
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10emîn ku ji aliyê Odeya Bazirganiyê û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê ve li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja 5emîn de berdewam dike. Di van rojan de hezaran kesan serdana pêşangehê kirin û pirtûk stendin.
Di pêşangehê de ku eleqeyeke zêde ji bo weşanxane û pirtûkên Kurdî heye, nivîskar û xwîner di çalakiyên curbicur de tên cem hev. Yek ji van weşanxaneyên Kurdî jî Weşanxaneya Morî ye. Weşanxaneya Moriyê bi tenê ji bo zarokan pirtûkên perwerdeyê amade dike. Armanca wê ew e ku, dixwaze bi rêya pirtûkan, bila xewn û xeyalên zarokan pêş bikevin û ev materyal di perwerdeya Kurdî de bên bikaranîn.
Weşanxaneya Moriyê armanca xwe wiha vedibêje: “Bi hişyariya ku zimanê zikmakî herî baş di zarokatiyê de tê hînkirin, ji bo ku zimanê Kurdî bi rêya materyalên cuda bê hezkirin, ji bo derûniya zarokan pirtûkên zanîn, hestiyarî, civakî û psîkomotor wê bên amadekirin. Naveroka pirtûk û materyalên me, bi hişyariya zayenda civakî, ekolojî, pêşveçûna çand û hunerê, ziman û zanînê, civakî û takekesiyê, bîrkarî û pêşveçûna tenduristî û fizîkî bi baldarî tên amadekirin. Her wekî din, em ê hemû pirtûkên zarokan bigihînin ber destên we.”
Weşanxane bi taybetî ji bo serdema pêşdibistanê materyalên perwerdehiyê, pirtûkên zarokan ên ku nivîsên wan kêm û di aliyê dîtbariyê de dewlemend amade dike. Weşanxaneya Morîyê ji bo perwerdehiya zarokan seta pêşdibistanê weke pirtûkan amade kir. Seta ji 8 fasîkulan pêk tê Mem Bawer û Ridvan Polat amade kiriye û Servet Denîz redaksiyona wê kiriye. Her pirtûkek ji bo mehekê tê bikaranîn.
Di naveroka wê de çand û folklora Kurdî, rojên taybet, reng, deng, têgeh, labîrent, rêzereng, boyaxkirin, matematîk, xweza û ekolojî, ceribandin, perwerde, şiklên geometrîk, fêrbûna dengan û gelek tiştên din di naveroka setê de cih girtine.
Xebatkara Weşanxaneya Moriyê Berîtan Aykût derbarê eleqeya berhemên Kurdî û pirtûkên zarokan axivî.
‘Standa me rastî eleqeyeke mezin tê’
Berîtan Aykût diyar kir ku bi berhemên xwe yên zimanê zikmakî ve bala malbat û zarokan dikişînin û got: “Di standa me de ji bo zarokên di temenê pêşdibistanê de seteke taybet ku ji 8 fasîkulan pêk tê û kartên fêrkirinê yên ku alîkariya fêrbûna lîstik, hejmar û rengan dikin hatine amadekirin. Ev materyal li gorî pêvajoya geşedana 8 mehan hatine sêwirandin da ku zarok di temenê piçûk de zimanê xwe yê dayikê hîn bibin. Ji xeynî van setên perwerdehiyê, pirtûkên me yên çîrokan jî rastî eleqeyeke mezin tên. Malbatên ku 2-3 sal in pirtûkên me dişopînin, dixwazin ku zarokên wan li malê bi Kurdî biaxivin û fêrî zimanê xwe bibin. Her wiha di fuarê de dîtina zarokên ku tevî mamosteyên xwe hatine serdana standa me, kêfxweşiyeke mezin dide me.”
‘Em naverokeke dewlemend pêşkêş dikin’
Berîtan Aykût di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku berhemên ku hatine çapkirin di Zarokîstanên ku zarok tê de perwerdehiya pirzimanî dibinin tê bikaranîn. Berîtan Aykût diyar kir ku xebatên Weşanxaneya Moriyê ya ji bo zarokan dê bidome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ya sereke ne tenê ji bo zarokan, ji bo mezinan jî ew e ku herkes karibe bi her awayî bi zimanê dayikê biaxive û fêrî Kurdî bibe. Ji bo vê armancê em bi ferheng, kartên lîstikê û çîrokên cihêreng naverokeke dewlemend pêşkêş dikin. Li seranserê fuarê girseyeke me ya diyar û eleqedar hebe jî, hêviya me ew e ku ev eleqe bi sînor nemîne, hîn mezin bibe û hemû civak bi zimanê xwe bixwîne û biaxive.”
ESRA POLAT-AW/AMED







