Du lîstikvanên jin xwe vekişand

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 10 Sibat 2026 - 00:47

Piştgirî û piştevaniya ji bo xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê û bertekên li dijî qetilkirin û girtina xwepêşanderan berdewamin. Bi taybet jî ev piştgirî di qada hunerê de derket astekî diyarker. Di heman çarçoveyê de du aktorên jin ên Îranê Huda Zeyn Abdîn û Sahra Esedullahî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku xwe ji Mihrîcana Fîlman a Fecrê ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve tê lidarxistin, vekişandine. 

Aktor Huda Zeyn Abdîn li ser hesabê xwe yê Instagramê peyamek belav kir û got:“Ev biryar rêzgirtineke ji bo malbat û dayikên xemgîn ên ku li benda vegera zarokên xwe ne ye. Atmosfera xemgîn a heyî ji bo pîrozbahiyê ne guncawe. Ez hêviya rojên baştir dikim.” 

Derhênera belgefîlman û aktor Sahra Esedullahî jî li ser rupela xwe ya Instagramê peyamek belav kir û got:“Biryara min rêzgirtina li dayikên xemgîn û xwîna ku hatiye rijandin û her wiha li ciwanên ku mezin dibine. Ez ne alîgira gel im, ez gel bi xwe me.” 

Her wiha yek ji lîstikvanên bi nav û deng ên sînemaya Îranê û xwediya xelata Sîmûrg a Krîstal a Mihrîcana Fîlman a Fecr Elnaz Şakerduşt, weke nerazîbûna zextên li dijî xwepêşandanên li Îranê, beriya heftiyekê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de parvekirinek kir û diyar kir ku bi fermî ji sînemaya Îranê vekişiyaye. Elnaz Şakerduşt, di parvekirina xwe de got:“Ruhê min nikare vê trajediya dîrokî ya tirsnak û sûcdar tehemûl bike. Ez lîstikvanim, ez bi hemû beden, hestî û nefesa xwe fêr bûm karekterên din bijîm lê belê vê carê ez li cihê 40 hezar welatayên xwe mirim. Li cihê her hezkiriyên xwe, li cihê ferdên malbatê, bi parçebûnê hatim kuştin. Êdî mirovbûn jî ne daxwazake.” 

Elnaz Şakerduşt di axaftina bi telefonê ya ku jê re gotin wê Mihrîcana Filman a Fecr were lidarxistin û dê xelata Sîmûrg bigre bi bîr xist û got: “Ez diqîrim, ez şîna hezkiriyên xwe digrim. Kîjan mihrîcan, kîjan pîrozbahî? Ne ez beşdarî pîrozbahiyek dibim, ne jî di xaka ku bêhna xwînê jê tê de rol bilîzîm. Ev jî rola min a sereke ye.”

Sînamegeran mihrîcan boykot kir 

Mihrîcana Fîlman a Fecr a Îranê, di demek ku roj bi tepisandina bi awayek bi xwîn a xwepêşandanan derbas dibin û hejmarek zêde sînemager mihrîcanê boykot dikin de tê lidarxistin. Di nava fîlmên di mihrîcana Fîlman a Fecr de, fîlma bi navê ‘Arambakhsh’ cih digre. Di vî fîlmî de sînemager Cevad Gencî ku di xwepêşandanên dawî de jiyana xwe ji dest da, weke alîkarê yekem ê derhênerê fîlm cih girtibû. 

Derhêneriya fîlm Saîda Zamanyan kiribû, di kadroya lîstikvanan de Elnaz Şakerduşt, Hasan Purşîrazî, Saber Ebr û Behnaz Caferî cih girtibûn. 

Hêjayî gotinêye ku Mihrîcana Fîlman a Fecr a Îranê her sal ji 12’yê Sibatê heta 22’yê Sibatê tê lidarxistin. Ji sala 1982’an vir ve, 44 caran li parêzgeha Tehranê hatine lidarxistin. Mihrîcana ku ji aliyê Enstîtuya Fîlman a Farabî ve di bin sîwana Wezareta Çandê ya Îranê de tê lidarxistin, wekî pêşbirka fîlman a herî bi prestîj û girîng a Îranê tê hesibandin.    

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.