
- Dêra Nuxritê bi efsûn û dîroka xwe ya kevnar bandoreke mezin li ser derûnî û jiyana mirovan dike. Lê belê xwedîderketina li vê dîroka kevnar jî karekî wijdanî ye. Ji ber ku dîrok bîr û hafizaya civakekê ye.
Kurdistan ji her alî ve xwediyê dewlemendiyeke mezin e. Li ser erdnîgariya Kurdistanê gelek cihên dîrokî ku hîn ji aliyê gelek kesan ve nayên zanîn hene. Ev jî kêmasiyeke mezin e. Ji warê dîrokê ve Mezopotamya xwedî taybetmendiyeke girahbiha ye. Bi qasî dewlemendiya dîrokê, li ser axa Mezopotamyaya ku malovantiya şaristaniyê kiriye gelek bûyerên yekem pêk hatine. Ev bûyer divê tu carî neyên paşguhkirin. Pêşgotina yekem, reformên civakî yên yekem, strana eşqê ya yekem û hwd. Gelek gavên jiyana mirovan ronî kiriye û pêş xistiye hatine avêtin. Ev gavên hatine avêtin bîreke kûr di dîrokê de ava kirine.
Paşguhkirina cihên dîrokî
Gelek bajarên Kurdistanê di warên dîrokî de pêş ketine. Efsûn û bandoreke mezin di dil û hişê mirovan de ava dike. Yek ji bajarê ji warê dîrokê de gelekî pêş ketiye jê Riha ye. Bi keşifkirina cihê dîrokî Xirabreşkê ku ji gelek şaristaniyan re malovantî kiriye gelek pêşbînî guhertin. Xirabreşkê ya girêdayî bajarê Rihayê ye ket nava mîrateya mayinde ya UNESCO'yê. Her wiha di DNA'ya li wir a 12 hezar sal berê de tê dîtin ku kurd bi hezar salan e li ser vê axê dijîn û xwediyê vê axê ne. Yek ji cihên dîrokî yê li Bajarê Rihayê Dêra Nuxritê ya li Gundê Nuxrita Rojhilatê Xelfetiyê yê Rihayê ye. Ji ser vê dêrê hezar û hefsed sal derbas bûne. Lê belê niha ew ji aliyê Wezareta Tûrîzmê ya Tirkiyeyê ve wekî gelek cihên dîrokî hatiye paşguhkirin. Aliyekî Dêra Nuxritê ya dîrokî hilweşiyaye. Mînakeke berbiçav a hilweşandina cihên dîrokî yek jê jî jixwe Heskîf e. Heskîfa girêdayî Êlihê niha di bin avê de maye. Lê wekî civaka Kurd em çiqasî li dîroka xwe li bîr û kevneşopiya xwe xwedî derdikevin elbet ev jî mijareke girîng e. Ji bo dîroka me bê parastin hest û helwesteke hevpar lazim e.
Êrişên li ser aliyên dewlemend
Di dîroka Kurdistanê de êrişên dagirkeran tu carî bi dawî nebûne. Li ser ziman, dîrok, erdnîgarî, çand û hunerê hîn jî ev êriş hene. Li gor hinek çavkaniyan ev dêra dîrokî ji aliyê hukumdariya Romayan ve hatiye avakirin û dîroka wê xwe dispêre dora hezar û pênsed, hezar û hefsedî. Vê dîroka tê qalkirin dîroka pejirandina hukumdariya Romayê ye, bi awayekî olî derbasbûyina ola xiristaniyê ye. Di her dîroka gelan de avakirina cihê olî hene. Di heman demê de êrişa li dijî olan jî hene. Bermahiyên dîrokî yên mîna gencîneyê jî para xwe ji vê êrişê girtine. Êriş her li ser aliyên dewlemend ên gelan hatine. Li dijî van êrişana dîsa rihê yekîtiyê yê girîng mijara gotinê ye. Ev rih encax hewldana êrişan vala derxe.
