Sînemaya Kurdî yan jî ‘filmên bê bav’

Nûçeyên Dosye

În 29 Gulan 2026 - 07:30

  • Derhênerên Kurd bi serê xwe (eynî weke dayikeke ku bi zarokê xwe dakeve û jê hez bike) filman hildiberînin lê wekî her car bav li meydanê nîne! Yanî ev bê-bavîtiya Sînemaya Kurdî her dewam e. Dibe ku rojekê, hema wisa ji nişkê ve bavek derkeve meydanê lê wî çaxê jî mirov nizane ev bav ewê çi bi serê van dayik û zarokan bîne!

 

ARDÎN DÎREN

 

“Kesên herî feqîr ango feqîrtirîn kesên Kurd dewlemendên Kurd in…Tenê aqilê wan ji bo peydakirina pereyan heye û hew…Lê çêkerî ango berhêmhênerî tenê pere nîne lê ji pere wêdatir weke bavekî ye ku xwedî li berhem an jî zarokê xwe derdikeve. Ji lewma ez dibêjim derhêner dayika filmî ye. Berhemhêner bavê filmî ye. Heger dayik û bavekî baş hebin ‘zarok’ jî baştir tê perwerdekirin û dibe xwedî çarenûseke baş. Dikarim bêjim ku dayika sînemaya Kurd heye, tu dibînî film çêdike û xwe digihîne gelek festîvalan. Lê berhemhênerekî ku hay ji maneya filmî hebe û xwe bide ber filmekî nehatiye dîtin. Ji ber vê yekê sînemaya Kurd bê bav e! Elbet çêkirina filman girîng e lê jê girîngtir avakrina mekanîzemaya belavkirina filman e. Mixabin li Kurdistanê ev tune ye. Divê tiştek wisa çêbe ku berhemhêner piştî 20-30 salên din jî karibe xwedîtî li filmê xwe bike…bi vî awayî hay ji naveroka kar ango berhema xwe hebe bê ka çi dibêje ji mirovan re.” *      Taha Karîmî

Taha Karîmî ji 1001 sêvên sînemayê Kurdî sêva herî sor û bi tehm e. Gava mirov wan filmên wî yên sor û bi tehm gez dike ango temaşe dike çêja wan nema diçe ji ser zimanê mirov. Bivênevê mirov di sînemaya Kurdî de her li wê çêjê digere; li wê çêja Kurdî, çiyayî, belgeyî, helbestî û herikbar…Gotinên wî yên 15 sal berê yên di derbarê Sînemaya Kurdî de hîna jî li dar in û ji wan salan heya îro ev meseleya ku îşaret pê dike serê misqalekê jî pêşde neçûye. Beremberî wê yekê halê sînemaya Kurdî di warê belavkarî û berhemhêneriyê de xerabtir bûye. Weke her tim derhênerên Kurd bi serê xwe (eynî weke dayikeke ku bi zarokê xwe dakeve û jê hez bike) filman hildiberînin lê wekî her car bav li meydanê nîne! Yanî ev bê-bavîtiya Sînemaya Kurdî her dewam e. Heger wisa here ew ê Sînemaya Kurdî tu carî nebe xwedî bavekî û ew ê barê vê sînemayê tim li ser milê dayikan bimîne. Derhênerên Kurd; dayikên barhilgir ên sînemaya Kurdî…ev e çarenûsa sînemavanên Kurd. Ev dayik ew ê heta kurê li van keç û lawan binêrin ne diyar e…!? Dibe ku rojekê, hema wisa ji nişkê ve bavek derkeve meydanê lê wî çaxê jî mirov nizane ev bav ewê çi bîne serê van dayik û zarokan! Ji hêlekê ve jî mirov li vî tiştî difikire…ji lewre herçî huner e di dîrokê de têra xwe ji destê “bav” û “bavîtiyê” kişandiye!

Taha Karîmî di temenekî ciwan de xatir ji me xwest û kiras guherî. Ji gelek hêlan ve mirineke bê wext bû. Ji lewma kesên weke wî kêm bûn ku bi dilnizmî daketin meydana hunerê û birînên welatê xwe bi rêya sînemayê kewandin. Dixwazim hinek bi rêwîtiya wî ya sînemayê dakevim û di salvegera mirina wî de ew bibîrbînim. Taha Karîmî di rewşeke bêbext û bêbav de hewl da dayiktiyê ji sînemaya kurdî re bike. Li cihê ku bav lê xwedî derneket ew hem bû bav û hem jî bû dayika sînemaya Kurdî. Elbet her tim xema bavekî dixwar lê gava wext hat wî karibû birîna xwe bikewîne û bêbav jî li berhemên xwe xwedî derkeve. Bi rihma dayikeke kovandar xwe da ser zarokên (film) xwe û di nav şer, xizanî û aloziyan de derfetên piçûk ava kir. Bi van derfetên piçûk (filmên xwe yên bi çêj) bû hêvî û dengê xelkê xwe yê bê bav!

