Îradeya Rojava xurt e
În 20 Sibat 2026 - 03:40

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya li Sûriyeyê Faris Osman anî ziman ku ew ê ji bo ku gelê Kurd bigihêje mafên xwe, bixebitin û destekê bidin yekitiya gelê Kurd.
Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya li Sûriyeyê Faris Osman êrişên li ser Rojava û helwesta gelê Kurd nirxandin û got: “Em ê her tim destekê bidin yekitiya gelê Kurd û ji bo gelê Kurd bigihêje mafên xwe, ew ê bixebitin.”
Faris Osman di destpêka axaftinên xwe de got: “Şer di navbera gelên yek welatî çêbû. Bi van êrişan re xwestin îradeya gelê Kurd bişkînin û pîlansaziyên hêzên derve li ser gelê Kurd ferz bikin. Gelê Kurd destpêke li Rojavayê Kurdistanê û piştre li tevahiya Kurdistanê û cîhanê rabûn ser xwe. Ev pîlansazî ji bo îradeya gelê Kurd bişkînin û sîstema xwe li ser ferz bikin, têk birin.”
Faris Osman anî ziman ku gelê Kurd li hemberî van êrişan yekitiya xwe çêkir û wiha got: “Gelê Kurd bi êrişan re yekitiya xwe xurttir kir û bersiva gel guncav bû. Di vê pêvajoyê de çarenûsa gelê Kurd li tevahî Kurdistanê û cîhanê yek bû. Li hemberî êrişan rabûna gelê Kurd a hundir û derve dengê gelê Kurd gihand tevahiya cîhanê û bal kişand ser zilm û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê.”
Her wiha Faris Osman li ser rola siyasetmedaran axivî û got: “Siyasetmedar zarokên gelê Kurd in. Her kes di ciyê xwe de ye. Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê êriş ji roja destpêke ve şermezar kirin û diyar kir ku ew amade ne bi zarokên gelê xwe re bin. Tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyeyê lîstok û pîlansaziyên dewletên herêmê berî êriş çêbin, fêm kiribûn. Ji bo yekitiya gelê Kurd biparêzin û bibin xwedî yek helwest dan û standin bi hêzên siyasî yên Sûriyeyê û Kurdistanê re kirin.
Piştî êrişan dest pê kir, kadroyên partiyê li herêmên xwe parastin dikir û hay ji ewlehî û aramiya herêmên xwe hebûn. Parastina gund û bajarên xwe bi rêxistin dikirin û hêzên siyasî daxuyaniyên şermezarkirinê dan. Di vê pêvajoyê de li hemberî êrişan bûn xwedî helwesteke xurt û li eniyên şer bi şervanan re bûn.”
Faris Osman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo hemû gavên xurtkrina yekitiya Kurdan û hevbeşbûna helwesta siyasî yê nûnertiya tevahiya gelê Kurd dike, em amade ne. Ji bo gelê Kurd bigihêje mafên xwe û gavên pratîk di vê mijarê de bên avêtin, em ê bixebitin.”
ANHA / QAMIŞLO














