Ji nûve Sînemaya Amûdê

Nûçeyên Çand/Huner —

Çarşem 30 Îlon 2026 - 17:30

  • Piştî 66 salan Sînemaya Amûdê ji nû ve hat vekirin. Êdî her roja pêncşemê fîlmek Kurdî li sînemayê tê nîşandan. Nivîskar Ebîr Dirêî balê bir ser girîngiya vê vejînê û xwest ev karesata dîrokî bikeve nava pirtûkên perwerdê.

 

Şewata Sînemaya Şehrezad a Amûdê behsa bûyera trajîk a dîrokî ku di 13’ê Mijdara 1960’an de li bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê qewimî, dike. Di encamê de nêzî 283 zarokên Kurd mirin. Ev bûyer di hişmendî û çanda Kurdan de sembolek trajîk û birîneke kûr e. Di gelek berhemên wêjeyî û muzîkê de hatiye nemirkirin.

Bi sedan zarokên dibistana seretayî li sînemayê kom bûbûn, da ku fîlmekî Misrî armanca wê piştgiriya şoreşa Cezayîrê bû, tamaşe bikin. Kombûn û tamaşekirina zarokan a ji bo fîlm, ji aliyê rejîma Baas a hilweşiyayî ve hatibû plankirin.

Lê tiştekî biêş û girantir li benda zarokên Kurdan bû di wê demê de. Şewatek bû ku laşê zarokan sotin. Çimkî di hundirê salona sînemayê ku kapasîteya wê nêzîkî 200 kes bû lê zêdetirî 500 zarok tê de kom kirin, agirekî mezin û ji nişka ve derket. Ji ber deriyên sînemayê girtî bûn, salon bû kemîn û zarokên hundir dorpêç kirin.

Piştî 66 salan ji şewatê careke din bi serpereştiya Navenda Kûlturvan a Çandê Sînemaya Amûdê hat vejiyandin. Êdî her roja pêncşemê fîlmek Kurdî li sînema tê pêşandan.

Nivîskar Ebîr Dirêî behsa armanc û girîngiya vejandina sînemaya Amûdê kir.

Sînema careke din vejiya

Ebîr vejandina sînemayê piştî 66 salan ango zêdetirî nîv sedsalekê, mîna vejandineke dîrokî bi nav kir û wiha dewam kir: “Amûdê belabetek gelek mezin di salên xwe yê şêstî de jiyan kir û heta çend mehan jî bêhna şewatê ji bajêr dernediket. Her cara ku ez di ber sînemayê re derbas dibim, qêrîna zarokên hatin sotin, tê guhê min. Vejandina sînemayê piştî 66 salan dilsoziya bi zarokên hatin şewitandin û yên îro dijîn re ye. Ji bo ku zarokên îro û nifşên piştî şewatê hatin bizanibin çi li vir di kîjan salê de qewimîn û vekirina wê çiqas bibandor e.”

Hilma vejînê

Ebîr armanca vejandina sînemayê bibîr xist û got: “Me xwest bi vejandina sînemayê re wê dewlemend bikin, êşa wê veguherînin dewlemendiyekê bo zarokên îro. Çimkî Amûdê ketibû xemgîniyeke kûr a bêdawî. Ji bo ku kesên îro di ber sînemayê re derbas bibin, tenê bêhna şewatê nekşînin, girîng e ku hilma vejînê jî bikin êdî.”

 ‘Di bîra me de her zindî ye’

Ebîr da zanîn ku her çiqas Fransa û rejîma Baas Amûdê şewitandibe jî, wê her bilind be û her bimîne jî û armanca vejandinê wiha anî ziman: “Em tînin bîra zarokên îro ku 66 sal berê zarokên wek wan jî hebûn, lê agir ew sotin û xwarin. Divê di dersên zarokan de cih ji bûyera trajîk a şewata sînemaya Amûdê re bê veqetandin, da ku zarok bizanibin çendîn zarokên wek wan hatine şewitandin û têbighêjin rastiya heyî. Çimkî her çiqas sînema were şewitandin wê her zindî bimîne û bidome jî.”

Metaryalek perwerdehiyê ji bo zarokan

Ebîr sedema ku dixwaze sînema di mufredata Sûriyeyê yên ku wê were amadekirin de hebe wiha anî ziman: “Wê demê rejîma Baas ji zarokan re fîlmê Cezayîrê dan pêşandan. Êşa me girantir dibe, çimkî zarokên me ji bo xelikê hatin sînema, bexşên wan ji bo Şoreşa Cezayîrê hatin şandin. Ji lewra em dixwazin cîhan tev bizanibe zarokên me bi destê kê û ji bo çi hatin şewitandin. Gelek nivîskaran pirtûk li ser hûrguliyên şewatê nivîsandine, wê çima nekeve minhacê? Gelek pirtûk hene ku dikarin di mufredatên ku îro tên amadekirin de, bibin metreyalek perwerdehiyê bo zarokan.”

‘Sînema me li hev dicivîne’

Ebîr da xuyakirin ku sînemaya Amûdê ne tenê qadek sînemagerî ye, her wiha ew qadek çandî ye jî û wiha pêl da gotina xwe: “Sînemaya Amûdê me di gelek huneran de li hev dicivîne. Di roja yekem a vejandina wê de gelek stranbêj stranên xwe gotin û wênesazan tabloyên wêneyên xwe dan pêşandan. Ji bo me roja vejandina sînemayê wek vejandina ruhê pîroz bû.”

Em cihê sînemayê geş û xweşiktir bikin

Ebîr daxwaza guhertinan li cihê sînemayê û dewlemendkirina wê dike û wiha tiştên divê ku bibin bilêv kir: “Rûbera sînemayê biçûk e, diviya sînemaya zivistan jî çêbûba da ku çalakiyên cûdatir jî lê bihata lidarxistin. Her wiha diviya cihê pirtûkxaneyek Kurdî tevî xwendinê jî hebûya û jê re cih bihata veqetandin. Bi hêviya ku li sînemaya nû tê avakirin, ev hemû beş hebin. Lê xwezî li vir bûya wê bêtir dewlemendtir bûya, çimkî cihê qewimandina bûyerê her zindî dimîne. Divê ku ev der ji nû ve were çêkirin û dewlemend kirin, bi şertê ku şêweyê wê yê kevn û dîrokî were parastin.”

Ebîr di dawiyê de bang li malbatan kir ku zarokên xwe bêtir fêrî zimanê Kurdî bikin, wan bi dîroka wan bidin nasîn û xwedî li çand û kultûra xwe derkevin, kûrbûna kurdbûna xwe û bûyerên ku di nav dîrokê de çêbûne, binasin. Her wiha girîngiya belgekirina bûyerên dîrokî yên gelê Kurd û pêşandana wê bo zarokên îro tekez kir.

SORGUL ŞÊXO-JÎNHA/AMÛDÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.