Sînemaya aporîk a Kurdî: ji pênaseyê ber bi teoriyê ve

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Tebax 2026 - 18:30

  • Sînemaya Kurdî pratîkeke çandî ye ku di navbera welat, dîaspora, ziman, bîranîn û afirîneriyê de bi awayekî berdewam xwe nîşan dide. Di şertên wiha de, "aporîa" ne nîşana qelsiyê ye; berevajî wê, ew dibe rêbaza teorîk ku bi saya wê em dikarin tevlîheviya Sînemaya Kurdî bêyî ku wê di nav pênaseyeke teng de asê bikin, fam bikin.

ARDÎN DÎREN

Pênasekirina "Sînemaya Kurdî" (ez vê pênaseyê tercîh dikim) ji wan pirsgirêkên sereke ye ku heta niha di warê lêkolîna sînemayê de bersiveke yekdest û teqez nehatiye dayîn. Gava mirov li nivîs, gotar û axaftinên li ser vê mijarê dinêre, gelek pênaseyên cuda derdikevin pêşiya mirov. Weke;

Sînemaya Kurdî,

Sînemaya Kurd,

Sînemaya Kurdan,

Sînemaya Kurdistan.

Her yek ji van pênaseyan xwedî bingeheke teorîk û siyasî ye; her yek jî di heman demê de tiştekî di nav xwe de dihewîne û tiştekî din li derveyî xwe dihêle. Pirsgirêka sereke jî tam li vir dest pê dike: gelo bi rastî em dikarin bi pênaseyeke yekane tevahiya pratîka sînemaya Kurdî rave bikin?

Ev gotar hewl nade ku bersiveke dawîn bide vê pirse. Her wiha hewl nade ku bersiveke teqez jî bi dest bixe. Berevajî wê, armanca wê ew e ku nîşan bide bê ka çima bersiveke teqez dibe ku bi xwe pirsgirêkê kûrtir û mezintir bike.  Ji ber şertên dîrokî, siyasî û erdnîgarî yên Kurdan, her pênaseyek ku bixwaze sînorên "Sînemaya Kurdî" diyar bike, ew ê di heman demê de hin derhêner, film an pratîkên sînematografîk li derveyî wî sînorê bihêle. Ji ber vê yekê, divê pirs ne tenê ev be;

"Kîjan film Kurdî ye?"

belkî her wiha divê em bipirsin;

"Bi kîjan şertan em ji filmekî re dibêjin Kurdî?"

Di felsefeyê de, ji bo rewşên wiha têgeha “aporîa” tê bikaranîn. Ji demên Platon û Arîstoteles ve aporîa rewşeke fikrî ye ku tê de argûmanên dijber di heman demê de dikarin rast xuya bikin û mirov nikare bi hêsanî bigihîje encameke yekalî. Di felsefeya nû de, bi taybetî di xebatên Jacques Derrida de, aporîa ne weke pirsgirêkek ku divê were çareserkirin tê dîtin; berevajî wê, ew şertê afirandina fikrên nû ye. Aporîa nîşan dide ku hin têgeh, nasname û sînor bi xwezayî ne hişk in lê belê her tim di nav tevlihevî û guherînê de ne.

Heger rewşa Sînemaya Kurdî jî bi vê têgehê were ravekirin ew ê baştir bibe. Ev ne tenê ji ber ku Kurdistan welatekî parçebûyî ye, lê her wiha ji ber ku pratîka Sînemaya Kurdî bi xwe ji sînorên siyasî dibuhire. Pratîka Sînemaya Kurdî bi sînoran re li hev nekiriye û wisa dixweye ku ew ê ji îro şûnde jî li hev nake! Derhênerek dikare li Amedê ji dayik bibe, li Stockholmê bijî, li Berlînê filmê xwe çêbike û li ser jiyana penaberên Kurd li Yewnanistanê biaxive. Derhênerekî din dikare ne Kurd be, lê li ser dîroka Kurdan fîlmekî çêbike. Filmek dikare bi Tirkî, Farisî an Erebî be, lê hemû cîhana wî ya çîrokî li ser Kurd û Kurdistanê were avakirin. Di şertên wiha de, pirs ne ew e ku "kî Kurd e?" an "film bi kîjan zimanî ye?", lê pirs ew e ku ev hemû şert bi hev re têkiliyeke çawa çêdikin.

