Rojava ji bo kapîtalîstan gef e

În 13 Sibat 2026 - 03:40

Ji Karavana Gel Anna Ellenberger diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên zext û nefretê şopandine û got ji bo dorpêça li ser Rojava bê şikandin divê têkoşîna global û hêvî bê mezinkirin.

Di çarçoveya Karavana Gel de ji koma aktîvîst a navneteweyî ya hatin Tirkiyeyê gelek kes di têketinên Tirkiyeyê de hatin binçavkirin û deportkirin. Ji Karwana Gel Anna Ellenberger axivî û da zanîn ku civaka navneteweyî tevgera Kurd baş nas nake. Anna Ellenberger wiha got: “Tirkiye û yên piştgiriyê didin wan nefret û kêfa xwe didomînin. Li Sûriyeyê wek aştî heye nîşan didin lê divê zexta navneteweyî bidome.”

Anna Ellenberger da zanîn ku zext didomin û got: “Me dît ku dewlet û yên piştgiriyê didin wan çawa tund û bi kêf tevdigerin. Der barê binçavkirin û deportkirina me de tu agahî nedan. Me pêkanînên nebaş dîtin. Ji bo avê û çûyîna destavê me têkoşîn da. Me di tevger û nêzîkatiyên wan de nefret dît. Me hîs kir ku divê hemû kes bikevin tevgerê û biaxivin. Ji ber gelek girtiyên siyasî û di bin zextan de hene. Zext didomin.”

Anna Ellenberger destnîşan kir ku çapemeniya alîgir wekî ku li Sûriyeyê aştî pêk hatiye, çareserî pêk hatiye nîşan dide lê hîna Kobanê di bin dorpêçê de ye û wiha got: “Divê qada navneteweyî zextên xwe bidomîne. Ji ber ku hîna rewş li wir baş nebûye. Rojava ji bo kapîtalîstan û destilatdariyan tirs û xetere ye. Modela Rojava ji bo kapîtalîst û emperyalîstan tehdîdê ava dike. Divê mirov dîroka tevgera Kurd fêr bibin. Têkoşîna wan bi heybet e.  Bawerkirin û hêvî gelek girîng e. Ji ber vê jî piştî êrîşan enternasynalîstan xwest li gel tevgerê li cem gelê Kurd cih bigire.”

JINNEWS / STENBOL / MELÎKE AYDIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.