Wek alaveke şer xweza

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 24 Nîsan 2026 - 16:00

  • "Valakirina gundan, şewitandina gundan, şewitandina qadên çandiniyê bi armanca ku pêşî li vegeran bigire bû. Îro heman polîtîka didomin. Nêzîkatiya yekparêz a dewletê, ne tenê şerê sosyopolîtîk di heman demê de şerê ekolojîk jî dide meşandin."

Xweza seranserê dîrokê wek hebûneke zindî ya bi mirovahiyê di têkiliyê de jiyaye tê qebûlkirin. Lê îro di destê modernîteya kapîtalîst de veguheriye alava şer. Hêzên sermaye û desthiladariyê daristan, av, çiya û erdên çandiniyê digirin bin kontrola xwe û ne tenê hevsengiya ekolojîk, jiyana civakî jî hedef digire. Bi taybet li erdnîgariya Kurdistanê qetilkirina xwezayê heman di demê de wek projeyeke hilweşandina çandinî û demografîk dimeşe.

Hema hema li tevahiya Tirkiyeyê bi texrîbatên ku maden diafirînin xweza tune dibe û li Kurdistanê jî çiya, mêrg teslîmê sermayê hatine kirin. Bi taybet di 20 salên dawî de bi qanûnên cuda pêşiya sermayê hat vekirin û hema hema her derê me hatiye dagirkirin. Li her derê ku gotinên ‘hewcedariya bi enerjiyê’, ‘herêmî û netewî’ talana xwezayê û xwe dewlemendkirin heye. Di van talanan de darên zeytûnan hatin tunekirin, sewal hatin qetilkirin, guherînên avhewayê hatin jiyîn. Yekbûna dewlet û sermayê mafê hemû zindiyan tune hesiband û hevsengiya ekolojiyê serobino dike.

Ev talana xwazeyê ya sîstematîk, qada rûhevhatina modernîteya kapîtalîmzê ye. Li aliyekê hêrsa karê ya semayê li aliyê din jî têkiliya jiyanî ya bi axê re tunekirin. Bi taybet ev li Kurdistanê giran dibe; Ji ber her çiya, her çemê vê erdnîgariyê ne tenê ekolojîk di heman demê de beramberê wê yê dîrokî û nasnameyê heye. Dewlet di bin navê ‘pêşvebirinê’ de HES, bendav, kanên madenê, komkujiyên daristanan pêk tîne û ev operasyona ‘teslîmkirina erdnîgariyê ye’. Ev operasyon tenê xwezayê qetil nake, bîra berxwedana çandî, dîrokî û olî hedef digire. Ji ber vê ya tê jiyîn ne tenê karaseteke hawirdorê ye, di heman demê de ‘şerê hebûnê’ ye. 

Nêzîkatiya dewletê ya ku pêşvebirina aborî û netewperestiyê digire navenda xwe, erdnîgariya Kurdistanê veguheriye qada şer. Gelî, newal û çavkaniyê avê yên bi HES’ê tên tunekirin, qadên bi faliyetên madenê tên texrîbkirin, daristanên tên şewitandin ji polîtîkayên netew dewletê serbixwe nîne. Bi taybet di salên 1990’î de polîtîkayên înkarê yên li gelê Kurd hatin ferzkirin, pêkanînên ku asîmîlasyon û koçberî hedef girt, rê li ber hilweşîna civakî û ekolojîk vekir. Valakirina gundan, şewitandina gundan, şewitandina qadên çandiniyê bi armanca ku pêşî li vegeran bigire bû. Îro heman polîtîka didomin. Nêzîkatiya yekparêz ya dewletê, ne tenê şerê sosyopolîtîk di heman demê de şerê ekolojîk jî dide meşandin.

Xwediyên cih û war li wan deran dikin biyanî. Bi guherînê re gel û civak wek siyasî ji nûve tê pênasekirin. Li ser xweza û civakê çavkaniyên kontrol û desthilatdariya nû tê afirandin. Têkiliyên di navbera xweza, civak û civakên cuda de tê guherîn; sînorên hişk dikin navbera gel û mirovan, ev ber bi têkiliya sermaya global û dewletan ve diçe. Ev jî bi xwe re yekalîbûnê, neqebûlkirinê diafirîne. (Vandana Shiva ve Maria Mies, Ekofeminizm). Ev pêvajo tenê bi guhertina cihê fîzîkî sînor namîne di heman demê de bîra çandî û nirxên kolektîf jî parçe dike. Polîtîkayên pêşvebirinê yên dewletê, dest dide ser axê komên ku cuda dibînin û wan ji axa wan dikin, dikin serjimareke biyanî.

Xweza hevsengiyeke ku hemû zindî bi awayekî wekhev û azad xwe heyî dike, temsîl dike. Di ekosîsteman de ne hiyerarşî, di nava yekitiyê de piştevaniyek heye. Serdestiya mirovan a li ser xwezayê di heman demê de, çavkaniya newekheviyên civakî û sazbûnên otorîter ava dike. Civakek ekolojîk modeleke ku biryarên xwe ji tabanê digire, cudahiyan wek dewlemendî dihesibîne mafên nifşên pêşerojê jî esas digire ye.

Di nava parastina hevsengiya ekolojîk û demokratîkbûna jiyana civakî de têkiliyeke diyalektîk heye. Sazbûnên hiyerarşîk û navendîperest ên têkiliyên desthilatdariyê, li ser xwezayê serdestiyê ava dike, newekheviyê giran dike û hilweşîna ekolojîk jî lez dike. Di vê çarçoveyê de ji bo çareseriya vê krîzê û têkiliya organîk a azadiya civakê bi projeyek demokrasiyê ya radîkal dikare watedar bibe.

Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosyaya ‘Sosyalîzma civaka demorkatîk’ a kovara Jineolojiyê hatiye girtin.

JINNEWS / DERYA AKYOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.