Dorpêça li ser Kobanê didome
Şemî 21 Sibat 2026 - 03:45

Dorpêça li ser bajarê Kobanê bandor li hemû waran kiriye. Tenê firneyek pêdiviya welatiyan a nan peyda dike, rojane 40 tûrên nan çêdike.
Ji 20'ê Çileyê de komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê dorpêçeke giran li ser Kobanê daye destpêkirin. Ji ber dorpêçê welatî zehmetiyan dikişînin. Yek ji cihên ku pêdiviya welatiyan a rojane pê heye firneya nan a li Kobanê ye.
Der barê mijara zehmetî û peydakirina nan de, berpirsê karkerên Firneya Nan a Alî ya bajarê Kobanê Mihemed Hisên axivî.
Mihemed Hisên diyar kir ku Kobanê hîna di dorpêçê de ye, lê li gel derfetên heyî firne ranewestiye û got: "Nêzî 100 karker di firneyê de dixebitin. Di dema şer û êrişan de firne û karker 24 saetan dixebitîn, gel jî pê re dibû alîkar. Di şer de her 6 an 7 saetan karkeran xebata çêkirina nan dewrî yên din dikir."
Mihemed Hisên destnîşan kir ku heta 25 rojan ji dorpêçê firne 24 saetan di xebatê de bû, hin xeterî ji ber vê xebata zêde li ser firneyê hebûn ku ji xizmetê derkeve hebûn. Mihemed Hisên diyar kir ku "Ji ber dorpêçê zehmetiyên peydakirina ard û sotemeniyê dikişînin. Lê ji bo gelê xwe em ê li ser pêyan bin û xizmetî wan bikin."
ANHA/SARYA ŞÊXO















