Dengê Kurdan ê li cîhanê; Duriye Ewnî

Nûçeyên Çand/Huner —

Çarşem 30 Îlon 2026 - 18:00

 

Di navbera Qahîre û Parîsê de, dengê jineke Kurd di serdema bêdeng de bû havênê şoreşeke fikrî, ew jin Duriye Ewnî bû ku bû yekemîn rojnamevan ku bi kamerayekê kete nav dilê çiyayan, şoreşa pêşmergeyan gihand medyaya cîhanê û çîroka mînakên wê kêm a azadî û dilsoziya ji bo Kurdistanê tomar kir.

Duriye Ewnî di sala 1937’an de ji dayîk bû. Koka Duriye digihêje bajarê Amadê yê Bakurê Kurdistanê. Keça yek ji dîroknasên herî mezin ên Kurd Mihemed Elî Ewnî Zana bû ku ji ber tirsa reşkirina xwendevanên Kurd ji aliyê desthilatdariya Osmanî ve di sala 1913’an de reviya Misirê. Li Ezherê xwendina akademîk qedand û li Zanîngeha Qahîreyê di beşa erdnîgariyê de lîsans wergirt.

Bavê wê di qesra Ebedîn de xizmet kir û ji aliyê Şah Fûadî yê Yekem ve wezîfeya wergerandina belgeyên Osmanî yên Misirê ku hîn jî li “Dar El Kitab”ê bi navê “Belgeyên Ebedîn” tên parastin, jê re hate dayin. Dema ku bavê wê di sala 1952’an de wefat kir du salan berê xwe da Iraqê û piştre jî çû Parîsê.

Yekemîn seroka jin a Sendîkaya Rojnamevanên Pîşeyî ya Fransayê

Piştî ku çû Parîsê, Duriye li Beşa Ekonomî û Zanistên Siyasî beşa wergerê qedand. Bi lez ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) û kovara (Dar El- Hilal) derket pêş. Dema ku Duriye wekî nûçegihana taybet ê Parîsê hat tayînkirin, ji vekirina festîvala Cannesê û cîhana modeyê heta hevdîtinên bi Serokkomarê Fransayê Charles De Gaulle, Serokwezîrên Fransayê Jesse Moeli, siyasetmedar Jean Sartre û Simon De Beauvoir û serokwezîrê Îsraîlê Levi Eshkol re karên taybet kir.

Her wiha ew bû yekem jina ku bi dengdana rasterast wekî seroka sendîkaya rojnamevanên pispor ên li Fransayê hat hilbijartin. Her wiha dema ku Balyozxaneya Siûdî ya li Parîsê hat girtin, bi navbeynkariya xwe ya zîrek karîbûye dîlgirtiyan azad bike.

Pênûsa jinekê li sengerê şer û çiyayên Kurdistanê

Qonaxa herî girîng û xeternak a jiyana Duriye biryara wê ya şopandina şerê Iraq û Îranê ji bo Ajansa France-Presse (AFP) bû. Li şûna ku tenê bûyeran bi daxuyaniyên fermî veşêre, ew ket ser rêya çiyayên asê yên Kurdistanê.

Ew bû yekem rojnamevan ku bi rêya weşan û rûmalên xwe yên meydanî hêzên Pêşmerge cara yekem bi medyaya Fransî û navneteweyî da nasîn ku ji bo wê pêşmerge ne tenê çekdar bûn, belkû ew parêzvanên nasname û azadiyan bûn ku cîhanê û qada navnetewî ji bo wan bêdengî hilbijartibû.

Çar berhem ji bo dîroka Kurd

Di demekê de ku netewa Ereb hewl didan nasnameya Kurd ji holê rakin, Duriye bi wêrekî çar pirtûkên dîrokî nivîsand ku bûn çavkaniya sereke ya lêkolînê. Ev pirtûk “Kurd”, “Ereb û Kurd”, Kurd di Serdemên Cuda de”, “Kurdên li Misrê di Serdemên Cuda de”.

Dema ku Wezareta Çandê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirtûka Dîroknas û Nivîskarê Kurd Mihemed Elî Ewnî (bavê Duriye), weşand; Duriye Ewnî, beşdarî merasîma bîranîna bavê xwe li Hewlêrê bû.

Koça dawî û mîraseke nemir

Duriye Ewnî piştgireke xurt a şoreşên Bihara Erebî yên 25’ê Çileya 2011’an û 30’ê Hezîranê li Misrê bû. Di dawiyê de, û got; “Şoreşê maske li ser rûyê gelek kesan rakir û Misir di dema zarokbûyîneke dijwar de ye ku serkirdeyên nû wê derdixin holê.”

Di 15’yê Gulana 2015’an de, piştî têkoşîneke dirêj bi nexweşiyê re, Duriye li Qahîreya paytext Misrê koça dawî kir.Duriye mîrateyeke dewlemend ya şoreşgeriyê li pey xwe hişt ku tê de rastgoya rojnamevanî û dilsoziya bi bav û kalên xwe yên Kurd re, li Rojhilata Navîn bû beşek ji dîroka nemir.

BERFÎN NÛSRET- ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.