Peyama 'vegerê' ya ji bo gel e

Çarşem 25 Sibat 2026 - 03:40

Şandeyek ji Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên Rojavayê Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn), Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Merwan El Elî û Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê Mihemed Ebdulxenî û Suraqa Emûrî pêk dihat serdana Efrînê kirin. Şandeyê bi rêveberiya bajarê Efrînê re li ser vegera kesên ku ji ber êrişa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê ya 2018'an koçber bûne nîqaş kir.

Hevberdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê ya di 2018'an de gelek binpêkirinên mafên mirovan çêbûne û got:"Di wê demê de hejmara kesên ku bi zorê koçber bûne ji 300 hezarî zêdetir e. Nêzîkî 10 hezar welatî hatine revandin an girtin."

Ji sedî 75 vegeriyane

Şêxo destnîşan kir ku piştî hilweşîna rejîma Esed di sala 2024'an de gelek malbat ji Efrînê, bi taybetî ji Şehbayê, vegeriyane welatê xwe û got:"Di vê pêvajoyê de, 2-3 hezar malbat ji Tebqayê vegeriyan û 200 malbatên din jî bi rêya deriyê sînor ê Şedadê vegeriyan Efrînê. Heta niha, em dikarin bibêjin ku ji sedî 75'ê Kurdên Efrînî vegeriyane welatê xwe. Em hewlên xwe ji bo vegera her kesî didomînin. Hin ji wan kesên ku neçar mane koç bikin li Ewropa, Herêma Kurdistanê, Tirkiye, Qamişlo, Hesekê û Dêrikê ne. Nêzîkî 9 hezar malbat hîn jî nekarîne vegerin. 400 ji van malbatan wê di demeke nêzîk de vegerin. Dû re malbatên din jî dê hêdî hêdî vegerin."

Mercên pêwîst tên peyda kirin 

Şêxo girîngiya hatina şandeya ji fermandarên hêzên ewlehiyê yên girêdayî QSD’ê bo Efrînê destnîşan kir û got:"Şande berî ku vegere demekê li Efrînê ma. Li gorî peymana di navbera HSD'ê û hikûmeta Şamê de hatibû îmzekirin, vegera xelkê Efrîn, Serêkaniyê û Şêxmeqsûdê diviyabû bihata misogerkirin. Şande di vê çarçoveyê de hat Efrînê. Ji bo hêsankirina vegera xelkê bi rêveberiya Efrînê re civînek hat lidarxistin. Mercên pêwîst ji bo vegera xelkê tên peydakirin. Di heman demê de, ev serdan peyamek e ji bo kesên ku dixwazin vegerin Efrînê. Ew peyama ku di vegerê de pirsgirêk çênabin dide. Şande bi cilên xwe yên fermî hat Efrînê. Ev nîşan dide ku ew beşek ji Hikûmeta Demkî ya Şamê ne."

Berxwedana mezin vegera Efrînê ye

Şêxo li ser îdiayên der barê tugayek girêdayî QSD’ê ku tê plankirin ji ciwanan li Efrînê were avakirin jî got:"Dema me ji rayedaran li ser avakirina tugayek li Efrînê pirsî, wan got ku pêşniyazeke wisa heye. Lêbelê, em nizanin ka ev wê were bicîhanîn yan na. Em welatiyên Efrînê ne. Vegera me li ser vê yekê ye. Ewlekariya kesên ku vedigerin berpirsiyariya rêveberiya Efrînê ye. Em dibînin ku gelek şert û merc guherîne û rewş çêtir e. Binpêkirinên mafên mirovan li gorî berê kêm bûne. Pêwîste ku hemû gelê me vegere ser axa xwe." 

Şêxo destnîşan kir ku welatiyên Efrînî li her derê li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser herêma wan berxwedanek nîşan dane û got:"Gelê me li her derê li ber xwe da û têkoşîn kir, lê berxwedana herî mezin ew e ku her kes vegere ser axa xwe û di bin darên zeytûnan de bisekine. Ev rûmeta herî mezin e."

MA/OMER AKIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.