Berlînaleya 76’an dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Sibat 2026 - 01:25

Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê, Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê û Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê (Berlînale) li cîhanê mîhrîcanên fîlman ên herî baştir û navdar in. Her yek xwedî dîrokek gelek dûr û dirêj e. Her yek ji wan nêzîkî 80 sal in tên lidarxistin. Ev mîhrîcan bi nasnameyên xwe yên polîtîk û mixalif dertên pêş. Di nav van mîhrîcanan de ya herî berbirçav Berlînale ye;  her sal fîlmên polîtîk, cîvakî û li ser azadiya jinan tên nîşandan.

Derhênerên jin

Li Berlînaleya îsal bernameyek têr û tije heye. Di beşên wek pêşbirk, forûm, panaroma, Berlînale Taybet zêdetirî 400 fîlm tên nîşandan. Ji wan 20 fîlm, ji bo xelata Hirça Zêrîn dikevin pêşbirkê. Mîhrîcan, 12’ê Sibatê bi tevlîbûna gelek sînemavan, derhêner û lîstikvanên navdar ên cîhanê bi merasîmeke mezin deriyê xwe vedike. Li Berlînaleya îsal, temsîla jinên derhêner gelek zêde ye. Ji 20 fîlmên di pêşbirkê de, 9 fîlm derhênerên wan jin in. Fîlmên di çarçoveya mîhrîcanê de tê nîşandan jî piraniya wan mijarên cîvakî, jin, nakokiyên aborî û çînî ne. 

Di naverokên fîlman de malbat, nasname, bîranîn û aloziyên siyasî wek mijarên sereke derdikevin pêş. Di heman demê de fîlmên nû yên derhênerên girîng ên wek Angela Schanelec, Karim Ainouz û Kornel Mundruczo balê dikişînin. Berhemên ji cihên cuda yên cîhanê tên, îsal jî dewamiya cihêrengiya xurt a Berlînaleyê ya bi siyaseta civakî re dike. Bi taybetî fîlmên ku bi çîrokên kesayetan li ser trawmayên kolektîf û zordestiyên siyasî disekinin; şikestinên li nav malbatê, krîzên alîkariyê û bîranîna civakî, xeta hevpar a hilbijartinê pêk tînin; cesareta şêwazî û vegotinên mînîmal jî derdikevin pêş. Mîhrîcan armanc dike ku îsal bibe pencereya sînemaya derhênerên bibandor ên siyasî. 

Sînemaya serbixwe

Mîhrîcan bi fîlmê "No Good Men" a derhênerê Afgan Shahrbanoo Sadat dest pê dike, di 21ê Sibatê jî merasîma xelatan wê were lidarxistin. Di nava 10 rojan de tê payîn ku 250 hezar kes li fîlman temaşe bikin. Serokê juriya Berlînaleyê ya îsal jî derhêner û sînemevanê navdar Wim Wenders dike. 

Dîrektorê Berlînale yê Tricia Tuttle, dibêje ku ew wek mîhrîcan girîngiyê didin sînemayê. Tuttle, girîngiya ezmûna salonên sînemayê ronî kir û got ku çûyîna sînemayê “ji bo pîşesaziya karsaziyê, hemû pîşesaziya fîlman û pêşeroja hunerê pir girîng e û jiyanî ye”. Tuttle, temaşevanan vexwend ku; “Li ber agirê sînemayê germ bibin” û diyar kir ku ji bo sînemaya serbixwe bijî, hemû pîşesazî divê bi hev re tevbigerin. Fîlmên ku îsal wê di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de bên nîşandan ev in :

At the Sea - Kornel Mundruczo

Dao - Alain Gomis

Dust - Anke Blonde

Everybody Digs Bill Evans - Grant Gee

Flies - Fernando Eimbcke

Home Stories - Eva Trobisch

In A Whisper - Leyla Bouzid

Josephine - Beth de Araújo

The Loneliest Man in Town - Tizza Covi, Rainer Frimmel

My Wife Cries - Angela Schanelec

A New Dawn - Yoshitoshi Shinomiya

Nightborn - Hanna Bergholm

Nina Roza - Genevieve Dulude-de Celles

Queen At Sea - Lance Hammer

Rosebush Pruning - Karim Ainouz

Rose - Markus Schleinzer

Salvation - Emin Alper

Soumsoum, The Night Of The Stars - Mahamat-Saleh Haroun

We Are All Strangers - Anthony Chen

Wolfram - Warwick Thornton

Yellow Letters - İlker Çatak

YO Love is a Rebellious Bird - Anna Fitch, Banker White

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.