Fîlmê ‘Destê Westiyayî li Ser Zigê Têre’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Sibat 2026 - 01:15

Li Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê  Fîlmê Întografî ya ‘Destê Westiyayî Li Ser Zigê Têre’ ku ji aliyê Derhêner Şine Şerîf û Senger Abdullah ve hatiye çêkirin, hate nîşandan. Yek ji temaşavanên fîlm Rêbaz Omer diyar kir ku ev fîlm ji aliyê saziya Roza Luksembûrg Elmanî ya Liqa Beyrûtê bi hevkariya Desteya Kurdistanê hatiye amadekirin û got:“Qala şêwaza çandiniyê ya pêş û piştî raperînê dike. Bal dikişîne ser serbixwebûna xurakê.” Rêbaz Omer diyar kir ku armanca fîlm hişyarkirina civakê ye û got:“Pêwîste piştgiriya berhemên navxwe bê kirin. Bi berhemên derve neyên guherîn yên bê kalîte ku ziyanê dide tenduristiya mirov.” Piştî fîlm hate temaşekirin, li ser naveroka fîlm kesên amade nîqaş kirin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.