Amedekariya mihrîcana zarokan dikin

Nûçeyên Çand/Huner

În 28 Tebax 2026 - 17:30

 

Mîhrîcanên zarokan bûyerên girîng ên çandî û civakî ne her wiha roleke girîng di kenê li ser rûyê zarokan û afirandina cihên bi ewle ji bo şahî, fêrbûn û têkiliyê de dilîzin. Ew ne tenê şahî ne, beşdarî pêşxistina xeyal, zêdekirina baweriya zarokan bi xwe û çandina nirxên hevkariyê, evîn û aîdiyetê dibin. Di heman demê de ev mîhrîcan ji bo malbat û civakê derfet çêdikin ku li dora çalakiyên watedar ên ku pabendbûna bi zaroktiyê re wekî bingeha avakirina pêşerojê nîşan didin werin cem hev.

Îsal jî bi pêşengiya Hîlala Zêrîn û alîkariya Tev-Çanda Mazopotamyayê amadekariya lidarxistina mîhrîcana zarokan tê kirin. Hêjayî gotinê ye ku îsal; sala 11’emîn e wê ev mîhrîcan li bajarê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê were lidarxistin.

Têkildarî amadekariyan, endama Koordînasyona Hîlala Zêrîn û di heman demê de endama Komîteya Amadekar y mîhrîcanê Bêrîvan Botan, axivî.

Bêrîvan Botan di destpêka axaftina xwe de got ku ev 11’emîn mîhrîcana zarokan e ku wê were lidarxistin û wiha berdewam kir: “Wekî her sal li Navenda Aram Tîgran a bajarê Rimêlanê dê were lidarxistin û sê rojan berdewam bike. Wê yekê Îlonê destpê bike û roja siyê Îlonê jî bi serkeftina her komê û pêşkêşkirina diyariyan, bi dawî bibe.”

Ji bo mihrîcanê 35 kom amade ne

Bêrîvan Botan da zanîn ku wê zarok gelek beşên hunerê muzîk, wênexêzî, şano û wêneyên zindî bikşînin û xêz bikin û wiha pê de çû: “Wê her 35 komên zarokan bi beşên xwe yên muzîk, şano, govend, lîstok û pêşangeha wênexêzkirinê di mîhrîcanê de berhemên xwe pêşkêş bikin. Her wiha îsal wê mîhrîcan tenê li ser asta Cizîrê were lidarxistin. Ji ber guhertinên li erdnîgariya herêmê di encama êrîşên dawî de çêbûn, îsal tenê 35 komên zarokan xwe amade kirine. Bi qasî ku hatiye plankirin wê her rojê 11-12 kom derkevin ser dikê.”

Komên gelekî serkeftî û zîrek

Bêrîvan Botan destnîşan kir ku nêzî çar mehan e amadekarî tên kirin û wiha bal kişand ser komên ku ji bo mîhrîcanê hatine hilbijartin: “Ji ber ku îsal em di rewş û guhertinên cuda re derbas dibin, helbet wê hinekî ev mîhrîcan jî cuda be. Çar meh in zarok ji bo beşdariya mîhrîcanê zêdetir dihatin perwerdekirin û me bi qasî ku dihat xwestin û pêdivî hebû, bi zarokan re bûn alîkar. Di şopandina me ya ji komên hemû bajaran re çêbûn, Komîteya Amadekar komên herî serkeftî û zîrek hilbijart.”

‘Gerandina govendên gelêrî cihê serkeftinê ye ‘  

Bêrîvan Botan li ser armancên vê mîhrîcanê ev tişt anî ziman: “Ji ber zarok pêşeroja me ne, da ku girêdana zarokan bi çanda xwe ya resen ve çêbibe û demên xwe bi tiştên vala derbas nekin. Ev  mîhrîcan derfetek e mezin e. Dema ku her zarokek helbestan bi zimanê xwe yê dayîkê dixwîne û govendên xwe bi çanda xwe digerîne, cihê serkeftinê ye. Girîng e ku zarokên me bi huner û çanda xwe re mijûl bibin û li ser bîr û çanda dayîk, bav, dapîr û bapîrên xwe mezin bibin.”   

NEXEM ÇAÇAN-JÎNHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.