Dîmen-bêjekî yekta yê Sînemaya Kurdî

Bêguman Taha Karîmî jî weke gelek derhênerên Kurd xwest behsa komkujî, şer, evîn, nasname û berxwedana xelkê Kurd bike. Di filmên xwe de bi van babetan daket lê ciyawazî ango derhêneriya xwe ya wêrek jî nîşan da. Wî îmajên xwe di nav mengeneya propagandayê de asê nekir. Berevajî vî tiştî bi îmajên xwe kûrahiyeke estetîk û mirovî ava kir. Rola xwezayê ya li Kurdistanê û nîgaşên sembolîk kirin ku ew estetîkeke bi ruh û can a di navbera belge û çîrokî de ava bike. Elbet bi filmên xwe wî jî şahidiya bîra birîndar a Kurdistanê dikir lê bi zimanekî sînemayî, poetîk û herikbar. Li gel derfetên kêm roj bi roj li ser sînemayê hûr bû û xwe gihand sînematografiyeke bi rêk û pêk. Îmajên wî yên li çiyayên Kurdistanê, ronahiya xwezayî ya rojê, kompozîsyon, metafor û dengên minîmalîst tev bi hevre bûn dilê filmên wî û bi yek dilî strana xembar a Kurdistanê anîn ziman. Wî di şert û mercên zehmet de atmosfereke bi hêz ava kir ji bo filmên xwe û bi me da hîskirin ku sînema bêyî atmosfereke xurt a helbestî xwe nagihîne dilê temaşevanan. Ji ber van sedeman ew dîmen-bêjekî yekta yê sînemaya Kurdî ye.

Nerazîbûnek li hember serdestiya vebêje

Di dîroka sînemayê de nêzîkatiya poetîk wekî nerazîbûneke li hember serdestiya sînemaya vebêje hatiye afirandin. Destpêkê hin sînemavanên Sovyetî (weke Dovjenko) û paşê jî derhênerên Fransî hin filmên ku weke helbestekê diherikîn çêkirin. Di herka dîroka sînemayê de bi wextê re kesên weke Tarkovsky, Angelopoulos, Bela Tarr, Wim Wenders, Abbas Kîyarûstemî û Terrence Malick jî vê nêzîkatiya poetîk ceribandin û xwestin sînemayeke hizrî ava bikin. Sînemaya poetîk giraniya xwe bêhtir dide ser atmosfer, rîtm, hest û metaforan. Weke avahiya dramatîk a Arîstotalesî temaşevanan venaxwîne rêwîtiyeke mantiqî lê ew temaşevanan vedixwîne ezmûneke hestiyarî. Ev şêweya sînemayî bûyeran li pey hev bi awayekî kronolojîk rêz nake. Dîmenên parçebûyî ku gelek caran weke kolajan disekinin, hin kevneşopî ango rêgezên heyî (ku êdî bûne qalib) yên sînemayê binpê dikin. Mirov gava li filmên poetîk temaşe dikin kêm caran texmîn dikin ku ew ê rêwîtiya wan ber bi kîjan alî ve biçe û gelek caran ew tenê li rêwîtiyê dihizirin bêyî ku xwe bigihînin cihekî û bêjin; “Va ye çîrok temam bû!”  Berevajî vî tiştî piştî film diqede jî çîrok temam nabe gelek caran û hevokên (plan-sekans) film serê mirovî mijûl dikin.

Lêgerîna ‘şêweyeke poetîk a Kurdistanî’

