Arşîv ne bê guneh in!

Nûçeyên Çand/Huner

În 31 Tîrmeh 2026 - 17:50

  • Arşîv her dem bi cîwar, desthilat û kontrolê re têkildar e. Arşîv ji hêlekê ve biryardide ka ewê van tiştan tomar bike û biparêze. Çi were derxistin û çi cih bigire divan tomarkirinan de. Arşîv tenê depoyeke belgeyan nîne; ew saziyeke hêzê ye ku çîrokarabihuriyê çêdike.

ARDÎN DÎREN

Jacques Derrida di pirtûka xwe ya Mal d’archive / Archive Fever (1995) de, ku li ser konferanseke sala 1994an li Muzexaneya Freud a Londonê hatiye avakirin, mefhûma arşîvê bikûrahiyeke felsefîk û psîkanalîtîk dinirxîne. Ew arşîvê tenê weke belge, tomar an saziyênfermî nabîne. Berevajî yekê, arşîv ji bo fenomeneke tevlihev e ku bi hafize, hêz, jibîrkirin, xwesteka koka tiştan û teknolojîyê re girêdayî ye. Derrîda dibêje arşîv ne tenêrabihuriyê diparêze; ew di heman demê de biryar dide rabihurî çawa were bibîranîn û disiberojê de çawa were şîrovekirin.

Archon; desthilatdariya arşîvê

Derrîda balê dibe ser peyva Yewnanî ya “arkhē” ku koka arşîvê îşaret dike. Ev peyv di hemandemê de di xwe de du maneyan dihewîne: destpêk / kok û ferman / desthilatdarî. Di Yewnanakevn de arkheion mala dadweran (archons) bû; belge li wir dihatin parastin, şîrovekirin û kontrolkirin. Ji ber vê yekê arşîv her dem bi cîwar, desthilat û kontrolê re têkildar e. Arşîvdixwaze xwe bigihîne koka tiştan û bide zanîn bê ka tiştek ji kur û çawa dest pê kiriye. Li hêladin jî biryar dide bê ka ewê kî van tiştan tomar bike û biparêze. Çi were derxistin û çi cihbigire di van tomarkirinan de. Ji lewma arşîv ne mefhûmeke notr e. Ew ne tenê depoyekebelgeyan e; ew saziyeke hêzê ye ku çîroka rabihuriyê çêdike.

Archon ne tenê “rêvebir” e; her wiha ew biryar dide bê ka ew ê çi li dîrokê were zêdekirin û çi li dervayî wê were hiştin. Ji ber vê yekê arşîv amûreke desthilatdariyê ye. Dewlet, muzexane, pirtûkxane, sînematek û zanîngeh ne tenê cihên parastina zanînê ne. Ev cih diheman demê de di siberojê de ew ê çi bibîr were jî diyar dikin. Di dîrokê de her tim desthilatdaran arşîv kontrol kiriye. Dengê kesên ji rêzê, lehengên ku serpêhatiyên wan lixweşa hinekan nehatiye û yên li keviya dîrokê mane, bi destê van archonan hatiye jibîrkirin. Derrîda ji bo van kes û bûyeran têgeha “xeyaletê derdixe pêş. Xeyalet ew in ku li derveyîdîroka fermî mane, lê dîsa jî me dişopînin û dixwazin werin bihîstin. Li vir xeyalet dibe kuînasanek be, dibe ku wêneyek be, dibe ku belgeyek be…dibe ku tiştekî ji rêzê be.

Du meylên dijber; xwesteka mirin û jiyanê

Derrîda behsa “mal d’archive” (Ta’ya Arşîvê) dike: xwestekeke dilsoz û nêzîkî nexweşiyê ya arşîvkirinê. Xwesteka ku dixwaze her tiştî tomar bike, bigihîje koka tiştan, windabûnê astengbike û hafizeyê li derve sabît bike. Lê ev ta xwedî nakokiyeke dijwar e ango paradoksîk e. Jiber ku arşîv di heman demê de bi du hêzên dijber re dixebite.

Bi xwendina Freud, Derrida di nav xwesteka arşîvkirinê de hêza Eros û Thanatos dibîne. Eros dixwaze kom bike, girê bide, biparêze û domdarî ava bike. Thanatos ber bi jibîrkirinê, jêbirinê, hilweşandinê û bêdengiyê ve dikişîne. Arşîv di navbera van her du hêzan de dimeşe. Ji aliyekî ve, ew dixwaze her tiştî biparêze û li dijî windabûnê raweste. Ji aliyê din ve, ji berku ne gengaz e her tişt were parastin, ew neçar e hilbijêre: hin tiştan bike nav arşîvê û hin tiştan li derveyî bihêle.

