
- Gelek amûrên çandî hene. Bi awayekî girîng bandor li civakê kirine û çandî ne. Bûka Baranê jî yek ji kevneşopiya Gelê Kurd e.
Gelek çand û kevneşopî li gor erdnîgariya wî welatî bi teşe dibe. Bîra wê civakê ava dike. Dewlemendiya wê civakê jî derdixe pêş. Yek ji adetên kurdan ên kevnar jî Bûka Baranê ye. Elbet çîrokek vê jî heye. Berî em derbarsî çîroka wê bibe em behsa aliyê çandiyê ya herêmên kurdan bikin. Ji ber ku bi hev eleqedar in. Çandinî di çanda kurdan da xwediyê cihekî taybet e. Jixwe çîroka Bûka Baranê ji vir dest pê dike.
Wexta hişkayî heba baran têr nebariya Bûka Baranê dihat çêkirin. Bi vê re daxwaz ji bo barîna baranê tê kirin. Çimkî dema baran nebare wê erd hişk bibe. Zarok jî tevli vê yekê dibûn ji ber baweriya wê diayên zarokan qebûl bibe li pêş bû. Ev adet di eslê xwe de xwezayî ne. Çi çand, bîr, bawerî, huner û jiyana civakî derdikevin holê. Her wiha ji keskesorê re jî Bûka Baranê tê gotin.
Ev Bûka Baranê çawa çêdibe. Elbet ev jî mijareke din a girîng e. Zarok berê ji dar û paçikan bûkekê çêdikên. Ev bûkên bi vî rengî berê di lîstokên zarokan de jî hebûn. Ev bûk bi stûneke dirêj ji jor ve tê hildan û li gundewar û kolanan gerek pêk tê. Di vê gerê de zarok li deriyan didin xwediyê malê jî ya tasek av li wan dikin an jî li pey wan direşîne. Zarok ji vê gerê destvala venagerin. Malbat xelatên mîna bulxur, nîsk, savar, zeyt, rûn, pere, fêkî û hwd. didin zarokan. Zarok bi vê re kêfxweş jî dibin. Zarok dawiyê van xelatana li hev parve dikin. Li vir ew hişmendiya parvekirinê jî dertê holê. Zarok hem parve dikin û hem jî duayen xwe ji bo barîna baranê dikin.
Ev çanda kevnar ji nifşekî derbasî nifşekî dinê bûye. Heta berê tasek dew jî dihat rijandin ji bo pez stewr nebe û gîha şîn bê. Li gor hinek herêman di saetên Rozerînê de Bûka Baranê tê gerandin. Ji ber di wê saetê de ewr tune ne, asîman şîn in. Wexta wiha be li gor baweriyê duayên zarokan hîn zû digihêjin jorê.
NAVENDA NÛÇEYAN







