
- Li bajarê Kerkûkê Şêwekar Adil Bekir berhemên dîrokî yên çandî û hunerî yên Kerkûkê bi rêbazeke nûjen dike tablo, zindî û nemir dike.
Mamoste û Şêwekar Adil Bekir piranî temenê xwe daye karê hunerî li Kerkûkê û kareke hûnerî wisa xurt dike ku li Rojhilata Navîn pir kes wê dike. Ev huner jî bi çêkirina tabloyan a berehmên dîrokî û çandî yên Kerkûkê zindî dihêle.
Şêwekar Adil Bekir ji salên 1990’î dest bi karê hunerê kiriye. Şêwekar Adil Bekir dema ku bajareke biçûk weke makêt çêdike, ew jî dibîne hewl dide vê hunerê bidomîne û li ser vê yekê çend berhemên çandî û dîrokî yên Kerkûkê ava bikin.
Şêwekar Adil Bekir li ser karê xwe wiha got: “Min destpêkê bi mermerê destpê kir. Birîn û çêkirina wê pir giran bû. Piştre min bi filîneyan destpê kir. Destpêkê karkirin wisa hêsan nebûn. Niha pir bi rehetî kar dikim. Ez piranî avahiyên kevin, çandî û dîrokî çêdikim. Her gava bi pêş ve çûm, niha dizanim çend cihên dîrokî û çandî me heye. Her çend kar li ser bikim jî naqedin. Heta bikarim ezê vî karî bikim û vê çandê û dîrokê nemir bikim.”
Sebir û kedeke mezin
Li Iraq û Kerkûkê hinek kesên din jî vî karî dikin, lê karê Şêwekar Adil Bekir bi leztir, detayên hûr û kûr li xwe digirin. Adil Bekir diyar kir ku ji ber ev kar sebir û kedeke mezin dixwaze, hê nekariye şagirtekê perwerde bike ku bikare vî karî bidomîne û got: “Kurê min alîkarî dike, lê nikarim bêjim fêr bûye. Hinek car jî xwendevan ji bo projeyan tên gel min. Ez ji bo wan dibêjim, hûn xwe fêr bikin; ezê jî di fêrkirinê de çi pêwîst bike bidim.”
Şêwekar Adil Bekir bê navber neqişandina dîrok û cihên kevnar û dîrokî didomîne, destnîşan kir ku bi hêviya ku arşîvên wî yên bi destan hatine çêkirin bibin delîl ji bo parastina nasnameya bajareke sembola jiyana hevbeş û mîmariya resene.
ROJNEWS/KERKÛK







