan levan ramûsiya ye?” Roman bi şêrînkirina îxanetê dewam dike. Cûdahiya şoreşa Kurd yek jê jî tevgera jinê ye. Ev nivîskar di şexsê jinê de êrîşî şoreşê dike, îxaneta li jiyanê meşrû dike. Di gelek berheman de evîn, hezkirin jixwe ne hêjayî gotinê ye. Zayendparêzî şalûs û mezeloqî dile mirov radike. Hevalek hebû, digot “ger rojekî yek bi gotinê qaşo ser navê xweşkirinê Şalûs ber b imin de bê, ez jê hez bikim jî ez dê terka wî bikim.” Xweşkirinên me ger ajoya derbas neke nagihîje menzîla xwe, bêguman nabe huner an wêje jî.
Mînakên bi vî rengî pir in, lê hevpar tiştekî ji me re dibêjin. Mêr, k udi jiyana xwe yî rojane, asayî de rast nêzî jinê nebe dê her heyberîtî mijar û naveroka berhemê wî be. Weke hevalekî dibêje, ajo dê wan bajo. Xewn û xeyalên nîvcomayî, tepisandî di berheman de weke kuvarkê bê wext li wir bel dibin. Rabihîstin dema diparzûnê hişmendiyê de derbas nebe her û her ji tora ajoya xwe xelas nake. Rewşa jina her çi qas hindik be jî sîwana kirdewariyê li ser nivîsariya wan kon vegirtiye. Erê-nayê jinê çawa ku di jiyanê de her jin e, di huner û wêjeyê de jî wisaye. Mijara ajoyan de bêtir nêzî hestane, hest car caran bi ser hişmendiyê jî dikeve. Di mijara hebûnê de mirov dikare bibêje ji Nîdoba [Nîsaba: Xwedawenda nivîsariyê a Sumerî] vir de jinê bene pivana nirxê ji dest bernedaye, bixwaze jî nikare berde. Dema jê hatiye dizîn jî ji bo wê şerkiriye, paş de girtiye. Di navbera ajo-hest û hiş de têkiliyek asayî yekgirtî ji bo jinê xwebûnî ye, wisa jî diniqute huner û wêjeya wê. Şoreşa Kurd mizgînî û hêviya jiyanek nû ye. Bi qasî em Kurd jê sûd digirin, gel û civakên din jî jê sûd digirin. Wisa dixuye Ronesansa Kurd jî hinekî bi destê dostê Kurdan pêşbikeve. Lê em weke Kurd, teqez bi zemanê xwe dikarin huner û wêjeya xwe ava bikin. Ev rêgezek jiyanî û xwezayî ye. Her gîha li ser koka xwe, her çand bi zimanê xwe dijî. Berhemên klasik û bi nirxên xwe tevahî bi zimanê xwe hatine nivîsandin. Di derûniyê de ji bo biyanîbûnê felçbûna giyan tê gotin. Kesên giyana wan hatiye felçkirin bêguman, nikarin berhemdar bin. Berhemdarî berî her tiştî giyan e. Di mijara ziman de halê me ne tu hal e: Siyasetmedar, bi zimanê kujeran, hewldide xwe bigihîne hawara qêrîna jêrzemînên Cizîrê û hwd.
Di navbera ekol û dozînê din û huner/wêjeya me de cudabûn û nêzikahiyê heyi hûn dikarin ji me re vekin? Huner û wêjeya me bi poetika xwe bêtir nêzî kîjan ekol an dozînê ye?
Pirsgirêka huner û wêjeyê a esasî çeşn û dozinî ya paradîgmayî ye. Bandora pozîtîvîzmê di vê qadê de jî xwe berdaye her saniye huner û wêjeyê. Ji bo dîroka huner û wêjeyê weke pênase, bi darazên mîsoger tevgerandin ne xwedî dîrokek kevn e; rastî serdema modernîteyê tê. Piştî ku mirov bi nexweşiya parçekirinê bikeve jê xelasbûn ne ewqas hêsan e. Tevahî dozîn, rêbaz, bizav weke cih, war Ewropa ye, zeman jî sedasala 18.: Serdema ronakbariyê. Biwêjek Kurdî heye, dibêje ku çêçik ji qalikê xwe derdikeve qalikê xwe naecibîne. Weke me gavek berê jî gotî, her kirinên şaristaniyê li ser mendelê bilind dibe. Mendel, dijberiyê, dijberî jî ji nû ve avakirinê û diyalektîkek bê feraset, bê pêşeroj, emirqut dibe çarenûsa dozîn û bizavan. Em bala xwe bidin sosyolojiyê û felsefeye, ew jî wisa ye. Pirnavî ji dewlemendiyê zêdetir tevliheviyê çêdikin. Tevlihevî ji bo mirov rastiyan veşêre bivênevê ye. Ti dozîn û bizav ji xefka modernîteya şaristaniyê derneketiye.
