
Li odeyeke mîna hucreyekê de Elîsar Îbrahîm a Elewî ji bo ku zarokên koçber ên Kurd ji xwendinê qut neke dersan dide wan. Zarok jî hezkirinê xwe yên ji bo dîtina dersan anîn ziman.
Elîsar Îbrahîm (20) jineke ciwan e ji pêkhateya Elewî ye, bi eslê xwe ji bajarê Misyaf ê beravê ye, li Şamê ji dayîk bûye û li Himsê jî bi malbata xwe re jiyaye. Dema Elîsar li Zanîngeha Şamê beşa Biyolojî dixwend, hikumeta demkî hate ser desthilatê di navbera wê û hevalên wê de zimanê nefretê yê Sinî û Elewî pêşket. Hevalên wê xwestin zextê lê bikin da ku hicabê deyne serê xwe ji ber ew rewşeke wisa qebûl nekir xwe ji zanîngehê qut kir. Di wê navbera ku komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê komkujî li dijî Elweyan pêk dianî, Elîsar bi hevjînê xwe re dizewice û her du li bajarê Tebqayê bi cih dibin. Piştî Tebqayê ew û hevjînê xwe koçî bajarê Qamişloyê kirine û di odeyeke biçûk mîna hucreyekê de li dibistanekê de dimînin. Dema Elîsar li Şamê bi malbata xwe re dijiya zarokan fêrî dersên Bîrkarî, Zimanê Erebî û Ingilîzî dikir. Ew 8 zarokên koçber ên Kurd ên bi eslê xwe ji Kobanê ne, li Serêkaniyê jiyane û herî dawî ji Tebqa û Reqayê koçî Qamişloyê kirine, fêrî dersan dike. Elîsar dibêje ku ew hez dike dersan bide zarokan û ji dîtina wan a derdora xwe enerjiyeke erênî digire. Ji nava 8 zarokên koçber ên ku ew wan fêr dike, zarokeke heye ji ber ku bi zimanê xwe yê dayîkê li dibistanên Rêveberiya Xweser xwendiye zehmetiyê di fêmkirina bi zimanê Erebî ji wê dikişîne.
Aya Calî (10), Bêrîtan Calî (8) û Delîl Şahîn (11) zarokên ku Elîsar wan li odeya xwe fêr dike, dibêjin ku wan ji birina dersê hez kirine. Ew dema bi tena xwe dimînin aciz dibin, lewma dixwazin bixwînin. Dema dibistan tune be ew aciz dibin.
ANHA/QAMIŞLO















