Rewşa vegera koçberan

Pêncşem 19 Sibat 2026 - 03:30

Pîştî peymana di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de xalên peymanê dikevin meriyetê. Yek ji wan xalên peymanê jî vegera bi ewle ya koçberên Efrînê ye. Ji bo vegera koçberên Efrînî destpêkê wê 400 malbatên ku ji navçeya Cindirês, Şiyê û Mabata ne vegerin warê xwe.

Peymana ku 29’ê Çileya 2026'an de di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê de hat îmzekirin û 30’ê Çileyê hat eşkerekirin, wekî rojevek sereke ya herêmê û cîhanê cihê xwe diparêze. Di peymanê de 2 bendên ku wekî xalên herî girîng tên binavkirin jî mijarên koçberî û perwerdeyê ne. Li ser herdu xalan hîn danûstendinên berfireh nehatine kirin û gavên berbiçav nehatine avêtin. Lê ji bo vegera bi ewle ya koçberan kar û xebat tên meşandin û êdî dikeve meriyetê.

Zêdetirî 300 hezar koçberên ku ji Efrîn, Şehba, Helebê di encama êrişan de 3 caran cihên xwe terikandin, her wiha 150 hezar kesên ku ji Serêkaniyê û Girê Sipî koçber bûne, li benda vegera bi ewle ne. Herwiha ger ku tu astengî dernekevin û plansaziyek hevpar were derxistin, bi giştî zêdetirî 450 hezar koçberên ji Efrîn, Şehba, Heleb, Girê Sipî û Serêkaniyê wê karibin vegerin warên xwe. Li gorî peymanê pêwîst e vegerek bi ewle çêbibe û li bajarên wekî Efrîn, Şehba, Girê Sipî û Serêkaniyê pergala  ewlekariya  hundirîn were avakirin. Derbarê vegera Efrînê de Hevseroka Kombenda Efrîn a Civakî Cîhan Hisên axivî.

Cîhan Hisên anî ziman ku bi salan e ew ji bo vegera Efrînê di nava kar û xebatan de ne û wiha got: "Şêniyên Efrînê tu carî hêviya xwe ya vegera Efrînê winda nekirin, her dem ji bo ev hêviya wan pêk bê têkoşîn dan. Li Şehbayê jî bi salan di nava dorpêçê de têkoşîna xwe domandin. Di peymana 10'ê adarê de jî xala sereke vegera koçberên Efrînê bû, lê ji ber ku peyaman bi şerê berdewam kir re vala hat derxistin dîsa gel ket ser riya koçberiyek din. Bi peymana 30'ê Çileyê re vegera koçberan dîsan ket rojevê û bû xalek esasî."

Cîhan Hisên diyar kir ku wê ji bo vegerê despêkê 400 malbat derbasî navçeyên Efrînê bibin û ev agahî da: " Niha gelê me li bajarên Herêma Cizîrê di mizgeft û dibistanan de bi cîh bûye.  Ji bo vegerê wê gelê me yê ku li herêmê bi cîh bûye derbasî navçeyên Cindirês, Mabata û Şiyê bibin. Ji bo destpêkê 400 malbat hatine diyarkirin. Wê ev veger di nav demê de qafîle bi qafîle dewam bike."

Cîhan Hisên di dawiyê de behsa pêşwaziya gelê Efrînê ji bo vegerê kir û wiha got: " Gelê Efrînê di nava rêwitiya koçberiyê de gelek zahmetî kêşand. Ji bo vegerê gel pir kêfxweş û bi moral e, hêviya wan a bi salan pêk tê û hesreta vegera Efrînê bi dawî dibe."

JINNEWS / QAMIŞLO /  JIYAN GENCAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.