
Li taxa Mordane ya parêzgeha Helebceyê, ev zêdetirî mehekê ye du jinan bi hev re qehwexaneyeke xwezayî vekirine. Di vê qehwexaneyê de Qehweya Kurdî ya Kezwanan tê pêşkeşkirin. Ev her du jin dixwazin Qehweya Kurdî ya Kezwanan bikin markayek bi xelkê Başûrê Kurdistan û derveyî welat bidin nasîn.
Ji kezwanên çiyayên Kurdistanê ye
Yek ji xwediyên qehwexaneyê ya bi navê Rêjwan Diyarî têkildarî vekirina qehwexaneya Qehwa Kurdî ya Kezwanan axivî û wiha got:“Fikra vekirina qehwexaneya Qehweya Kurdî ya Kezwanan, me ji Bakurê Kurdistanê wergirtiye. Ji ber ku ev çanda Qehweya Kurdî ya Kezwanan a Bakurê Kurdistanê ye. Lewra me jî xwest tiştek wisa bikin û me xwest vê çanda resen ya Kurdî ji Bakurê Kurdistanê bînin Başûrê Kurdistanê da ku ji xelkê me re jî bibe çandek ya netewî. Em qehweya xwe ji kezwanên çiyayên Bakurê Kurdistanê çêdikin û lewra navê wê jî ji vê yekê tê.” Li gorî Rêjwan Diyarî, ev cara yekeme ku berhemeke wisa bi awayekî xwezayî tê çêkirin û got:“Gelek feydeyên tenduristiyê yên Qehweya Kurdî hene. Qehweya Kurdî ya Kezwanan demarên dil vedike, rê li ber hişkbûna masûlkeyan digire û çerm xweşik dike. Qehwe bi temahî xwezayî ye û bêyî pêkhateyên dine.”
Ev çand jî ji Kurdan hate dizîn
Di navbera salên 1850 û 1930’an de, kezwan li deverên çiyayî yên Semsûr, Amed, Êlih û Mêrdînê yên li Bakurê Kurdistanê dihat berhevkirin. Paşê ew ji bo Fransayê hat hinardekirin û li Ewrûpayê wekî “Qehweya Kurdî” hat firotin. Zêdetirî 80 salan, Qehweya Kurdî yek ji cûrên qehweyê yên herî navdar bû li Fransayê. Tiştê ku Qehweya Kurdî ji qehweyên din yên bêkafeîn cuda dike ev e ku Qehweya Kezwanan ji kezwanen ku ji hêla Kurdên li deverên çiyayî ve têne berhevkirin, tê çêkirin. Ew bi şîr û şekir, ku malzemeyên sereke yên di reçeteyên kevnar de ne, dihat tevlihevkirin. Lê reçeteyên nûjen niha tenê qehwe dihewînin. Qehweya Kurdî nêzîkî du sedsal berê li seranserê Ewrûpayê belav bû. Ango di sedsala 19’an de, Fransiyan 100 salan bazirganiya wê kirin, heta dawiya sedsalê qehweya Kurdî, ku wekî Qehweya Kezwanan tê naskirin. Qehweya Kurdî ya Kezwanan xwedî nirxek çandî ya netewî ya Kurdî bû, mîna hemî nirxên din ên çandî û netewî yên Kurdî. Ev qewhe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve weke bi sed hezaran berhemên çandî, hunerî, civakî, ziman, wêje û hwd. din yên Kurdî hat dizîn û binavê “Menengiç Kahvesi” ji Kurdan dizîn û kirin malê xwe.
ROJNEWS/HELEBCE















