Bajar bi bajar çîrokên Kurdî berhev dikin

Nûçeyên Çand/Huner

În 20 Sibat 2026 - 03:05

Çîrok û çîrokbêjî ku beşek bingehîn a wêjeya devkî ya Kurdî ne, bi sedsalan e bi navgîniya kevneşopiya dengbêjiyê ji nifşekî bo nifşekî heta roja me ya îro hatine. Lêbelê, ji ber polîtîkayên pişaftinê koçberî û asîmîlasyonê, beşeke girîng ji vê mîrateya devkî an hatiye jibîrkirin an jî bi zimanên serdestan ve hatiye wergerandin û çîrokên bi Kurdî ji rastiya xwe hatine dûrxistin. Heta niha, bi dehan çîrokên Kurdî li Tirkî hatine wergerandin û ev jî bûye sedema nedîtbarbûna mîrateya devkî ya wêjeya Kurdî û qelsbûna nasnameya wê ya çandî. Lêbelê, çîrokên Kurdî ne tenê cureyeke ji wêjeya Kurdî ne, di heman demê de yek ji hîmên wê yên bingehîn in. Kevneşopiya çîrokbêjiyê ku bi destan, stran û vegotinên dengbêjan ve girêdayî ye, bîra dîrokî, nirxên civakî, têkiliya bi xwezayê re û xeyala kolektîf a Kurdan hildigire. Çîrok di pêşveçûna wêjeya nivîskî ya Kurdî de jî roleke diyarker dilîzin, ji ber ku gelek nivîskarên Kurd ên nûjen ziman û berhemên xwe yên vegotinê bi bikaranîna vê kevneşopiya devkî ava kirine.

Çîrokbêjî gelekî qedîm e

Çîrokbêj Neslîhan Aslan û Amîna Sitî Aktaş ku li seranserê Kurdistanê ji bajarekî bo bajarekî din digerin, çîrokên Kurdî ji jinan berhev dikin, bi vî awayî hem kevneşopiya devkî ya wêjeyî ji bo pêşerojê diparêzin û hem jî belge dikin. Xebata Neslîhan Aslan û Amîna Sitî Aktaş ne tenê wekî çalakiyeke berhevkirina folklorîk e, di heman demê de wekî hewldaneke ji bo parastina bîra çandî û xuyangkirina rehên wêjeya Kurdî ye. Bi berdewamiya vegotina çîrokan bi zimanê xwe yê zikmakî, her du çîrokbêj kevneşopiya devkî zindî dihêlin û di heman demê de bi nivîsandina wan arşîveke wêjeyî jî diafirînin. 

Çîrokbêj Neslihan Aslanê wiha behsa destpêka xwe ya vegotina çîrokbêjiyê kir:"Dema ku ez zarok bûm, li gundê me çîrokbêjî hebû. Dayika min jî yek ji van çîrokbêjên baş bû. Bi dayikan min re apê min çîrok digotin. Ez bi van çîrokan mezin bûm. Li gundê me gelek dengbêj û çîrokbêj hebûn.Ez bi wan çîrokan mezin bûm. Min pêşiyê dengbêjî tenê dikir û piştre jî hevalekî ji min re got,' tu dikarî çîrokbêjiyê jî bikî' Min jî got,' ez bicerîbinim' piştre min destpêkir û keyfa min pir ji çîrokêjiyê re hat. Çîrokbêjî tiştekî gelek qedîm e. Çîrokbêjî jî tişteke wêjeyî ye. Ez çîrokan şanowî û mûzikî dibêjim. Ez dixwazim ku zarokên me jî bi çîrokên me mezin bibin. Heta niha min çend çîrok berhevkirine nizanim. Lêbelê heta niha 6-7 çîrok min nivîsandine. Ez çîrokan hem dinivîsim û hem jî dibêjim." 

Çîrok li tevahî cîhanê digerin

Amîna Sitî Aktaş, çîrokbêjeke ku dibêje wê çîroka xwe ya yekem a bi Kurdî dema ku ew 25 salî bûye ji diya xwe bihîstiye û got:"Dema ku min zanîngeh xelas kir ez derbasî Amedê bûm û bi malbata xwe re bûm. Di demsala havînê de atolyeyek hate çêkirin. Piştî tevlîbûna min a wê kargehê çîrokan bala min kişand. Piştre min biryar da ku dest bi çîrokbêjiyê bikim. Piştre ez çûm cem dayika xwe û min jê re got,' tu dê ji min re çîrokan vebêjî' Wê jî ji min re got,' ez nizanim dev ji min berde' bi israra min di dawiyê de dayika min çîrok ji min re got. Piştî wê min ferq kir ku di jiyana min de kêmasiyeke pir mezin hebû. Ew jî çand bû, ziman bû û çîrok bû. Ez çûm Colemêrgê min çîrok guhdar kirin û berhevkirin. Li navçeya wê Çelê û her wiha li Wanê min komkirine. Niha 10 çîrok ji bo vegotinê destê min de hene. Ez heta niha çûme Amed, Wan, Muş, Elih, Colêmerg, Bedlîsê. Herêma Serhedê di hêla çîrokan ve herêmeke dewlemende. Çîrok dinyayê digerin, diçin gelek bajaran û welatan. Dema ku çîrokeke kurdî wergerî tirkî tê çapkirin û mirov dixwîne mirov di wê çîrokê de baş dizane ku ew çîrokeke kurdî ye. Xeyala min a yekem ew e ku ji her bajarê welatê xwe çîrokan kom bikin, binivîsim û vêbêjim. Di jiyana xwe ya rojane de jî ez biçim kîjan bajarî ez ê çîrokan vebêjim." 

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.