
- Derhênerên sînemaya Kurdî ragihandin ku şervanên jin li dijî fikir û kevneşopiyê bi çeka xwe şer dikin, jinên hunermend jî bi hunera xwe nasname û çanda xwe diparêzin û gotin:“Têkoşîna hunermend û şervanan hevdu temam dikin.”
Gelê Kurd li her derê piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî plan û komployên dagirkeriyê, zêdetir dike. Di vê çarçoveyê de derhênerên Kurd ên Başûrê Kurdistanê têkildarî giringiya piştgiriya ji bo Rojava û yekitî û yekrêziya Kurd de ji Rojnews’ê re axivîn. Derhêner Rojê Hesen di destpêka axaftina xwe de qala xebat û berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê kir û got “Têkoşîna jinên Rojava yek ji têkoşînên herî dilxweş ên di dîroka jinan û gelê Kurd de ye. Niha jî, ji bo parastina gel û welat, hêvî û bawerî bi jinên Kurd hêvî heye. Jinên Rojava li dijî fikir û kevneşopiyê şer dikin. Huner yek ji rêbazên belgekirina çandê ye, her wiha bi rêya fîlm û muzîkê bandorek raste rast li ser domandina nasnameya her neteweyekê dike. Ev rastiyeke ku sînemaya Kurdî bi taybetmendiyên xwe yên çanda Kurdî, dikeve nav sînemaya cîhanê. Em bi rêya sînemayê ji bo nasnameya neteweya xwe têdikoşin.”
Jinên Kurd çanda gelê Kurd diparêzin
Rojê Hesen destnîşan kir ku hemû jinên Kurd çand û nasnameya gelê Kurd diparêzin, lê bi awayên cuda û got:“Em jinên hunermend bi hunera xwe û jinên şervan jî bi çekên xwe yên ku jiyana xwe ji bo parastina ax, nasname û çanda xwe dixin metirsiyê, diparêzin.”
Huner çekek a parastina netewê ye
Her wiha Derhêner Hewraz Mihemed jî têkildarî heman mijarê got:“Ti demek nîne ku gelê Kurd rastî qirkirinê nehatibe. Ji ber vê yekê divê sînemaya me di wê astê de be ku cîhan li pişt me be.” Derhêner Hewraz Mihemed diyar kir ku huner jî çekek ya parastina netewê ye û got:“Bê guman, şervanên li Rojavayê Kurdistanê ji bo fikir, çand û reseniya me şer dikin. Lê gava dijmin bi çekan li dijî me radiweste, divê em jî xwe biparêzin. Têkoşîna hunermend û şervanan hevdu temam dikin. Tu carî lûleyên çekan nikarin gotina dawî bibêjin û huner bêyî lûleyên çekan tu carî nikare bigihîje armanca xwe. Tevî ku gerîlayên azadiyê di çend salên borî de îspat kirine ku armanca wan bi aştiyê û nizimkirina lûleyên çekên xwe pêkve jiyan e, lê ger em rastî zilmê werin û bên bindestkirin, ji bo parastina xwe pêdivî bi çekan heye.” Hewraz Mihemed tekezî kir ku pêwîste sînemaya Kurdî nêrîna teorîk a ku li ser jiyana hevbeş û nîşandana pozîsyona bihêz a jinan di fîlmên xwe de difikirin, nîşan bide da ku bikarin serkeftinên gelê Kurd di fîlmên xwe de nîşan bidin.
ROJNEWS/PERÊZ REMEZAN












