Ji bindestiyê ber bi têkoşînê ve; Dayê

Nûçeyên Çand/Huner —

Çarşem 11 Mijdar 2026 - 16:45

  • Romana “Dayê” ya nivîskarê Rûs Maksîm Gorkî ku di sala 1906’an de di dema koçberiyaxwe de nivîsiye, yek ji berhemên girîng ên rastiya civakê ye. Roman, têkoşîna karkerênRûsyayê ya li dijî desthilatdariyê û pergala kapîtalîst vedibêje. Bi taybetî jî  bi riya jineke kujiyana bindest qebûl nake û ber bi têkoşîna azadiyê ve dimeşe. Hişyariya wê, li hember vêqebûlnekirinê û tekoşîna wê nîşan dide.

Pelageya ku bi hevjînê xwe û kurê xwe Pavel re li bajarokek karkeran de dijî. Gelê bajarokêdi nava feqîrtiyê û bêhêvîtiyê de ye. Li vir, araq û tundî bûne beşek ji jiyana rojane ya piraniya malbatan. Pelageya ku her roj di bin tundiya hevjînê xwe de dijî, li hember vê zilmaku li wê tê kirin de bêdeng dimîne û jiyana xwe wek qederek ku nayê guhertin qebûl dike û wisa dijî.

Piştî ku hevjînê wê dimre, kurê wê Pavel jî demekê bi heman awayî dijî, lê ji araqê dûr dikeveû dest bi xwendinê dike. Ew bi ciwanên xwedî fikrên azadiyê ne re hevaltiya xwe çêdike û liser mafên mirovan û wekheviyê nîqaşan dikin.

Di destpêkê de Pelageya ji van nîqaşên ku kurê wê tevlî dibe, pir ditirse. Lê bi tevlîbûnacivînên ciwanan û guhdarkirina fikrên wan re, nêrînên wê diguherin. Ew hêdî hêdî vanciwanan nas dike, piştgiriya wan dike û dest bi alîkariya wan dike.

Ji dayîktiyê ber bi çalakiyê ve

Dema hevalê kûre wî Andrey bi wanre jiyan dike, têkiliya Pelageya bi ciwanan re hîn zêdexurt dibe. Di heman demê de, fikrên sosyalîst di nav karkerên fabrîkayê de belav dibin. Pavel, ku li hember bê edaletiyên jî cihê dişûxule dike derdikeve, tê girtin. Pelageya li şûna kurê xwedest bi belavkirina belavokan dike êdî ewjî  dibe wekê çalakvanên wê tevgerê. Ew êdî ne tenêdayika Pavele  ji bo hemû hevalên wî jî dibe dayikî kû fikrê wan xwedî derdikeve.

Piştî ku kurê wê ji girtîgehê derdikeve, dîsa dibe yek ji rêberên tevgerê. Di meşa 1’ê Gulanêde ala karkeran hildigre û li pêşiya wan dimeşe. Piştî vê meşê, ji ber tevlîbûna vê meşê cardinew û gelek hevalên wî yên din bi hev re tên girtin. Di dema ku Pavel di girtîgehê de ye, Pelageya fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Ew belavok û pirtûkên li ser fikrên sosyalîstdighîne gundiyan. Ew li van fikrên azadiyê xwedî derdikeve û ji bo ku ev fikir belavbibe, qederek têdikoşe. Xebatên girêdayî vê tevgerê bi xwe dike. Bi beşdarbûna wê re, tevgera ku di nav karkerên fabrîkayan de dest pê kiribû, zêdetir mezin dibe.

Berxwedaniya dayê

Di roja darizandinê de Pavel û hevalên wî, bêyî ku parêzer wan biparêzin, xwe diparêzin. Ewû hevalên xwe li hember dadgehê li ser mafên mirovan, îstîsmara karkeran û bêedaletiyêdiaxivin. Lê dadgeh wan dişîne sirgûniyê.

Pelageya ji vê biryarê qederek xemgîn dibe, lê bi sekna kurê xwe û hevalên wî jî pir serbilinddibe. Ew bawer dike ku axaftinên kurê wî dikarin bighîjin gelek mirovan û hişyariya civakêzêdetir bibe.

Di dawiya romanê de, dema Pelageya dixwaze belavokên ku axaftinên kurê wê tê de derbasdibe belav bike, tê girtin. Ew çenteyê xwe vedike û kaxizan davêje hewayê. Belavok ji destêyekê diçe heta destê yek din. Tevî ku lê didin, dev ji gotina rastiyên ku pê bawer e bernade. Tevî  lêdane jî sekneke bê tirs nîşan dide.

Rola jinê ya ji bo azadî û wekheviyê

Romana “Dayê”, rola jinê di têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê de derdixe pêş. VeguherînaPelageya ji jineke bi tirs û jiyana ku dijî û lêdana ku rojane ji hevjînê xwedibîne mîna qederek qebûl dike ber bi kesayetiyeke wêrek ve, nîşan dide ku hişyariya civakêdike ku her jin dikare ber bi fikrê azad ve bimeşe û ew kesayeta ku kapîtalîzmê di mêjiyêjinê de mîna qeder daye avakirin, hilweşîne. JÎNHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.