Taha Karîmî jî yek ji wan sînemavanên Kurd e ku vê damara poetîk bi awayekî xweşik û wêrek di sînemaya Kurd de pêş xistiye. Wî bi metaforên dîtbarî, wêneyên xwezayê, montaja rîtmîk û atmosfereke hizrî “şêweyeke poetîk a Kurdistanî” afirandiye. Ew bi vê nêzîkatî û şêweya xwe ciyawaz e ji sînemavanên din ên Kurd. Serpêhatiyên di filmên wî de behsa qehremanên ku tim pevçûnekê dijî û paşê jî ji wê pevçûnê xelas dibe, nake. Serpêhatiyên di filmên wî de bi îmaj û metaforên dubare diherikin bêyî ku xwe bispêrin xeteke lieneer ango dûz. Ev şêwaza Taha Karîmî ji hêlekê ve jî nêzî têgeha “Zeman-nîgaş” a Gilles Deleuz e û xwedî sekneke nûjen a sînemayî ye. Serpêhatî û wextên sînemayî yên filmên Taha Karîmî weke xelekên zincîrekê li pey hev rêz nabin. Wext bi xwe bi rêya bîr û hizirînê diherike bêyî ku bi pey xelekên zincîrê bikeve û di xeta lineer de bi keys bibe. Ez dibêjim pêdiviya Sînemaya Kurdî bi vê nêzîkatiyê heye ku di pratîkê de ev nêzîkatî gelekî kêm e. Bi vê nêzîkatiyê sînemaya Kurdî dikare xwe bigihîne asteke hunerî ya gerdûnî. Taha Karîmî bi sînemaya xwe ya yekta zorê da vê rêyê û “herikîn”ê ava kir di sînemaya Kurdî de. Ji lewma gelek filmên Kurdî hene ku di gelek waran de asê dimînin û naherikin. Ji xwe Sînemaya Kurdî sînemayeke bê “bav” e! Qet nebe bi lêgerîna şêwazên bi vî rengî dikare nîşanê xelkê bide ku bêyî “bav” jî hin tişt dikarin herin serî.

Dengê rabuhiriyê û zemanê birîndar

Taha Karîmî weke derhênerekî şareza mohra xwe li zeman dixe. Li deştên Kurdistanê dikeve pey zemanê birîndar û bi filmên xwe “wextekî mohrkirî” ava dike. Em di vî wextî de li êşên Kurdistanê dihizirin, temaşe dikin û erdnîgariyeke bê ser û bin kifş dikin. Bi dîmenên filmên xwe peykerekî çêdike ji bîra erdnîgariya Kurdistanê re. Peykerên ji zemanên birîndar in hemû film û dîmenên wî…peykerên ku bi pevxistin û sêwirandinên hizrî hatine traşkirin. Di vî zemanî de em dengê rabuhiriyê dibihîsin, bi bîra xwe ya birîndar dihesin û bi birîndarî li siberojê difikirin. Tevî hemû komkujî, êş û kambaxiyên li Kurdistanê dîsa jî jiyan pîroz e di vî wextî de. Ev wextê derhênerekî jiyanperez e ku dixwaze bi sînemayê ruhekî aştiyane ava bike ji bo welatê xwe û hemû mirovahiyê. Zemanên birîndar ên li walatê xwe bi dîmenên helbestî baş dike û pîroziya pêkvejiyana li Kurdistanê nîşanî xelkê dide.

Sînemavanekî ‘auther’ ango afirîner

Taha Karîmî hem di warê bîrê de û hem jî di warê estetîkê de (lêgerîna şêwazeke xweser a sînemayî heye) hewl dide asta sînemaya Kurdî ber bi asta cîhanî ve bibe. Mirov dikare filmên wî di çarçoveya “imperfect cinema” (sînemaya bi qisûr-Julio Garcia Espinosa) de binirxîne û bibîne. Ew bi pey sînemayeke “bê qisûr” nakeve û heta jê tê kêmasiyên di warê teknîkî de vediguherîne afirîneriyekê. Bi afirîneriya xwe hewl dide halê xerab ê dinyaya ku tê de ye veguherîne. Yanî ew bi prodûksiyonên piçûk û derfetên kêm sînemayeke “unique” ango bêhempa ku xwedî kûrahiyeke hunerî ye ava dike. Mirov dikare bi her awayî wî weke derhênerekî afirîner ango “auteur” bibîne û wisa pênase bike. Gava ku ew bi birînên welatê xwe dadikeve û van birînan li ser perdeyê nîşan dide reseniya çanda xwe jî diparêze . Di sînemaya Kurdî de bi awir û zimanekî nû dadikeve û bi vî zimanê xwe bi her awayî dibe sînemavanekî gerdûnî. 

*Ji hevpeyvîna Stêrk TV ya sala 2013’an. Şêxmûs Sefer Taha Karîmî li Amedê dike mêvan û li gel wî li ser sînemayê dipeyive.

