Em çareseriyek mayinde dixwazin

Duşem 2 Sibat 2026 - 03:52

Kurdên li bajarê Kobanê û koçberên ku ji ber êrîşên di demê dawî de li bajar bicih bûne, daxwaza çareseriya siyasî û mafê wan bi destûra bingehîn were garantîkirin dikin.

Kurdên li Kobanê û koçberên ji ber êrîşan xwe sipastine bajar dixwazin mafê wan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de bên garantîkirin. Jinên koçberî Kobanê bûne diyar kirin ku hemû alîkariyên pêşkêşî wan tên kirin, gefên şeklî yên rewakirina dirêjkirina dorpêçê ye û polîtîkayên sîstematîk ên komên girêdayî Heyet Tahrir el-Şam li dijî Kurdên li bajar, balê bidin cihekî din e.  Kurdên li Rojava, di mijara mafan de ti caran bazarê nakin, divê ji ber têkoşîna ku bi salan li dijî terorê dayîn meşandin, di destûra bingehîn û mekanîzmaya biryargirtinê mafên wan were garantîkirin.

Kewser Ehmed ku neçar maye ji gundewarên Kobanê koçber bibe, rola civaka navneteweyî ya ‘çarenûsa Kurdan biçûk dibîne’ rexne kir û got: “Pêwîstiya me gelê Kurd bi qoliyên xwarinê nîne. Em li ser çarenûsa gelê xwe û xwîna zarokên xwe tu bazaran nakin. Em çareseriyek bi kok ku mafê gelê Kurd garantî dike dixwazin.”

Lemya Rifaat ku ji Reqa koç kiriye wiha got: “Derdora saet duyan em ji malên xwe derketin, me tiştek negirt gel xwe. Em bi cilên li ser xwe derketin. Ev zêdeyî 10 rojan e em li Kobanê ne, me cihek ê bicihbûnê nedîtiye. Ez bang li Kurdên Rojhilat, Bakurê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê dikim ku piştgiriya ji bo berxwedana dîrokî ya Rojava bidomînin. Ez sekna civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî rexne dikim.  Em bêdengiya NY'yê ya li dijî êrîş dorpêç û zexta beramberî Kurdan şermezar dikin. Em bi awayekî layîqî fedekariya gelê xwe em dixwazin mafên xwe bi hiqûqî garantî bikin.”

Fatma Bozan a ji gundewarê Kobanê, diyar kir ku li gel malbata xwe di firoşgehekê de dijî û got: “Ev cara duyem e em ji gundê xwe koç dikin. Ya destpêkê DAIŞ em ji cihên me kirine, ya duyem jî şopdarên zîhnyeta DAIŞ’ê bû. Di nava sermaya zivistanê de rewşa me gelek ne baş e. Em ji şer û koçberiyên dubare dike bêzar bûne, em dixwazin bijîn.”

Hazna Hemo jî wek yên din di firoşgehekê de li gel sê malbatan dijîn, da zanîn ku di êrîşên dewleta Tirkiye de li dijî herêmê de keç û kurekî xwe winda kiriye û got: “Piştî me koç kir, leşkerên bi pere, ketin gundên me, deriyê mala me şikandin û hemû tiştên tê de dizîn. Em jî ji mafên herî bingehîn bê par di firoşgehekê de dijîn. Tevî vê jî Tirkiye û leşkerên bi pere yên girêdayî wan û cîhadîstên Heyet Tahrir el-Şam bela xwe ji me venakin. Zarokên me di eniyên pêş de me diparêzin, pêşhatina van leşkerên bi pere asteng dike. Em nizanin dijîn, an birîndar in. Lê belê em berxwedana wan destek dikin. Leşkerên bi pere tolê ji gel hildigirin. Ev jî derveyî zagonên civaka navneteweyî ye û bêdengî jî tê wateya erêkirina van êrîşan.”

NÛJINHA / KOBANÊ / SÎLVA EL ÎBRAHÎM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.