Em dixwazin vegerin Efrînê
Çarşem 25 Sibat 2026 - 03:43

Koçberên ji Efrînê got ew dixwazin bi ewle û bi rûmet vegerin Efrînê û xwest komên girêdayî Tirkiyeyê ji Efrînê derkevin.
Koçberên ji Efrînê azar û êşên xwe anîn ziman û daxwaz kir bê tirs û bi ewle vegerin gund û bajarê xwe.
Letîfa Seydo diyar kir ew 3 caran koçber bûye û got: "Em dixwazin bi hêzên xwe re vegerin Efrînê. Divê komên li wê derê derkevin. Em bê garantî nikarin vegerin. Em li bajarê xwe bi ewle û bi rûmet bijîn."
Mihemed Mihemed jî got: “Em 3 caran koçber bûne. Cara dawîn em bi meş ji Tebqa û Reqayê koçber bûn. Baran dibariya, hewa gelekî sar bû, em bê av û xwarin bûn û me nedizanî wê kî li pêşiya me derkeve. Li ser rêkê cenaze hebûn û şer berdewam dikir. Zarokên me di koçberiyê de gelek zehmetî dîtin. Em li ser zarokên xwe ditirsin. Rewş gelekî zehmet e. Eger veger ne ewle be em nikarin vegerin.”
Şêrîn Mistefa anî ziman ew 4 caran koçber bûye û got: “Mayîna komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê û kiryarên wan vegerê asteng dikin. Heyanî kuştin, talankirin û tirs hebe em nikarin vegerin. Eger em vegerin, divê vegereke ewle û birûmet be."
ANHA/QAMIŞLO/ROHAT XELEF















