
Tirkiye piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibata 2025'an ber bi serdemeke nû ve diçe. Nîqaşên ku bi daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên Cotmeha 2024'an destpê kir, bi banga dîrokî ya 27'ê Sibatê re derî li pêvajoyeke nû vekir.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk 2 sal li pey xwe hişt. Derdorên cuda yên Tirkiyeyê nêrîn û rexneyên xwe yên li ser pêvajoyê bi raya giştî re parve kirin. Yek ji qadên ku şerê 50 salî herî zêde dezenformasyon lê afirandiye qada hunerê ye ku di nava nîqaşên pêvajoyê de ye.
Gava mirov li rabirdûya sektora rêze fîlm û sînemayê ya li Tirkiyeyê dinihêrin, dibînin ku beşên cuda yên civakê bi taybetî jî Kurd di nava salên dûr û dirêj de bi qalibên diyarkirî hatine temsîlkirin. Kurd û derdorên civakî yên din bi giranî bi rêya karakterên "hewcedarê alîkariyê", "nezan", "hişk" an jî bi meyla tundiyê hatin vegotin.
Em bi Semîr Aslanyurek re li ser sînemayê û dema nû ya li Tirkiyeyê axivîn ku dibêje, "Ya ku tundiyê rewa dike û 'yên din' karîkaturîze dike huner nîne."
Aslanyurek ku li Enstîtuya Sînemaya Dewletê ya Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetê (SSCB) a Moskowê perwerdeya sînemayê dît, qala wê demê kir, "Ji pirsa 'Gelo Sowyetê çi tevlî hunera we kir?' mebesta we bêguman Enstîtuya Sînemayê ya Dewletê ya SSCB a li Moskowê (VGIK) e. Eger mebest ji vê pirsê nêrîneke cîhanê yan jî îdeolojiyek be, Sowyetan ji vî alî ve tiştek tevlî hunera min nekir. Ez çi bim, ew im. Lê belê perwerdeya ku min li Dibistana Sînemayê ya Moskowê wergirtî; metodolojiyek, dîsîplîneke xurt, cewhera hunerê, hezkirina ji mirov û xwezayê, kûrahiya felsefî, serbilindahiya ku cudahiyê naxe nava mirovan, dilxwazî û ya herî gigrîng jî hişmendiya lêgerîneriya li ser şopa heqîqetê tevlî hunera min kir."
‘Hunera û polîtîka li hember hev in’
Aslanyurek anî ziman ku têgîna sînemaya polîtîk teng e, huner û polîtîka li hemberî hev e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Dema ku ji cihê ez lê me binirxînim, huner û polîtîka du karên cuda ne ku li dijî hev in û ti carî nagihêjin hev. Polîtîka di nava mirovan de cihêkariya ol, ziman, nijad û îdeolojiyê sor dike, girseyan parçe dike û dike dijminê hev, wan li gorî dilê xwe dixebitîne. Lê huner mirovan digihîne hev, dike yek û dike ku bi cewherî hev hembêz bike. Polîtîka rastiya jiyana mirovan berevajî dike, dinixumîne, berê girseyan dide şer, qirkirin û hilweşînê. Lê huner rastiyê bi eşkere radixe pêş mirovan; her cûre şer û qirkirinê bi biryardarî red dike. Ji xwe destûra bingehîn a wijdanê mirovahiyê û feraseta hunerê ya qedîm diyar e: Kuştina mirovekî kuştina temamiya mirovahiyê ye...
Eger em ji sînemayê re dibêjin huner, hingî baskekî hunerê nabe ku polîtîk bibe. Çawa ku wêjeya polîtîk, wêneyê polîtîk, peykerê polîtîk, muzîk an jî mîmariya polîtîk nabe, sînemaya polîtîk jî nîne. Bala xwe bidinê, heta destpêkirina sînemayê di beşa hunerê bi gotina 'polîtîk' nehatiye bilêvkirin. Ev têgihîna ku demeke dirêj piştî destpêkirina sînemayê derkete holê, sînemayê di nava baskên din ên hunerê de weke qadeke ji manîpulasyon û spekulasyonê vekirî dibîne. Di fîlmekî de dema mijareke polîtîk bê nîşandan, wî fîlmî polîtîk nake. Dibe ku wê bibe şibandineke hişk, lê belê pornografî ma dibe weke hunerekê bê qebûlkirin? Bi dîtina min nabe. Lê belê fîlmekî porno ji aliyê tevizandina girseyan ve ji hunerê bêhtir nêzî polîtîkayê ye."
Filmên rexneyî sansur dikin
Aslanyurek ragihand ku li Tirkiyeyê fîlm û rêze fîlmên bi kirasê 'polîtîk' hatin çêkirin ku xizmet ji polîtîkayeke qirêj re kirin û got, "Fîlmên welê li pêş têne nîşandan ku tundiyê û kuştinê weke qehremaniyê nîşan dide, mirovan berdide hev, girseyan ji hev cuda dike û tevizandina girseyan weke hunerekê dibîne. Ne tenê li Tirkiyeyê îro li tevahiya cîhanê fîlmên ku polîtîkayên qirêj û faşîzan rexne dikin û helwestê li hemberî wan nîşan dide, têne sansurkirin an jî derfetê nabînin ku bêne nîşandan. Mebesta min ew e, ku sînema ji hunerê wêdetir veguheriye mekanîzmayeke propagandayê ku polîtîkayên paşverû yên hêzên serwer mafdar nîşan dide."
‘Hin hêz dixwazin pêvajoyê dirêj bikin’
Derhêner Aslanyurek nêrînên xwe yên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî parve kir û anî ziman ku hin hêz hene ku dixwazin pêvajoyê dirêj bikin. Aslanyurek got, "Li Tirkiyeyê avakirina aştiyeke mayinde û aramiyê nayê hesabê van derdoran. Ji bo sorkirin û tevdana girseyan çirûskeke bi tenê jî ku ji aliyê van derdoran ve bê pêxistin dibe ku têra şewitandina me hemûyan bike.
Ji xwe ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve bicihbûna me li dora NATO'yê, welatê me her tim kir hedefa van hêzên global. Li Tirkiyeyê gelo heta niha kîjan îradeya siyasî bêyî bibêje 'lê belê' ji NATO'yê re gotiye 'na'? Di rewşeke bi vî rengî de em neçar in lê bipirsin bê kî astengî, zext û sansurê bi rengekî berfireh datîne pêşiya me.
Di vê nuqteyê de ew diyaloga ku tê gotin bi Lenîn re hatiye kirin tê bîra mirovan. Ji Lenîn pirsî ne:
- Eger dijminê we ji we gelekî xurtir be gelo hûn ê karibin wî têk bibin?
- Gotiye, bêguman. Bi bikaranîna aqlê xwe...
- Baş e, eger dijminê we hem ji we gelekî xurtir û gelekî bi aqil be hûn ê karibin wî têk bibin?
- Gotiye, dîsa jî ez ê têk bibim. Wî bikim dostê xwe û bi vî rengî...
Kurdî yan jî Tirkî ferq nake, rakirina astengiyan li pêşiya hunerê bi wê yekê dibe ku civak bêyî bibêje 'lê belê' hev dijmin nebîne û weke hevparê heman êş û çarenûsê bibîne. Aştî û azadiyar asteqîn bi aqlekî serbixwe dibe ku hevdu fêhm dike, ne ku hevdu dijmin dibîne."
HAYRÎ TÛNÇ-ANF