Her ku arşîv mezin dibe, tirsê windabûnê mezin dibe. Her ku mirov zêdetir dixwaze tiştanbiparêze, ew zêdetir dihese ku her tişt nikare were parastin. Arşîv bi awayî dibe ta’yekebêdawî: xwesteka parastina hemû tiştan, di nav xwe de, xwesteka kontrolkirina windabûnê ye.Axir arşîv di navbera jiyanê û mirinê de dixebite.

Arşîv, hafize û mirin

Arşîv hewl dide ku bi mirinê re şer bike. Mirov dimire, lê wêneyê wî dimîne; derhêner dimire, lê fîlmên wî dimînin; dîroka gelekî tê jêbirin, lê belge, deng û wêne li ber xwe didin. Arşîvberxwedanek e li hember mirinê. Lê paradoks û nakokî ev e: dema tiştek tê arşîvkirin, ew diheman demê de tê cemidandin. Hafizeya zindî dibe tiştekî sabît. Ji ber vê yekê arşîv hem tînebîra mirov hem jî dikare bibe sedema jibîrkirinê.

Derrîda li ser metafora Freud a “Mystic Writing Pad” (texteyê nivîsandinê ya efsûnî) disekine. Ev amûr hem şopên mayînde dihêle hem jî dikare were jêbirin. Freud wê bi xebata mêjiyêmirov re berawird kiribû. Derrîda dipirse: protezên teknolojîk ên îro (e-mail, tomarên dîjîtal, medyaya civakî, bankayên daneyan) çawa hafize û ramanê diguherînin? Arşîv êdî ne tenêkaxiz û cih e; ew protezeke teknolojîk e ku şêwaza bîranîn û ramanê jî diguherîne.

Berê arşîvê ber bi siberojê ve ye

Derrîda dibêje arşîv ne mesela rabihuriyê ye. Berevajî vê yekê, ew ber bi siberojê ve ye; çi têparastin, çawa tê parastin û kî dikare bigihîje wê. Arşîv teşe dide hafize û nasnameya siberojê. Her wiha arşîv qet temam nabe. Her belgeya nû dikare maneya belgeyên kevin biguherîne. Fîlmek, afîşek an hevpeyvînek ku salên paşê derdikeve, dikare hin rûpelên dîrokê ji nû ve veke. Arşîv tu carî ser rabihuriyê nagire; ew wê ji nû ve vedike. Elbet hafize û arşîv jî ne heman tişt in. Hafize zindî ye, diguhere, dikare jibîr bike û ji nû ve bîne bîra xwe. Arşîv jîşopa şênber ya vê hafizeyê ye: fîlm, wêne, deng, senaryo… Lê maneya van şopan qet wekexwe namîne; her nifşek nû dikare wan bi awayekî din şîrove bike.

Arşîveke ; ji bo xeyaletên jibîrçûyî

Tiştê xerîb ewe ku arşîveke me ya Kurdan a ku bi destê “desthilatdarên Kurd” hatiye avakirintine ye. Kurd ti carî nebûne xwedî dewlet û dîroka wan bi awayekî fermî nehatiye nivîsandin. Em li keviya dîrokê, bê arşîv û belge ne. Heger arşîv û belgeyên di derbarê Kurdan de hebin jîdi destê “archon”ên wan de ne! Ev rewş dibe ku weke rewşeke neyênî xuya bike lê ev rewş diheman demê de derfeteke mezin e jî.

Gava em arşîvan ji nû ve ava dikin, em dikarin ji destpêkê de ruhê “archon”an ji van arşîvandûr bigirin. Heger em ji mefhûma arşîvê ya ku Derrîda behs dike baş têbigihîjin, em dikarinarşîveke ku “xeyalet”an dûrî xwe nagire ava bikin. Em dikarin wan xeyaletên xwe yên ku likeviya dîrokê mane bibîrbînin û nedin jibîrkirin. Ji lewma çavên wan xeyaletan tim li ser me ne û dixwazin werin dîtin an jî bihîstin.

Bi vî awayî em ê xeyaletên rabihuriyê û “yên din” li arşîva dîrokê ya cîhanê ya ku bi destêarchonan nehatiye nivîsandin, zêde bikin. Em ê ji xeyaletên xwe re mal û starekê ava bikin. Stareke ku ne tenê diparêze, kontrol dike û desthilatdariyekê ava dike. Arşîveke ku bi gumannêzî tiştan dibe, dipirse û deriyên xwe vekirî dihêle bêyî ku nav li tiştan bike û her tiştîtemambûyî nîşan bide.

Ew ê deriyê vê arşîvê tim vekirî be da ku di hingûra êvarekê de an jî bi bayekî ber destî sibehêre xeyaletên me xwe li vê malê ango starê bikşînin.

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.