Ji ber vê yekê, ez di vê gotarê de têgeha Sînemaya Kurdî bikar tînim û dixwazim bi vê pênaseyê Kurd(î)bûnê bikirpînim. Ji lewma gava dibêjim “Kurdî” ji ziman wêdatir hizrek û nêrînekê ava dikim. Bi vê “Kurdî”bûnê tenê zimanê filman jî îşaret nakim. Li vir "Kurdî" têgehek firehtir e ku ziman, bîranîn, erdnîgarî, dîrok, ezmûna bindestiyê û pratîkên çandî di nav xwe de hildigire. Filmek tenê ji ber ku bi zimanê Kurdî hatiye çêkirin, bi xwe dibe filmekî Kurdî; her wiha tenê ji ber ku bi zimanekî din hatiye çêkirin, nikare bi awayekî otomatîk li derveyî vê çarçoveyê were hiştin. Pênaseya Sînemaya Kurdî divê encama têkiliya gelek pîvanan be, ne encama pîvaneke bi tenê. Ji lewma jî ji bo min pênaseya herî maqûl -ku min li jor çarçoveyekê diyar kir ji bo vê pênaseyê- “Sînemaya Kurdî” ye. Lê her wiha li pênaseyeke nû jî dihizirim; “Sînemaya aporîk a Kurdî”. Dibe ku pênaseyeke bi vî rengî aloziya li ser vê rewşê baştir rave bike.

Ev nihêrîn me ji pênaseyên hişk dûr dixe û dihêle ku Sînemaya Kurdî ne wekî berhemek ku tenê di nav sînorên dewletekê de tê hilberandin lê wekî pratîkeke çandî ya ku di navbera welat, dîaspora, ziman, bîranîn û afirîneriyê de bi awayekî berdewam digere, were xwendin. Di şertên wiha de, "aporîa" ne nîşana qelsiyê ye; berevajî wê, ew dibe rêbaza teorîk ku bi saya wê em dikarin tevlîheviya Sînemaya Kurdî bêyî ku wê di nav pênaseyeke teng de asê bikin, fam bikin.

Ji sînoran wêdetir: Sînemayeke transneteweyî

Di lêkolînên sînemayê yên salên dawî de têgeha Transnational Cinema (sînemaya transneteweyî) bûye yek ji têgehên sereke yên ku şert û mercên hilberandina sînemayê ji nû ve rave dike. Ev têgeh ji rexneya têgeha "sînemaya neteweyî" derketiye holê. Ji bo gelek xelk û civakan, nexasim yên ku bi koçberî, dîaspora, bindestî an jî kolonîzasyonê re rû bi rû mane, sînorên dewletan nikarin çarçoveyeke rast a hilberandina çandî derxin holê. Ji ber vê yekê gelek teorîsyenên sînemayê îro pêşniyaz dikin ku hin pratîkên sînematografîk ne di nav sînorên neteweyan de lê di navbera wan de bên xwendin.

Rewşa Sînemaya Kurdî jî bi awayekî xwezayî di nav vê çarçoveyê de cih digire. Kurdistan ji hêla siyasî ve di nav çar dewletan de hatiye parçekirin lê jiyana çandî ya Kurdan her tim ji van sînoran bihuriye. Ziman, bîranîn, çîrok, muzîk û niha jî sînema di navbera Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û dîasporayê de bi awayekî domdar di nav tevgerekê de ye. Ji ber vê yekê, şertên ku sînemaya neteweyî li ser wan hatiye avakirin, bi tevahî li ser pratîka Sînemaya Kurdî nayên ferzkirin.

