
- Nivîskarên Kurd, li ser hevgirtina Kurdan a ku li dijî êrişên li Rojavayê derket holê axivîn û diyar kirin ku Kurdan yekîtiya xwe îlan kiriye.
Êriş û komkujiyên li dijî Rojavayê pêk hatin hemû Kurdên li Kurdistan û cîhanê anîn cem hev û bi milyonan kesên ku li dijî êrişan derketin kolanan peyamên girîng li ser yekîtiya Kurdan ragihandin. Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwaniyê û Sekreterê Giştî yê PENa Kurd Azad Zal, nirxandinên xwe li ser vi ruhê yekîtiya neteweyî û bangên ji bo wê pêşkêş kirin. Herdem Merwaniyê ku piştgiriya xwe ji bo peymana ku di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin ragihand, da zanîn ku vê peymanê pêşî li komkujiyekê girt û got:"Ez wekî Kurdekî xwedî li vê peymanê derdikevim û pê serbilind im." Herdem Merwaniyê bi bîr xist ku siyaseta Kurd di salên borî de gelek hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî kiriye bêyî ku encamên berbiçav bi dest bixe û got:"Cara yekem e ku gelê Kurd biryara xwe daye û yekîtiya Kurd îlan kiriye. Niha, siyaseta Kurd divê vê biryarê bi cidî bigire. Dema ku gel dibêje 'Yek, yek, yek, gelê Kurd yek e,' helwesta wan eşkere ye. Bi vê biryarê sînor hatine şikandin. Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojhilatê Kurdistanê êdî ji bo Kurdan xwedî yek wateyê ne. Tenê tiştê ku maye ev e ku siyasetmedarên Kurd bi rêya dîplomasiyê vê biryarê qebûl bikin."
Divê destketî bên parastin
Azad Zal diyar kir ku ev peyman ji bo bidawîkirina şerê li Rojava û parastina destkeftiyên Kurdan girîng e û got:"Ji bo cara yekem di dîrokê de, dil û hişê Kurdan yek in. Kurdan di xwesteka xwe ya azadiyê û destkeftiyên xwe de xaleke hevpar dîtine. Wekî nivîskar û rewşenbîr, em vê pêvajoyê pir girîng dibînin" û da zanîn ku divê ev yekîtî bala raya giştî ya cîhanê bikişîne. Zal diyar kir ku Rojava bûye sembola azadî û yekîtiyê û got:"Ev yekitî wê gelek pêşketinên baş û erênî bîne. Ji ber vê yekê, em hêvîdar in." Zal diyar kir ku divê peyman ji perspektîfeke leşkerî û siyasî ve derbarê statuya Rojava de bi baldarî were nirxandin û got:"Di warê dîplomasiyê de, naskirina mafên Kurdan ji aliyê cîhanê ve pir girîng e. Divê Kurd ne bi êş û komkujiyan, lê bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê werin naskirin. Li Rojava berxwedaneke mezin, li Rojhilat serhildanek, li Başûr statuyeke girîng û li Bakur pêvajoyeke azadiya demokratîk heye. Divê Kurd li her deverê cîhanê bin û vê yekîtiyê biparêzin û belav bikin."
MA/AMED















