Em ê destkefiyên wî biparêzin
Şemî 21 Sibat 2026 - 03:50

Kobanê hata niha jî di nava dorpêçeke gelekî giran de ye. Hemû pêdiviyên jiyanî li ser Kobanê hatine birîn. Keça fermandar şehîd Feysel Ebû Leyla Rehef Sedûn, dibêje ew ê bi hêz û têkoşîna xwe vê dorpêçê têk bibin. Keça şehîd Feysel Ebû Leyla Rehef Sedûn (16) dibêje ew ê mîrasa şehîdên xwe biparêzin û ew ê parastina bajar û rûmeta xwe bikin û got:“Ez li bajarê xwe Kobanêya berxwedêr im. Çete êrişî bajarê me dikin, dixwazin nasname û zimanê me qir û tune bikin. Em di nava dorpêçeke gelekî giran de hatine pêçandin. Bi berxwedana xwe jî ku bi saya şehîd û pêşengên me, em ê dorpêçê bişikînin. Bavê min ji bo parastina vî bajarî canê xwe feda kir. Em zarokên şehîdan jî em ê rabin ser pêyan û em ê parastina bajarê xwe bikin. Em xwedî destkeftiyên şehîdên xwe ne û em dev ji van destkeftiyan bernadin. Em ê destkftiyan bi stranan û dengbêjiya resen a ku temsîla çanda kurdî dikin, biparêzin. Em niha li vir in. Em ê bi stranên xwe, bi têkoşîna xwe û bi berxwedana xwe, vê dorpêçê bişikînin. Bi zarok, ciwan, jin û îxtiyaran em ê bi giştî rabin. Çawa xwestin ku di salên 2014-2015`an de Kobanê tune bikin, lê bi saya bavê min û hevrêyên wî, ev bajar hat rizgarkirin û neket destê çeteyan, em ê niha jî bi heman rihî û heman berxwedanê bajarê xwe biparêzin û bi ser bikevin."
ANHA/DÎCLE EHMED














