
Xelatên Berlînale (Festîvala Fîlman A Berlînê) bi merasîmekê hatin belavkirin. Festîval îsal di navbera 12-22’yê Sibatê hate lidarxistin û gelek film hatin nîşandan. Her wiha di warê siyasî de jî, nexasim ji bo Filistînê helwest û bertek derketin holê.
Xelata herî mezin “Xelata Golden Bear” ku didin filma herî baş "Yellow Letters" a derhenerê Elman-Tirk İlker Çatak wergirt. Fîlm li ser du çepgirên Tirk e. Film li Enqereyê dibihure û ev çepgir ji ber nerînên xwe yên siyasî rastî zext û qedexeyên dewletê tên. Mijareke pir siyasî û rexneyî li ser otorîterbûnê ye.
Her wiha derhênerê Tirk Emin Alper jî bi filmê xwe yê “Kurtuluş” ku li Mêrdînê çêkiriye, xelata “Silver Bear Grand Jury Prize” wergirt. Emîn Alper piştî ku xelata xwe wergirt balê bir ser êrîşên li ser xelkên bindest û got; “Hûn ne bi tenê ne”.
Nexasim jî balê bir ser girtiyên li Tirkiyeyê; Osman Kavala, Çîğdem Mater, Selahattin. Demirtaş û Ekrem Îmamoğlu bibîranî. Herî dawî jî balê bir ser Filistîn, Îran, Kurdistan û Tirkiyeyê. Ji bo Rojava jî got; “Kurdên li Rojava û Rojhilata Navînê ku nêzî sedsalekê ye ji bo mafên xwe têkoşîn didin, hûn ne bi tenê ne.”
BERLÎN















