Hemçaxê Şakiro; Dengbêj Memedê Panîyê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 26 Sibat 2026 - 02:25

FEXREDÎN KILIÇ / AW / AMED

Pirtûka zargotin û dengbêjiyê ya bi navê Dengbêj Memedê Panîyê ku ji klamên şer, mêrxasî û evîndariyê pêk tê û berhevkarî û nivîsîna wê Rêdî Seîd û Hîkmetê Panîyê kiriye ji Weşanên Wardozê derket. Pirtûk bi vegotina jiyan û dengbêjiya Memedê Panîyê dest pê dike û ji beşên “Kilamên Şer û Mêrxasiyê” û “Klamên Evîndariyê” pêk tê. Destpêka pirtûkê lawê Memedê Panîyê Hîkmet Panîyê ku di nivîsîna pirtûkê de jî cihê xwe girtî ye, qala jiyan û dengbêjiya bavê xwe dike. Her wiha Dengbêj Zahiro, Dengbêj Mihemedê Nenecanî, Dengbêj Îzetê Panîyê û Emer Ergîn (Kurê Elî Zîverê Silêmanê Ahmed, Birazîyê Ferzendeyî) jî di pirtûkê de qala Dengbêj Memedê Panîyê dikin. Di pirtûkê de 57 kilamên şer û mêrxasiyê û 44 klamên evîndariyê hene. Gelek kilamên di pirtûkê de tevî agahiyên xwe hatine dayîn. Di pirtûkê de her wiha pêveka albuma wêneyan jî heye.

Di denbêjiyê de şirîkatiya peyv û dengan

Di beşeke pêşgotina pirtûkê de wiha tê gotin: “Gava em bala xwe didin hunera dengbêjîyê, em dibînin ku ji xeynî meqamên muzîkê, zimanekî xurt, xwerû û bijarte jî hatîye bikaranîn. Dengbêjan wekî helbestvanan qîmeta her peyvê zanîye û her peyv di şûna xwe da gotîye û her hevok jî li gorî naveroka qewimînan û rîtma meqamê saz kirîye. Her çiqas kilam bi zimanekî hêsan hatibin çêkirin jî em dibînin ku ziman bi hostatî hatîye bikaranîn, li gorî dîyalektîka çarçoveya hunerê hatîye şixulandin û karekî aqilane pêk hatîye. Tiştekî din jî ev e; di hunera dengbêjîyê da deng û peyv, şirîkên hev in, ji hev venaqetin û kilam bi her duyan çêdibe. Ji wan yek sist be, qels be, ev kar bê ruh û bê tesîr dibe. Ji ber vê jî wekî gelek dengbêjan, dengbêjên Serhedê jî wan bi qasî ku serê xwe bi meqamê ra êşandîye ewqas jî qîmet daye peyv û gotinê. Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku dengbêjî ne tenê hunereka muzîkê ye, her wiha hafizeya dîroka gelî ye, ku bi muzîk, wêje û dîrokê hatîye hûnandin û xemilandin.”

Wî bi dengê xwe gelek kilam nedan jibîrkirin

Memedê Panîyê jî yek ji wan dengbêjên Serhedê ye ku wî bi klam û destanên xwe, xizmeteke mezin li zargotina Kurdan kiriye û bi şêwaza xwe hunera dengbêjiyê dewlemendtir kiriye. Wî berhemên biqîmet pêşkeşî cıvata xwe kirine, bi wan daye guhdarîkirin û hezkirin. Bi saya deng û awaza wî, gelek klamên sedsala borî ku gelekî wan bi dîroka Kurdan a sedsala borî re eleqedar in ji windabûnê xelas bûne…”

Hemçaxê dengbêjê navdar Şakiro ye

Li ser bergê pirtûkê yê dawiyê jî ev agahî hatine nivîsîn: “Memedê Panîyê hemçaxê dengbêjên Serhedê yên navdar ên wekî Şakiro, Tahiro, Keremê Oxçîya, Ehmedê Hêliksan, Xosrofê Demya û Nûredînê Meter e. Herçiqas wî jî wekî gelek dengbêjên Serhedê qewimînên sedsala borî gotibin jî wî naveroka wan qewimînan li gorî şêwe û tehra xwe çêkiriye û straye.

Dema em li kilamên wî guhdarî dikin, şêwaz û meqameka taybet û xurt tê dîtin. Bi qasî muzîkaliya wî, ji hêla bikaranîna ziman û sêwirandina hûrgiliyên jiyanê ve jî kilamên wî Xwedî terz û hêzeka mezin in.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.