
- Dîroknas Dr. Îsmet Konak du belgeyên nû bi raya giştî re parve kirin. Di van belgeyan de serokên Sovyetê yên wê demê behsa Kurdistana Sor dikin. Kurdistana Sor ku weke parçeyê pêncan ê Kurdistanê tê qebûlkirin, hîna jî baş nayê zanîn.
Anatomiya Kurdistana Sor an jî koka termînolojîk a vê pênaseyê, hîn jî cihê meraqê ye. Helwesta serokên Sovyetê ya li hember vê pênaseyê jî balkêş e. Dr. Îsmet Konak ku vê dawiyê lêkolîna xwe ya li ser Kurdistana Sor kûrtir kiriye û belgeyên berbiçav derxistiye holê, niha bi du belgeyên bi zimanê Rûsî vê serdemê ronî dike.
Dîroknas Konak belgeyan wiha şîrove dike: "Yek ji axên ku ji hêla gelê Kurd ve hatine bicihkirin ku di seranserê dîrokê de mîna çûkên tevnker mijûlî çêkirina hêlînan bûne, herêma Kurdistana Sor bû ku li rojavayê Azerbaycanê ye. Di vê çarçoveyê de, dirûşma 'çar beşên Kurdistanê' bi rastî jî cihê nîqaşê ye. Her wiha beşeke pêncemîn a Kurdistanê jî heye. Ev beş 'beşeke yekpare' ya dîroka Kurdan e." 'Çêbûna' Kurdistana Sor ku di navbera 1923 û 1929'an de hebû, hîn jî veşarî ye. Bê guman, herêma Kurdistana Sor di sedsala 20'î de cara yekem wekî 'Kurdistan' nehatiye binavkirin. John Bell ku di navbera 1715 û 1718'an de çûye Îranê, li ser vê mijarê wiha nivîsandiye: 'Em ketine axek vala ku ji hêla Rûsan ve wekî stepa Mogan û ji hêla Farisan ve jî wekî Kurdistan tê binavkirin... Kura diherike û parêzgeha Kurdistanê dabeş dike. Kurd navê xwe ji vî çemî digirin. Ev gel pir kevnar e û bi raya min, heman ew gel e ku Ksenefon wekî 'Kardukan' bi nav kiriye, ew kesên ku li hember dagirkeriyên Yewnanî li ber xwe dane.”
Du belge di derbarê Kurdistana Sor de
Tê zanîn ku berî damezrandina Kurdistana Sor, di navbera serokên Sovyetê de name hebûn ku herêma ku Kurd lê bi cih bûne diyar dikirin. Di vê çarçoveyê de, du belge ji bo mijara me girîng in. Ya yekem telgrafek e ku ji Komîteya Navendî ya Rêveberiya Partiya Komunîst a Rûsyaya Sovyetê re hatiye şandin. Ya duyemîn qeyda Polîtburoya Partiya Komunîst a Azerbaycanê ye. Bi qasî ku em dizanin, em van belgeyan cara yekem bi raya giştî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê re parve dikin. Divê bê zanîn ku ev belge di Arşîva Partiyê ya Şaxa Ermenistanê ya Enstîtuya Marksîzm-Lenînîzmê (PAAF IML) de tên parastin.
Bakurê Zengûrê: Kurdistan
Belgeyek bi dîroka 10'ê Tîrmeha 1920'î ku ji Partiya Komunîst a Rûsyaya Sovyetê re hatiye şandin, herêma bakurê Zengezurê wekî "Kurdistan" bi nav dike. Belge dibêje ku Kurdan şert û fermanên hikûmeta Sovyetê qebûl kirine û ger pêwîst be, dê sînorê Azerbaycanê li dijî Daşnakan li Zengezurê biparêzin. Belge ji hêla kesayetiyên siyasî yên navdar ên wekî Nariman Narimanov, Serokê Komîteya Şoreşger a Azerbaycanê; Budu Mdivani, endamê Buroya Kafkasê ya Partiya Komunîst a Rûsyaya Sovyetê; Anastas Mikoyan, endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê; û Viktor Naneyşvili ve hatiye îmzekirin.
Desthilatdariya Sultan Beg
Belgeya duyemîn nivîsara rûniştineke Polîtburoya Partiya Komunîst a Azerbaycanê ye. Di vê rûniştinê de, raportor Karakozov pêşkêşiyek bi sernavê "Pirsgirêka Qerebax-Kurdistanê" pêşkêş kiribû. Karakozov behsa Navçeya Zangezurê wekî "Kurdistan" dike û wê dike du rayonan. Ew dibêje ku rayona yekem ku ew wekî Mînkend destnîşan dike, di bin desthilatdariya Sovyetê de ye, lê rayona duyem ku ew wekî Adjisalin bi nav dike, di bin desthilatdariya axa Sultan Beg de ye. Karakozov radigihîne ku Sultan Beg xwe nedaye lihevkirina ji bo têkoşîna li dijî Daşnakan de û divê ji holê bê rakirin. Sultan Beg Sultanov, bi eslê xwe Kurd bû û ji malbateke dewlemend a Qefqasî bû. Sultan Beg ku di sala 1871'ê de li gundê Kasimuskhagi, rayona Laçînê, uyezdiya Zangezurê, guberniyaya Yelivazetpolê ji dayik bûye, bi rêbazên xwe yên hovane, bi taybetî li dijî nifûsa Ermenî, dihat nasîn. Ji ber vê sedemê, jê re tewra bi navê "Qesabê Qefqasê" jî dihat gotin. Bi damezrandina desthilatdariya Sovyetê li Azerbaycanê, Sultan Beg, ligel birayê xwe Husrev Beg, neçar ma ku herêmê biterikîne. Paşê ew li Tirkiyeyê penaber bû, li wir li Koçkoy, gundekî li navçeya Arpaçay a Qersê, erd û xaniyek jê re hat dayîn. Sultan Beg di sala 1955'an de li vî gundî mir.
Divê bê zanîn ku di bidestxistina belgeyan de tevkariya lêkolîner Awat Galale heye. Belgeyên ku hatine bikaranîn ev in:
MA/NAVENDA NÛÇEYAN







