Nifşên nû teşwîqî muzîkê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Îlon 2026 - 15:15

 

Li dikaneke biçûk a firotina alavên muzîkê ya li bajarê Girkê Legê yê herêma Cizîrê, Hemze Hesen komeke zarok û ciwanan fêrî lêdana tembûrê dike. Hesen dibêje fêrkirina muzîka kevneşopî dikare bibe wesîleya parastina folklorê û domandina wê ya di nava nifşan de. 

Hemze Hesen (37) ji bajarê Dirbêsiyê ye, bi rêya cîranê xwe yê bi navê Nezîd beriya 20 salan fêrî lêdana amûrên muzîkê bûye û ew astengdar e. Piştî fêkirina cîranê wî jê re Hesen behremendiyên xwe bi pêş xistin, piştî zewaca xwe sala 2013`an li bajarê Girkê Legê bi cih bû û li wir dikaneke amûrên muzîkê vekir.

Piştî 10 salan Hesen dest bi fêrkirina kesên ku dixwazin li amûrên muzîkê bidin kir, di nava van salan de bi dehan xwendekar fêr kirin, niha jî nêzî 50 xwendekaran fêr dike. Hesen dibêje hezkirina wî ya ji tembûrê ji salên destpêkê yên fêrbûna wî ya ji muzîkê re dest pê kir, bi demê re xwest xelkê fêr bike, daxwazên ji bo perwerdeya lêdana muzîkê, bi taybet ji bo zarokan, dihêle ku ew perwerdeyan bidomîne.

Hesen bi armanca dayîna derfetê li pêşiya kesên ku hez dikin fêrî lêdana muzîkê bibin, li gorî derfeta xwendekaran ji bo perwerdeyê pereyên kêm dixwaze. Hemze Hesen dibêje fêrkirina lêdana muzîkê ne tenê perwerde ye, ew pêşkêşkirina naskirina muzîkê ya ji bo nifşên nû ye.

Hesen diyar dike ku fêrkirina tembûrê yek ji wesîleyên parastina stran û awazên kevn ên folklora kurdî ne.

Hezkirina muzîkê ya nifşê nû

Kesên li ber destê Hesen perwerdeyê dibînin, dibêjin fêrbûna lêdana amûrên muzîkê ji bo pêşxistina asta muzîkê û naskirina stranên folklorîk wesîleyek e. Yek ji wan Şêrgo Ehmed (16) dibêje ku hezkirina wî ya ji tembûr û stranên kurdî hiştiye ku ew fêrî lêdana wê bibe û hunermend Aram Tîgran bandor lê kiriye. Şêrgo Ehmed dixwaze ku behremendiyên xwe yên lêdana amûra muzîkê pêş bixe, di siberojê de bibe perwerdekarekî muzîkê, pê re jî xebatên stranbêjiyê taybet bi xwe pêşkêş bike. Şêrgo Ehmed fêrbûna stran û muzîkê girêdayî kevneşopiyê dibîne.

Covan Idrîs (17) jî da zanîn ku ew bi armanca pêşxistina xwe di qada muzîkê û fêrbûna stranên girêdayî folklora kurdî perwerdeyê dibîne. Covan Idrîs destnîşan kir ku ew girîngiyê dide fêrbûna muzîkê ya girêdayî çand û kevneşopiyê, dixwaze behreya xwe bi pêş bixe, bibîne ku divê nifşên nû jî di mijara berdewamkirina vê muzîkê de rol bilîzin.

ANHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.