
Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn derketin. Dê di navbera 13-20’ê Mijdarê de li Qamişloyê bi dirûşma “Çîrokên Hevpar Sînemaya Azad”, Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn bê lidarxistin. Mîhrîcan dê ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve bê organîzekirin.
Di 17’ê Gulanê de derî ji bo serlêdana fîlman hat vekirin û dê heta 20’ê Îlonê serlêdan bidome. Heta niha zêdetirî 150 fîlmên ji Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, Îran, Tirkiye, welatên Ewropayê, Efganistan, Rûsya, Berazîlya, Iraq, Lubnan, Erebistana Siudî û Taywanê serlêdan kirine.
Komînê afîşa mîhrîcanê parve kir. Ji bo mîhrîcanê 2 afîş hatine amadekirin.
Di afîşa yekemîn de sê zarokên bi cil û bergên Kurdî hene ku zarokek keç li ser milê wan e û ber bi ronahiyê ve dimeşin. Zarok li ser şirîta fîlman ku weke rêya şemendefirê hatiye dîzaynkirin dimeşin. Bi vê peyamê her çendî sînema di bin desteserkirinê de be, gel li ser rêya sînema dimeşe.
Di afîşa duyemîn de jî parçeyek bera ku çanda Kurdan vedibêje û 4 çargoşe di nav de ne. Ev jî çar parçeyên Kurdistanê nîşan dide. Rîşên wê bûne kezî. Ew kezî keziyên şervanên YPJ’ê ku bûne sembola berxwedanê îfade dike. Di nava keziyê de jî şirîta fîlman hatiye honandin. Ev jî nîşan dike ku ya vê berxwedanê di hembêza xwe de digire sînema ye.
ANHA







