
Li Kurdistanê çanda dengbêjiyê di nava civakê de gelek cihekî girîng digire. Hêj di çaxê mîr û began de li her qesrekê, li her gundekê dengbêj hebûne û di parastina çand û dîroka Kurdan de roleke girîng dilîze. Her wiha gelek dengbêjên jin jî derketine, lêbelê ji ber zextên malbatê û hişmendiya mêrperwer nekarîne xwe pêş ve bibin. Di nava pergala feodal a malabatan de gelek kêm dengê jinê derketiye û her ku derketî jî deng vedaye. Yek ji wan jinan Dengbêj Meryem Tuncer e ku niha li Wanê dijî û hewl dide çanda dengbêjiyê biparêze.
Di temenê zarokatiyê de zewicandin
Dengbêj Meryem Tuncer ku li gundê Mezrayê ya navçeya Elkê ya Şirnexê ji dayik bûye, di 14 saliya xwe de bi pismamê xwe re dizewice. Ji ber hê di temenê zarokatiyê de zewicî ye, derûniya wê xera dibe. Her çiqas ew hatibe zewicandin jî lê meraq û bala wê li ser zarokatiya wê, hevalên wê û xwişk û birayên wê ye û gelek zehmetiyan dikişîne.
Ji gundê Karçanê heta Mersînê
Meryem piştî zewacê bi koçberiya darê zorê re rû bi rû dimîne. Leşkerên dewletê çûne gundê wan ê bi navê Karçanê û ji wan re gotiye:“Yan hûnê bibin cerdevan, yan jî hûnê gund biterikînin.” Wan jî cerdevanî qebûl nekir û neçar man ku ji gund derbikevin. 18 rojan li Cizîrê li mala xizmekê xwe dimînin. Wê demê Seddam çekên kîmyewî li dijî Kurdên Başûr bi kar anîbû û ji wir jî gelek koçber hatibûn aliyê Cizîrê. Dû re dîsa neçar man ku pîr û kal, biçûk û mezin hemû bi hev re bar bikin biçin Mêrsînê. Gelek koçberên Başûrî jî bi wan re çûn Mêrsînê û hinek ji van koçberan jî çûn Amedê. Mala bavê wê yê li gundê Mezrayê çûn Edenê, mala wan jî ango mala hevjînê wê jî çûye Mersînê. Wan li Mêrsînê karê înşeatê kir. Zarokê ewil yê Meryemê li Mêrsînê hate dinê.
Miraza wê dengbêjî bû
Eşqa dengbêjiya her di dilê wê de hebû û miraza wê her dengbêjî bû. Mirov evqas derd bikişîne ma çawa nebe dengbêj. Wî çaxî di radyoyê de Eyşe Şan, Meryem Xan derdiketin, wê guhê xwe dida wan. Lê belê derfeteke wê wisa tune bû ku kilaman bibêje. Ne tenê ya wê, ya tu kesî tune bû. Xalê dayika wê hebû, jê re digotin dengbêj Salih. Dema Meryem diçû mala xalê xwe Salih û guhdariya wî dikir, weke nexweşekî ku dermanê wê kilamên dengbêjiyê ne, kêfa wê dihat.
Jinên Kurd dertbêj mêr jî dengbêj in
Dengbêj Meryem li ser dengbêjiyê wiha dibêje:“Dibêjin dengbêjî dertbêjî ye; wê çaxê jina Kurd dertbêj e, mêrê Kurd jî dengbêj e. Dengbêjî ji jinê hatiye, jinê dengbêjî kiriye, mêran jî jê girtiye. Lê mixabin pêşiya jinan hatiye birîn û girtin. Heta vê gavê jî zextên li ser dengbêjên jin didomin û nahêlin jin bi rehetî dengbêjiyê bikin.” Di nava malbata Meryemê de ewilî xwişka wê tev li refên PKKê dibe û piştre dayika wê jî di nava siyasetê de cih digire. Ew bi xwe jî dengbêjiyê dike.
Dengbêj Gazîn ku rehmet kiriye, li Wanê Komeleya Jinên Dengbêj vekiribû û ji bo bernameyekê gazî dengbêj Meryemê dike ku tev li bernameyê bibe. Meryemê jî kilameke dengbêjiyê li ser dayika xwe got û dema xelas kir, guhdar rabûn ser pêyan û bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ û bi lêdana çepikan Meryemê pîroz kirin. Malbat ji ber ku tev li bernameyê bûye û kilam gotiye çend gotinên nexweş ji Meryemê re dibêjin, lê belê Meryem guh nade van gotinan û wiha dibêje:“Dengbêjî nasnameya Kurdan e, divê pêşiya jinan bê vekirin, bila bihelin jin bibin dengbej. Tu hêz nikare netewe, çand, cil û berg û zimanê min ji min bistîne. Ev hêzar sal e serpêhatiyên Kurdan, bi saya dengbêjiyê hatiye, bi qelem û defterê nehatiye nivîsandin.”
AW/DARISTAN PALA