Huner/wêjeyê ji hev veqetandin, bi veqetandina civakê re hemwateyî ye. Dozinî û bizavî ravekirina huner û wêjeyê taybet ev yek kiriye. Em bala xwe didine her yek beramberî ê din derketiye. Lê malzaroka xwe mendel kiriye. Klasisizm, Romantizm, Rastbînî, Rastbîniya Rexneyî, dîsa Rastbîniya Civakî di zikê hev de bi dijberî mendelî li pey hev derketine. Tora kirdewarî, heyberî derbas nekirine. Rastîparêzî, Heyînparêzî û Kubîzm û hwd bizav û dozînêdin ji xwe li cihê ku vejiyane jiyanwar nebûne, dê çawa li deverê din cih bigirin, bandor bikin. Ne pêkan e.
Di navbera huner/wêjeya me û dozîn, bizavên din de cudahî bîrketin e. Em hîn bi zimanê xwe nikarin binivîsin. Li Dadaîstek û mijûliyên wê bînin beramberî hev, ti gotinên ku em bibêjin ji me re namîne. Encax, her dozîn û bizav li gorî destgirtina me yî dîrokî, diyalektîk konaxên çîroka mirovatiyê ne. Tevahî dozîn, bizav, rêbaz bi hev re û ji nû ve bi nêrînek paradigmayî; demokratik, ekolojik, hevpar, bêzayendîparêz pêwist e. Poetîkaya me bi vî awayî xwebûnî ye. “Berxwedan jiyan e” poetikaya mirovan a hevpar e. Kîjan dozîn, bizav, rêbaz bê vê yekê dikare tevbigere? Tiştek wisa pêkan e gelo? Şoreşa Kurd mirinê jî dikuje; Weke Bavê Teyar jî gotî “Em ji mirinê mezintir in.” Poetîkaya huner û wêjeya me ev e.
Li zindan û derve halêhazir huner û wêjeyek berdest heye. Curbe cur berhem jî. Li gorî we kêmasiyên van berheman çi ne?
Gelemperî nirxandinek dê rast nebe, lê li gorî ku min şopandiye dikarim binirxînim an jî nirxandinên hevpar rave bikim. Roman, çîrok, helbest weke cure berhemên derdikevin pêş. Ji bo parçeyên din ê Kurdistanê zimanê Erebî û Farsî di çi astê de ne, nizanim; Lê Bakur, bi berhemên Tirkî nikare xizmeta çanda xwe bike. Çand, biz iman destpêdike ango bi zimanê dayikê. Bi zimanê serdestê xwe em nikarin huner û wêjeya berxwedanê pêşbixin. Bi qasî ku min xwendiye di tevahî berhemên gerdûnî ê li ser huner û wêjeyê, zimanê zikmakî weke rêgeza yekem dinirxînin. Ger zimanê zikmakî tune be jixwe berhem nagihîje asta gerdûnî. Kêmaniya mezin, ziman bi xwe ye. Jinek Elmanî ji bo ku bazirganiyê li Kurdistanê bike du-sê mehan de Kurdî hîn dibe, lê em bi salan e xwe bi vir û wir de didin. Tiştek sosrete lê hêjayê gotinê ye: “ji ber ku Kurdî teng dimîne nanivîsim”, “ji ber ku nayê xwendin” (kêm be jî dibe ku ev rexne di cî de be, lê ne bone ye), “ji ber ku divê em xwe bigihînin rayagiştî a Tirkî, hewce ye” û hwd. Bi ya min pirsgirêka me ya zimanê Tirkî ne tenê ji ber asîmilasyonê ye, sîtava pozîtîvîzmê jî heye.
Pevbestin, rêziman, vegotin, buyer, ritim tev jî di berheman de hene. Carna di berhemek bixwe de jî ev mijar bijartekar dimînin, hev temam nakin. Weke metafor berhemên me dişibînim awêneyê de wesleyekî dibinin lê sifêtek temam nabînin. Me got em berbanga huner û wêjeya xwe dijîn de kemasiya huner û wêjeya ji bo me peywirek xwebûnî ye. Em weke jin timî qala renge xwe dikin. Ew reng bê enerjî nabe. Divê em enerjiya xwe bi evînî û weke peywirek civakî û dîrokî bi kêr û kes bikin. Ji bo meran jî ev yek derbasdar e. Şaristanî û hêmanê wê jiyan kiriye zindan. Di vê zindanê de îzafî jin-jindê girtîbe jî a azad jiyanwar ti carî di rastiyê de mêr nebû ye. Berhema Mem û Zîn peywir û spartekek netewî ye, ewqas jî mijara huner û wêjeyê ye. Kî ji me, çi jin çi mêr, dikare bi ser huner û wêjeya Ehmedê Xanî bikeve? Heta ku destana Mem û Zîn neyê jiyîn bêguman dê berhemek wisa jî li kevneşopiya kaniya Kurdî zede nebe.