Bi sînemayê avakirina ‘civakeke xeyalî’

Li vir têgeha "civaka xeyalî" (Imagined Community) ya Benedict Anderson dikare bibe yek ji çarçoveyên teorîk ên herî bikêr. Anderson di berhema xwe ya navdar “Imagined Communities” (Civakên Xeyalî) de dibêje ku netewe ne rastiyeke xwezayî ye û ne jî komaleyeke ku hemû endamên wê hev nas dikin. Netewe civakeke xeyalî ye; mirov bi rêya ziman, çapemenî, sembol, çîrok û bibîranînên hevpar xwe wekî beşek ji civakeke mezin xeyal dikin. Ev "xeyal" nayê wê maneyê ku netewe ne rast e. Berevajî wê, netewe bi vî şertê dikare weke civakekê xwe bibîne.

Sînema tenê çîrokan nagihîne ser perdeyê; ew cih, dem, bîranîn û hestên hevpar diafirîne. Gava temaşevanek li Amedê, yek li Silêmaniyê, yek li Qamişloyê û yek li Berlînê heman fîlmî temaşe dikin, ew tenê heman çîrokê nabînin. Ew di heman demê de xwe di nav heman bîranîna kolektîf de jî dibînin. Ji ber vê yekê, Sînemaya Kurdî ne tenê berhema civakê ye; her wiha ew amûra avakirina civakê ye.

Lê şertên Kurdan ji teoriya Anderson jî bihurandiye. Anderson netewe li ser bingeha pergala çapemeniyê û dewletên modern rave dike. Di şertên Kurdan de ne çapemenî û ne jî sazîyên fermî bi awayekî yekgirtî hebûn/hene. Ji ber vê yekê, xeyala neteweyî-hevpar bi rêyên cuda hatiye avakirin. Dengbêjî, stran, çîrokbêjî, wêje, rêûresm, qetlîam, koçberî û paşê jî sînema.

Koçberî; beşek ji zimanê sinematografîk

Xebatên Hamid Naficy ên di vî warî de jî taybet û girîng in. Naficy, di teoriya xwe ya “Accented Cinema” (Sînemaya Devokî) de nîşan dide ku sînemaya koçberan, penaberan û dîasporayê xwedî taybetmendiyên estetîk û çandî yên taybet e. Ev sînema li hember “Sînemaya Serdest” radibe û di sînemayê de sekneke nû nîşan dide. Li gor wî, şertên koçberiyê ne tenê mijara filman diguherînin; ew her wiha şêweya çêkirina filman, nêrîna kamerayê, têkiliya bi cih û bîranînê û awayê çêbûna nasnameyan jî diguherînin. Bi gotineke din, koçberî tenê şertê hilberandinê nîne; ew dibe beşek ji zimanê sînematografîk.

Ev nêrîn ji bo Sînemaya Kurdî gelek girîng e. Gelek derhênerên Kurd li dîasporayê dijîn, li derveyî Kurdistanê film çêdikin an jî bi hevkariya gelek welatan berhemên xwe diafirînin. Bi gotinek din ew di rêya koçberiyê de fêrî sînemayê dibin û bîranînên di vê koçberiyê de dikin çakaniya filmên xwe. Heke em Sînemaya Kurdî tenê bi erdnîgariya hilberandinê pênase bikin wê demê gelek berhemên girîng bi awayekî xwezayî li derveyî vê pênaseyê dimînin. Lê şertên koçberî û dîasporayê ne rewşeke derveyî Sînemaya Kurdî ne; berevajî wê ew şertên bingehîn ên afirandina wê ne.

Her wiha, teorîsyenê çandî Homi K. Bhabha di têgeha xwe ya Third Space (Cihê Sêyem) de dibêje ku nasname ne tiştên hişk û neguherbar in. Ew di navbera ziman, çand û şertên cuda de têne afirandin. Ev nêrîn ji bo Sînemaya Kurdî jî girîng e. Gelek filmên Kurdî di navbera gelek zimanan, gelek çandan û şertên siyasî yên cuda de tên afirandin. Ji ber vê yekê, pirs ne tenê ew e ku "film bi kîjan zimanî hatiye çêkirin", lê her wiha divê em bipirsin "film di nav kîjan şertên çandî û siyasî de hatiye afirandin?"

