Nîqaşên Berlinale dewam dikin

Nûçeyên Çand/Huner

În 27 Sibat 2026 - 02:30

Wezîrê Dewleta Elmanyayê yê Çandê Wolfram Weimer, piştî nîqaşên li Festîvala Fîlman A Berlînê (Berlinale) xwest ku rêvebira festîvalê Tricia Tuttle ji karê xwe were dûr xistin. Ev daxwaz piştî nîqaşên antîsemîtîzmê yên li festîvalê pêk hat.

Weimer, ku Wezîrê Federal ê Çand û Medyayê ye, rêveberiya saziya dewletê ya ji KBB (Kulturveranstaltungen des Bundes in Berlin) civîneke awarte xwest. Li gorî rojnameya Bild, di rojeva civînê de mijara dûrxistina Tricia Tuttle ya ji peywira wê jî heye. Çavkaniyên nêzî hikûmetê dibêjin ku di vê civîna taybet a desteya çavdêriyê de, pêşeroja festîvalê û guhertinên muhtemel ên rêveberiyê dê bên gotûbêjkirin.

Li gorî raporên Bild, Weimer û Tuttle li ser wê yekê leman tiştî difikirin ku ji ber aloziyên siyasî yên mezin ên di festîvala îsal de, Tuttle êdî nikare li serê Berlinale bimîne. Axaftinên di merasîma xelatdayînê de û zexta raya giştî tesîreke mezin li vê biryarê kiriye. Komên çepgir û çalakvanên Filîstînî gelek caran sehneya festîvalê ji bo peyamên antîsemîtîk ên eşkere û propagandayê bikar anîne. Ji ber vê yekê, tê gotin ku destpêkek nû ji bo festîvalê pêwîst e.

Wezîrê Jîngehê merasîmê terk kir

Di roja vekirina festîvalê de, seroka jûriyê Wim Wenders di derbarê şerê li Xezeyê de gotibû: “Em divê ji siyasetê dûr bimînin, ji ber ku dema em fîlmên siyasî çêdikin, em dikevin qada siyasî.” Ev gotin li ser medyaya civakî hate rexnekirin û bû sedema nameyeke vekirî ya girîng ku Berlinale’yê bi bêdengiya li ser Xezeyê’yê tawanbar dike.

Di şeva girtinê ya roja Şemiyê de nîqaş zêdetir germ bûn. Hin xelatgir di axaftinên xwe de piştgiriya xwe ya ji bo Filîstîn, Rojava û Xezeyê ragihandin. Wezîrê Jîngehê yê Elman Carsten Schneider, piştî ku derhênerê Filîstînî Abdallah Al-Khatib bi fîlma xwe “Rojnivîskên Ji Dorpêçkirinê” di beşa Perspektîfê de xelata sereke wergirt û hikûmeta Elman bi hevparbûna di jenosîda li Xezey’yê de tawanbar kir, merasîmê terk kir.

‘Gotinên li festîvalê li gor qanûnên Elmanyayê ne’

Festîvalê ji bo malpera Deadline (DYA) ev daxuyanî da: “Li gorî têgihiştina me, hemû tiştên roja Şemiyê hatine gotin di çarçoveya qanûnên azadiya ramanê ya Elman de ne.” Berî civînê, Wezîr Weimer wiha got: “Berlinale divê ne cihê gotinên nefretê, gefan an antîsemîtîzmê be. Li vir cihê nefretê li dijî Îsraîlê tune ye. Bi taybetî jî di festîvaleke ku bi pereyê bacgirên Elman tê fînanse kirin de.”

Hîn ne diyar e ku piştî Tricia Tuttle kî dê bibe derhênerê nû yê Berlinale’yê. Festîvala ku ji sala 1951’an vir ve tê lidarxistin, ligel Cannes û Venedîkê yek ji festîvalên fîlman ên herî girîng ên cîhanê ye.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.