Festîvalên Filmên Kurdî; Bêdeng nemînin!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 29 Çile 2026 - 00:20

Festîvalên Filmên Kurdî yên li Kurdistanê û her wiha dîasporayê daxuyaniyeke hevpar weşandin û gotin ku bi van êrîşan sînema, çand û hunera Kurdî jî tê tunekirin.

Festîvalên ku daxuyanî dane ev in; FesTîvala Fîlman a Navneteweyî Ya Rojava, Festîvala Fîlman a Amedê, FîlmAmed, Festîvala Fîlmên Kurdan a Duhokê, Festîvala Fîlmên Kurdan a Berlînê, Festîvala Fîlmên Kurdan a Londorê. Festîvala Fîlmên Kurdan a New Yorkê, Festîvala Fîlmên Kurdan a Hambûngê, Festîvala Fîlmên Kurdan a Stenbolê, Festîvala Fîlmên Kurdan a Silêmanî, Festîvala Fîlmên Kurdan a Moskowê, Festîvala Fîlmên Kurdan a Kolnê, Festîvala Fîlmên Kurdan a Los Angelesê,Festîvala Fîlmên Kurdan a Dormundê û Festîvala Fîlmên Kurdan a Birminghamê.

Festîvalên Filmên Kurdî di daxuyaniya xwe de balê birin ser şideta sîstematîk û gotin; “Festîvalên Fîlman ên Kurdî li seranserê cîhanê, ne tenê wek platformên çandî, lê wek şahid jî diaxivin. Sînemaya kurdî ji mêj ve wek kirineke berxwedanê li dijî înkar, jêbirin û şideta sîstematîk heye. Bi fîlman re, sînemavan israr kirine ku jiyana Kurdan were dîtin, were bihîstin û were bîranîn.”

Daxuyanî bi vî awayî dewam dike; “Îro, Kurdistan careke din di bin êrîşê de ye. Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) – Rojavayê Kurdistanê wek beşeke yekbûyî ya Kurdistanê – ne tiştekî razber e. Ew sîstemeke demokratîk a ji binî ve ye ku bi qurbanîyên mezin hatiye avakirin, li ser rêveberiya xwe ya demokratîk, rizgariya jinê û jiyana bi hev re ya gelan ava bûye. Di heman demê de, Rojhilatê Kurdistanê (Rojhilat) hîn jî di bin zordestiya sîstematîk a nasnameya kurdî, çand û nerazîbûnê de ye; serhildanên dawî bi tundiya giran hatine bersivandin û bi hezaran kurd hatine kuştin. Têkoşîna li wir ji têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê û li seranserê Kurdistanê cuda nîne.”

Ev êrîş çandê jî wêran dikin!

Rojavayê Kurdistanê yek ji wan deverên herî sîstematîk ên herêmê ye ku tê hedefgirtin, ji ber ku ew pergala serdest a bi hêz, mêrxasî û otorîteriyê dixe bin pirsê. Êrîşên li ser Rojavayê ne tenê kiryarên leşkerî an siyasî ne; ew kiryarên wêrankirina çandî ne. Ew dixwazin bîranîna kolektîf hilweşînin, dengên nerazî bêdeng bikin û pêşerojên alternatîf ji holê rakin. Gava sînemaçêker, hunermend û xebatkarên çandî neçar dimînin ku koç bikin an bêdeng bimînin, ne tenê binesazî, lê xeyal jî tên wêrankirin.

Sînema kurdî ji mêj ve bi vê rastiyê re rû bi rû maye. Fîlmên me tiştên ku tên înkarkirin belge dikin û şîna tiştên wêrankirî digirin. Sînema ne şahî ye – ew şahidî, berxwedan û hebûna siyasî ye. Îro dem hatiye ku em bi eşkere û bê dudilî ji bo nirxên ku nasnameya kurdî li hev bipirsin û yekdengî bibêjin: Jin, Jiyan, Azadî.

Bêdengî dike ku wêrankirin bidome

Em bang li raya giştî ya cîhanê, xebatkarên çandî, sînemaçêker, rexnegir, rojnamevan, bernameçêkeran dikin ku bêdengiya xwe bişkînin. Ev hevkarî ye. Cîhan divê bibîne ku wêrankirina Rojavayê wêrankirina alternatîfeke siyasî û çandî ye. Bêdengî destûrê dide ku ev wêrankirin bidome.

Wek Festîvalên Fîlman ên Kurdî, em soza xwe dubare dikin ku em ê platformên xwe bikar bînin da dengên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind bikin, hilberîna çandî ya di bin metirsiyê de biparêzin û israr bikin ku jiyan û çîrokên kurdan nîşan bidin.

Sînema bi bîr tîne. Sînema berxwedanê ava dike. Sînema hesap dipirse.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.