Ji lewma jî divê Sînemaya Kurdî ne bi pîvanekî yekane lê bi têkiliya çend pîvanan were nirxandin. Ev pîvan nikarin ji hev cuda bên nirxandin; her yek di navbera yên din de maneyekê li xwe bar dike û çeper bi vî awayî firehtir dibe. Heger mirov çend pîvanan li pey hev rêz bike; mijar, ziman, nasnameya afirîner, erdnîgarî û estetîka film ango sinematografî. Ev hemû ji bo ezmûna Kurd(î)bûnê -ezmûna çandî û civakî- bi hev re têkiliyek çawa datînin û hevdu çawa temam dikin.

Tu pîvan bi tena serê xwe ne bes e ku fîlmekî wekî "Sînemaya Kurdî" pênase bike. Lê gava ev pîvan di nav têkiliyekê de werin nirxandin, ew dikarin çarçoveyeke analîtîk biafirînin ku pratîka Sînemaya Kurdî bi awayekî firehtir û rasttir were famkirin. Ev nihêrîn, ji aliyekî ve ji pênaseyên hişk dûr dikeve, ji aliyê din ve jî rê nade ku her fîlmek ku tenê têkiliyekî biçûk bi Kurdan re hebe, bê şert û merc di nav Sînemaya Kurdî de were bicihkirin. Ji ber vê yekê, pirs ne ew e ku "kîjan film Kurdî ye?", lê belê pirs ew e ku "kîjan têkiliyên çandî, siyasî, estetîk û dîrokî filmekî dixin nav çarçoveya Sînemaya Kurdî?" Ev pirs bêhtir xwe dispêre şertên dîrokî yên Kurdan û di heman demê de bi teoriya sînemaya transneteweyî ya îro re jî li hev tê.

Aporîa di pratîkê de: Kîjan fîlm "Kurdî" ye?

Heger em qebûl bikin ku Sînemaya Kurdî bi pîvanekî yekane nayê pênasekirin, wê demê divê em vê nêrînê di pratîkê de jî biceribînin. Yek ji nimûneyên herî li ber çav û zêde tê nîqaşkirin Yılmaz Guney e. Filmên wî yên wekî Sürü (1978) û Yol (1982) bi zimanê Tirkî hatine çêkirin. Ger ziman tenê pîvana me be, divê ev film ji çarçoveya Sînemaya Kurdî bên derxistin. Lê ev encam bi pratîka dîrokî ya sînemayê re li hev nayê. Ji aliyê din ve cîhana çîrokî ya Guney, karakterên wî, têkiliya wan bi desthilatdariyê, erdnîgarî, bindestî û şertên civakî yên ku filman ava dikin, bi awayekî kûr bi ezmûna Kurdan ve girêdayî ne. Ev ne tenê mijar e; ew di estetîka filman de jî xuya dibe. Ji ber vê yekê, ne mimkûne ku tenê ji ber zimanê filman em wan ji dîroka Sînemaya Kurdî derxin.

Her wiha em dikarin filmên Îbrahîm Selman jî binirxînin. Karwanê Bêdeng (1994) bi zimanê Kurdî hatiye çêkirin lê dîmenên film li Yewnanistanê hatine girtin. Filmên din ên wî jî zêdetir li dîasporayê hatine afirandin. Heke em "Kurdistan" wekî şertê bingehîn bibînin û bikin yekane pîvan, wê demê ev film jî dikevin derveyî pênaseyê. Lê şertên koçberî û dîaspora di pratîka Sînemaya Kurdî de ne rewşên awarte ne; ew bûne yek ji şertên bingehîn ên hilberandina wê. Di vê rewşê de, erdnîgarî bi tena serê xwe nikare pîvaneke teqez be.