Baweriyên cuda
Wexta em li dîrokê dinêrin elbet baweriyên cuda jî bala mirov dikşîne. Di çarçoveya van baweriyana de jî jiyan bi teşe bûye. Di baweriya xiristiyaniyê de Ezîz Yûhane hawerîyekî Îsa ye û li Xarpêtê gelek beşên Încîlê nivîsandiye û tê gotin ji ber êrişan xwe li vê herêmê veşaretiye heta ku derbasî Beyrûdê bûye. Ezîz Yûhane li rexê Çemê Firatê gelek beşên Încilê nivîsandiye. Jixwe navbera çemê Dîcle û Firatê cihê şaristaniyê ye. Dema em bala xwe didin vê dêrê di heman demê de sembola rojê jî li ser kevirên dêrê hene. Ev sembol dêmek wê demê girîng bûye. Di dîrokê de roj di baweriya gelê kurd de xwedî cihekî bi nirx e. Kurdan her bi rojê sond dixwarin. Baweriyên cuda yên gelan hene. Ev bawerî bi salan hatine dewamkirin.
Amûrên dîrokî
Dîrok di nava xwe de gelek rastiyan jî vedişêre. Ev rastî her tim li gor mirovan hatine parastin. Li hewşa Dêra Nuxritê jî li gor tê texmînkirin gor hebûne. Li gor baweriyan kesên di warê ol de navdar, keşîş û rêvebirên dêrê li hewşa Dêra Nuxritê cenazeyên wan dihatin veşartin. Li gor baweriya wan kesên xasê xwedê li der û dora dêrê dihatin veşartin û tê gotin sarinca dîrokî jî li wir heye. Gelek amûrên dîrokî yên li derdora Gundê Nuxritê hene. Ev amûrên dîrokî li gor xwe xwediyê wateyekê ne.
Dîroka di bin avê de tê hiştin
Dîrok ji ber gelekî girîng e her tim bi êrişan rû bi rû maye. Kesek wexta derekê dagir dike di destpêkê de dixwaze bermahiyên dîrokî ji holê rake. Ev nîşaneya dagirkirinê ye. Dema em li ser erdnîgariya Mezopotamyayê ya îro dinêrin dîrok di bin avê de tê hiştin. Gelek girên dîrokî di bin bendava Ataturkê de mane. Bendava Ataturkê di nav bajarê Semsûr û Rihayê de ye. Ev di heman demê hewldana têkbirina hafizaya civakî ye. Her wiha gelek bûyerên yekem ên li ser vê axa Mezopotamyayê qewimiye wekî ku li derek din cara yekem qewimîbe di hinek çavkaniyan de tê nîşandan. Wekî mînak li gor hinek çavkaniyan tê gotin hesp cara yekem li Asyaya Navîn hatine kedîkirin. Lê belê li Girikê Aşa hestiyên hespan hatine dîtin û digihêje berî zayinê 5 hezar sal beriya niha. Kîkulîyê Mîtanî yanî yê ku kurd e seyisê hespan bûye. 3 hezar û 300 sal berê Kîkuliyê Mîtanî di derbarê ilmê hespzayinê de bi kurdî wiha gotiye:"Ez Kîkulî, ez Kîkuliyê Mîtanî û terbiyekarê hespan..." Bi vê re jî em dibin şahid ku gelek dewlemendiyên li ser axa me wekî ku dewlemendiyên kesên dinê bin hatine nişandan.
Xwedîderketina li dewlemendiyên xwe
Em Kurd li ser axa Kurdistanê xwediyê dewlemendiyeke gelekî giranbiha ne. Xwedîderketina li dîroka li ser axa xwe xwedîderketina li şaristaniyê ye. Em kurd di warê şaristaniyê de gelekî pêş ketine. Jixwe Elî Şerîatî dibêje 'Kesên şaristanî li yewnanan belav kirine kurd in. Yewnanan jî li cîhanê belav kirine.' Xwedîderketina li dewlemendiya xwe ya dîrokî di heman demê de xwedîderketina li rastî û nasnameya xwe ye.
NAVENDA NÛÇEYAN