 

***

Filmografiyeke bîr-kûr; şer, komkujî û pêkvejiyan

Piştî çêkirina çend kurtefilm û belgeyan sînemaya Taha Karîmî roj bi roj kamiltir dibe ango dikemile. Weke nimûne filmê “Çiyayê Qendîl” (2010) nîşaneya vê kamilbûnê ye. Film bi temayên şer, evîn û kesên winda dadikeve. Bi rêya van temayan hem li etîkê û hem jî li estetîkê dikole. Li hêlekê nakokiya şer û jiyanê û li hêla din jî çiyayên asê. Çiya di vî filmî de ji mekanekî wêdatir sembola jiyana Kurd e. Çiya mekanên zindî û çalak in. Çiyayê Qendîl di navbera fîlmên kurt ên destpêkê yên poetîk (wekî White Mountains) û berhema paşîn (1001 Apples) de pirekê çêdike. Di vî filmî de Taha Karîmî cara yekem xwe li filmên metrajdirêj girê dide û nîşan dide ku di sînemaya Kurdî de dikare çîrokên bi bingeh bîne ser perdeyê.

Bi belgefilma xwe ya “1001 Sêv” (2013), Taha Karimi xwest birîna kûr a Helebceyê û Komkujiya Enfalê bi giştî bikewîne û bi awayekî poetîk da pey serpêhatiya Kurdên ku ji vê komkujiya hovane filitîne. Fîlm ne tenê belgeya mirin û wêrankirinê ye lê bi rêya 1001 sêvên sor ên bi mêxik xemilandî rîtûlekê ava dike. Sêv û mêxik di kevneşopiyên kevnar ên Îran û Kurd de sembola aşitî û lihevkirinê ne; Karîmî van sembolan bi hostetî bi kar tîne û ji wêrankirina fizîkî ya komkujiyê wêdetir bi birînên giyanî û civakî dadikeve. Sêvên bi mêxik dibin sembola welatekî. Karîmî bi vî filmî nîşan dide ku komkujî tenê di warê fizikî de birînan çênake her wiha di ruhê însanan de jî birîn çêdibin. Ew bi rêya vî filmî hewl dide birînên Enfalê yên ku hîna jî xwîn ji wan diherike, bi awayekî mirovî derman bike. Ev lûtkeya sînemaya wî ye û ji xwe piştî vî filmî dimire. Film li festîvala BAFTA û Asia Pacific Screen xelatên baştirîn belgefilmê wergirtin. Rexnegirên sînemayê jî vî filmî hem ji bo sînemayê û hem jî ji bo avakirina diyalogên însanî ya di navbera dijminatiyan de hêvîbexş dîtin.

Bi fîlma xwe ya “Cehşê Spî” (I Am White Mercenary, 2011) jî, ew bi cesaret dakete nav derûniya cehşîtiyê û xiyanetê, ku yek ji birînên herî kûr û êşbar ên dîroka Kurdistanê ye. Fîlm bi metafora “cehşê spî yê kirêdar” re, rewşa psîkolojîk a kesên ku di navbera nasnameya xwe ya Kurdî û mecbûriyetên siyasî de asê mane, vedikole. Karîmî li vir darizandineke bê binyad nake lê hewl dide fêm bike bê mirov çawa dikare li dijî gelê xwe bisekine û ev yek çawa dibe sedema perçebûna civakî ya kûr.

Di fîlma xwe ya kurt a “Çiyayê Spî” (White Mountains, 2006) de jî, bi rêya planên dirêj û bêdeng, li wêranî û bê manebûna şer vedikole. Pîremêrek ku cesedên her du aliyên şer kom dike, dibe sembola mirovahiya windayî. Karîmî bi vê fîlmê nîşan dide ku şer ji bo her kesî windakirin e û ti serketinê bi xwe re nayîne.

Û bi fîlma “Nan û Petrol” (Bread and Oil, 2009) jî, nakokiyên sosyo-ekonomîk ên li Kurdistanê radixe ber çavan. Li derveyî nihêrîna giştî ya ku petrolê weke çavkaniyeke dewlemendî û bextewariyê dibîne, Karîmî petrolê weke “qansêr”ekê nîşan dide ku civakê ji aliyên curbecur ve bi xizaniyê, koçberiyê, qirêjiya hawirdorê, nexweşiyên civakî û windakirina nirxên mirovî re rû bi rû dihêle. Ew bi vî filmî rexneyeke bi hed li hişmendiya “dewlemendiya xwezayî” dike ku di rastiyê de tim dibe sedema xizanî û belengaziyê.

Herî dawî wî bi filmên xwe yên kurt ên destpêkê jî nîşan daye ku ew li şêwazekê digere. Di van filmên wî de jî hewldaneke poetîk û mirovî derdikeve pêş. Taha Karîmî her birîneke li welatê xwe weke beşek ji laşê êşiyayî yê dayika xwe Kurdistanê didît. Û hewl dida bi sembol, metafor û wêneyên xurt wan birînan bikewîne û ji bo dermankirinê warekî (starek) biafirîne. Ev war û star sînema bi xwe bû ku wî xwe li wir azad û poetîk hîs dikir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.