Mirov dikare van pirsan kûrtir bike. Heke derhênerekî ne-Kurd li ser bûyerên weke Enfal, Dêrsim û Geliyê Zîlan an jî koçberiya Kurdan fîlmekî çêbike, gelo divê ew bi tevahî li derveyî Sînemaya Kurdî were hiştin? Heger bersiva me "erê" be, wê demê em gelek berhemên ku di çêkirina bîrana kolektîf de roleke girîng lîstine, ji nav vê çarçoveyê derdixin. Heger bersiva me "na" be, wê demê şertên din divê bên nirxandin: kamera bi kîjan nêrînê li Kurdan dinihêre? Film ji dervayî dîroka fermî têkiliyeke çawa bi rastiya Kurdan re çêdike? Ew temsîl çiqas bi xwezayî an jî bi stereotîpan hatiye avakirin?

Ji ber vê yekê, pirsa sereke ne tenê ya nasnameya derhêner e. Nasnameya afirîner girîng e lê nikare wekî tekane şert were qebûlkirin. Heman tişt ji bo ziman û cihê hilberandinê jî derbasdar e.

Ji pênaseyeke hişk bêtir weke qada têkiliyan

Filmek dikare bi Kurdî be, lê ji aliyê estetîkê ve tu têkiliyek bi ezmûna Kurdî re ava neke ew ê çawa be? Di heman demê de, filmek dikare bi zimanekî din be, lê cîhana wî ya çîrokî bi tevahî li ser ezmûna Kurdan were avakirin. Ji lewma divê Sînemaya Kurdî ne weke pênaseyeke temam, hişk û girtî lê weke qadeke têkiliyan were dîtin. Di vê qadê de ziman, erdnîgarî, mijar, estetîk, şertên hilberandinê û nasnameya afirîner bi hev re têkilî çêdikin. Hin caran yek ji van pîvanan girantir dibe, hin caran yê din. Lê tu yek ji wan nikare bi tena serê xwe biryarê bide ji bo pênaseyeke tekûz û teqez.

Ev nihêrîn di heman demê de rê li ber rexneyê jî vedike. Qebûlkirina filmekî di nav çarçoveya Sînemaya Kurdî de nayê wê maneyê ku ew bi awayekî otomatîk baş an jî rast tê hesibandin. Berevajî wê, ev tenê destpêka rexneyê ye. Filmek dikare bi pratîka Sînemaya Kurdî re têkildar be lê di awayê temsîlkirinê de dibe ku stereotîpên kolonyal dubare bike, Kurdan bi awayekî romantîk nîşan bide an jî rastiya wan berevajî bike. Ji ber vê yekê, pirsên estetîk û etîk piştî pênasekirinê dest pê dikin, ne berî wê.

***

Kategoriyeke analîtîk; ‘Kurd û Kurdistan bi çavê kameraya biyaniyan’

Di vê çarçoveyê de, dibe ku kategoriyek analîtîk jî were avakirin: "Kurd û Kurdistan bi çavê kameraya biyaniyan." Ev ne kategoriyeke neteweyî ye û ne jî kategoriyeke zimanî. Berevajî wê, ew qadeke lêkolînê ye ku dikare şertên temsîlkirinê, nêrîna kamerayê û têkiliya desthilatdariyê di navbera afirîner û mijarê de binirxîne. Bi vî awayî, em hem van berheman ji dîroka Sînemaya Kurdî dernaxin hem jî bê rexne wan qebûl nakin.

Ev nimûneyên li jor nîşan didin ku şertên pênasekirina Sînemaya Kurdî her tim di nav danûstandinê de ne. Aporîa li vir ne asêbûn û şertê bêçareseriyê ye; ew şertê afirandina pênaseyeke vekirî ye ku pratîka rastîn a sînemaya Kurdan ji şertên siyasî û dîrokî yên ku tê de hatiye afirandin cuda nake.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.