Şevekê li Berliner Ensemble

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 4 Sibat 2025 - 00:58

  • Berliner Ensemble li hember birrîna fonên çandê ya Senatoya Berlînê çalakiyeke balkêş da destpê kirin. Berliner Ensemble ji bo balê bibe ser krîza aborî ya di warê çandî de bilêtekê derxist firotanê. Kesê ev bilet bikire ew ê li gel 4 mêvanên xwe şeveke xweş li Berline Ensemble bibuhirîne.

Berliner Ensemble ji bo mazûvaniyê bike û xelkê bi şev ji bo razanê vehewîne dest bi çalakiyeke balkêş kir. Berliner Ensemble ji bo karibe mîrasa xwe ya çandî biparêze rojên zehmet dijî û bi vê çalakiya xwe hewl dide ji bo siberoja hunera azad bi ser bikeve. Ji lewma heger biryara Senatoya Berlînê weke ku biryar girtiye tevbigere, ew ê ji bo Berliner Ensemble pêvajoyeke xeter dest pê bike.

Berliner Ensemble her çend xwedî mîraseke çandî ya kevn be jî di van salên dawî de zehmetiyan dikşîne. Berliner Ensemble di sala 1949’an de ji hêla Bertolt Brecht û Helene Weigel ve hatibû damezirandin. Li Berliner Ensemble lîstikên şanoyê yên bi şêwaza epîk derketin ser dike û ev lîstik bêhtir bi meseleyên civakî dadiketin. Lê di van salên dawî de Senatoya Berlînê pereyên ku ji bo çandê veqetandibû kêmtir kir û ev rewş zorê dide saziyên hunerî. Yanî di warê aborî de saziyên herî kevn jî ditengijin û nikarin çalakiyên hunerî bibin serî. Hunermend, hunerhez û rêvebirên saziyên hunerî ji vê rewşê bêzar in û dibêjin heger wisa dewam bike ew ê huner li Berlînê derbeyeke mezin bixwe!

Çalakiyeke afirîner û balkêş

Ji ber pirsgirêkên aborî Berliner Ensemble çareseriyeke balkêş peyda kir. Ji bo xelk karibe şevekê li Berliner Ensemble derbas bike bilêtekê da ber firotanê û kesê herî zêde pere bide ew ê şevekê li Berliner Ensemble bibuhirîne. Bilêta li ser e-Bay’ê derket firotanê destpêkê 250 euro bû û her çû ev reqam zêdetir bû ta ku gihîşt 1000 euro. Kesê ku ev bilêt kar bike ango pereyê herî zêde bide ew ê karibe li gel xwe 4 mêvanên xwe jî bibe Berliner Ensemble û şeveke xweş li wir bibuhirînin. Beriya ku razên ew ê hunermendekî Berliner Ensemble ji wan re helbestekê bixwîne. Ev çalakiya afirîner ji bilî ezmûneke balkêş her wiha balê dibe ser krîza aborî ya di warê çandî de jî ku niha li Berlînê diqewime. Gava fonên heyî yên dewletan kêm dibin an jî ji holê radibin saziyên hunerî bi çalakiyên balkêş li çaraseriyên afirîner digerin. Berliner Ensemble jî bi vê çalakiya balkêş hem dixwaze fonan bibine û hem jî bala hunerhezan dikşîne ser xwe.

Siberoja çandî ya Berlînê 

Ev krîza aborî ya li Berlînê rû daye tesîrê tenê li Berliner Ensemble nake her wiha tesîrê li hemû bajêr dike. Senatoya Berlînê da zanîn ku di budçeya 2025’an de 3 milyar Euro kêmasî derketiye holê û ji ber vê yekê ew ê ji fona çandê 130 milyon Euro bibire! Avahiyên Operayê, salonên konseran, kolektîfên serbixwe yên hunerê û gelek saziyên din ên çand û hunerê ew ê rasterast di bin tesîra vî tiştî de bimînin û ew ê nikaribin debara xwe bikin. Saziyên çand û hunerê dan zanîn ku ev rewş li ser nasnameya bajêr jî tesîreke ne baş ava dike û heger biryara senatoyê pêk were ew ê di warê çalakiyên çand û hunerî de gelek kêmasî çêbibin. Beriya niha jî li bajarê Berlînê dîsa ji ber van sedeman gelek saziyên hunerî tengav bûbûn. Lê wisa tê texmîn kirin ku ev krîza aborî ya dawî ew ê rewşa hunerî ya Berlînê xerabtir bike û naşibe rewşên bere. Ji lewma Berlîn di warê navneteweyî de jî bajarekî beloq e û weke peytexta hunerê tê zanîn. 

Kedkarên hunerê li ber xwe didin;  #BerlinIstKultur

Li hember vê rewşê ango krîza aborî hunermend û kedkarên çand û hunerê bi taga #BerlinIstKultur hatin gel hev û dest bi çalakiyan kirin. Ji Cotmeha 2024’an heya îro hin şano lîstik û performansên xwe dan sekinandin, hin sazî bandên sor û spî bi deriyên xwe ve kirin û li hin pirtûkxaneyan jî refiken boş hatin danîn. Çalakvan bi van bertekên balkêş û afirîner helwêsta xwe ya li hember senatoyê ku dixwaze fona saziyên çand û hunerê bibire eşkere kirin. Di meha Mijdara 2024’an de jî li hember birîna fonan gelek kes kom bûn û meşiyan. Her wiha li Berliner Festpiele jî konsereke bi navê “Berlin ist Kultur – Das Konzert” hat li dar xistin da ku hevkariya çalakvanan xurttir bibe. Di demeke kin de hemû bilêt hatin firotin û xelk li van çalakiyan xwedî derket.

Hin xebatkarên Berliner Ensemble û saziyên hunerî yên Berlînê dan zanîn ew ê protestoyên bi vî rengî dewam bikin û ev ji bo wan destpêk e. Hunermend û kedkarên hunerê ji bo zorê bidin siyasetê ew ê kampanyayên balkêş bibin serî û plansaziyeke wan a bi vî rengî heye. Piştî van çalakî û protestoyan hunerhez bêhtir xwedî li saziyên çand û hunerê derketine û projeyên serbixwe yên hunerî bêhtir piştgirî girtine. Ji lewma ji bilî saziyên mezin ên çand û hunerê ku ji dewletê fonon werdigirin, kolektîf û hunermendên serbixwe jî li Berlînê gelek in. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.