
- Akademîsyen Sebahattîn Şen, diyar kir ku sînemaya Kurdî wekî qadeke berxwedanê ya parastina bîra dîrokî û çandî hebûna xwe didomîne û got:“Sînemaya Kurdî tevî astengiyên zext û sansurê jî di hilberîne.”
Sînemaya Kurdî, ji qadeke hunerî bêhtir, bîr û berxwedan, dîrok, çand û têkoşîna nasnameyê ya gelekî nîşan dide. Lêbelê, ji hilberînê heya pêşandana xwe, sînemaya Kurdî di tevahiya dîroka xwe de bi zext û sansureke sîstematîk re rû bi rû maye. Fîlmê "Rê" ê Yilmaz Guney yek ji van mînakan e. Fîlmê, ku li Cannesê Palme d'Or wergirt, bi dehan salan li Tirkiyeyê qedexe ma. Fîlm ji aliyê mekanîzmayên sansurê yên fermî ve gelek caran hate astengkirin ji ber ku ew li ser jiyana Kurdan û îfadeya "Kurdistan" tê de derbas dibû. Di roja me de jî zextên bi vî rengî berdewam dikin. Fîlma "Rojbash" a Ozkan Kuçuk ji ber zimanê Kurdî û nîşandana çanda Kurdî di sînemayên Tirkiyeyê de hate qedexekirin û bû mijara nîqaş û pêvajoyên qanûnî. Di sala 2018'an de fîlma "14’ê Tîrmehê" ji ber sedemên ewlehiyê li Herêma Kurdistana Iraqê ji pêşandana li Silêmaniyê hate derxistin û li Îranê, "Nîv Heyv" a Bahman Ghobadî ji ber balkişandina wê ya li ser çanda Kurdî li welêt hate qedexekirin. Wekî din, gelek fîlmên derhênêrê Kurd Kazim Oz ji mihrîcan hatine derxistin an jî belavkirina wan hatiye astengkirin.
Sînemaya Kurdî taybet e
Akademîsyenê Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê Sebahattîn Şen ê ku li ser sînemaya Kurdî dixebite li ser girîngî, bandor û zext û sansura ku sînemaya Kurd pê re rû bi rû ye nirxand.
Şen ê ku sînemaya Kurdî weke "Younik" kir diyar kir ku têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd bû sedemê afirandina sînemaya Kurdî û got:“Sînemaya Kurdî ne tenê qadeke estetîke, ne tenê qadeke hunerî ye. Ji ber rewşa Kurdan û têkoşîna Kurdan bîrek e. Ferq û cudahiya sînemaya Kurdî ew e ku dibe arşîv, dibe bîr di jiyana Kurdan de. Ev yek ji taybetmendiyeke ya herî girîng a Kurdan e. Sînemeya Kurdî weke Younik e. Ango taybet e. Ne ji aliyê fîlman, derhêneran, estetîkê. Avabûna sînemaya Kurdî şert û mercên awarte de şer de çêbûye, di nav tundiyê de ava bûye. Ji ber wê taybetmendiyeke vê sînemayê jî ew e ku her tim rastî sansûrê hatiye. Sansûr bi giştî ji bo sînemaya Tirkiyeyê derbasdare. Lêbelê exlebe ji bo sînemaya Kurdî bêtirîn rastî sansûrê hatiye. Lêbelê di vir de tişteke girîng heye, her tim sansûr hebû lê di şert û mercên sansûrê de jî fîlm hatine çêkirin. Şer zêdebûne, tundî zêdebûne lêbelê fîlmên Kurdî her tim hatine çêkirin."
Zehmetî taybetiyeke cuda dide
Şen, diyar kir ku rewşa dîrokî û ezmûnên Kurdan rê dane sînemayê ku xwe bi awayekî afirîner îfade bike û got:"Qada sînemaya Kurdî naşibe qadên sînemaya netewan ango sînemaya Îranê, sînemaya Fransî. Cudahiya sînemaya Kurdî ew e ku di nav prosesa avabûna netew dewletan ava nebûye. Ev taybetmendiyeke, ne kêmasiyek e. Erê cudahiya wê heye weke sînemaya Alman, weke sînemaya Îranê û weke ya Tirk avanebûye, zehmetiyên sînemaya Kurdî taybetmendiyeke pir cuda dide sînemaya Kurdî. Qada sînemaya Kurdî berfireh e, belav e. Sînemaya Kurdî weke rewşa Kurdan e. Kurd belav in û sînemaya wan jî belav e. Belgefîlm û kurtefîlm niha li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê tên kişandin û çêkirin. Rewşa Kurdan a dîrokî xuyaye û ev di nava vê rewşê de xwe afirandiye. Ji ber wê em nikarin bibêjin ku sînemaya Kurdî ji sînemaya netewan kêmtir e, em dikarîn bibêjîn ku ji ya netewan cudatir e.”
Êriş û sansûra li ser Kurdî
Şen, diyar kir ku ji ber zext û sansura li ser sînemaya Kurdî, fîlmên ku tên çêkirin rûbirûyê sansûrê dibe û got:“Mijar heye, fîlm hene lêbelê mekan tune ye. Mixabin mekanên ku fîlmên Kurdî bên pêşkeşkirin mihrîcan in. Ji bilî mihrîcanan, platformên medyaya dijîtalên ên weke YouTube û hwd. jî weke vebijêrkin. Lêbelê temaşevan nikarin bi awayekî fîzîkî li wir bin. Sedema vê jî sansûr, bêderfetî û nepopulerbûna wan e. Dema em bi derhenêrên Kurd re diaxivin pirsa ‘Em ê fîlmên xwe çawa nîşan bidin, em ê çawa bigihînin temaşevanan?’ dikin. Meseleya nîşandana fîlman meseleyeke mezin e. Ev jî astengiyeke gelek mezin e. Fîlm dihatin qedexekirin lêbelê bi riya mihrîcanan xwe gihandin civakê û gel. Ev mihrîcane li Dihokê hene, New Yorkê heye, Parîsê heye, Berlînê heye û Amedê heye. Ji ber wê mihrîcan lokomotîfa sînemaya Kurdî ye."
Potansiyela sînemaya Kurdî xurt e
Şen, tekez kir ku sînemaya Kurdî ji bo pêşerojê xwedî potansiyeleke mezin e û got:“Ez ne derhêner im, ez li ser fîlmên Kurdî lêkolîn dikim. Sînemaya Kurdî qadeke taybet e, qadeke ku mirov pir li ser bifikire û li ser binivîse ye. Heke ku em rewşa Kurdan binêrin û bibînin, em ê bizanibin ku paşeroja sînemaya Kurdî berfireh e, xurt e û wê bihêztir bibe. Niha eleqeyeke mezin li sînemaya Kurdî heye. Hêviya me ji paşeroja sînemaya Kurdî heye. Ji ber ku potansiyeleke bi xurt heye. Ev rewşa ku niha em tê de ji bo sînemaya Kurdî avantajeke. Ji ber ku fîlmên Kurdî li Dihokê jî, li Berlînê jî, li Amedê jî û li Wanê jî tên kişandin. Belavbûna Kurdan ji bo sînemaya Kurdî avantajeke mezine."
MA/ZEYNEP DURGUT-LUTFU PALA















