Xwezayek bêhempa: Feraşîn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 3 Gulan 2026 - 15:00

  • Zozanên Feraşînê ne tenê bi xwezaya xwe, lê belê bi çanda koçeriyê, dewlemendiya aborî û kûrahiya xwe ya dîrokî, li Kurdistanê xwedî cihekî bêhempa ye. Bi şênkayî, dîmen û hêviya di dil de diafirîne xwediyê efsûneke giranbiha ye. Ev zozan “sîngê xwezayê” yê herêmê ye. Ew di navbera sînorên sê bajarên girîng de dirêj dibe.

Dema em li erdnîgariya Kurdistanê dinêrin xwediyê taybetmendiyên gelekî mezin in. Ev xweza bandorê li ser kesayetê jî dike. Kesayetê hîn xurt û zexm dike. Zozanên Feraşînê li xala hevbirîna Şirnex (Elkê), Wan û Colemêrgê cih digire. Ev deşta bilind di navbera çiyayên serkeş de hatiye vegirtin:

* Bilindayî: Ji asta deryayê nêzîkî 2.600 – 3.000 metre bilind e.

* Berfirehî: Sînorên zozên ji Elkê dest pê dike, aliyekî wê digihîje çiyayê Kato, aliyekî dighîje navçeyên Şax û Payîzava yên Wanê û aliyê din jî dighîje Colemêrgê.

* Etîmolojî: Tê gotin ku navê “Feraşîn” ji wateya “Sirûşta Fireh” tê.

Xweza ne tenê bi dîmenên xwe yên xweşik lê belê bi dewlemendiya xwe jî di dîrokê de cihê xwe digire. Ev dewlemendiya Kurdistanê ya bi salan e. Loma jî her tim ji aliyê neyarên Kurdan ve bûye hedefeke sereke. Tevî bûye hedef jî her tim li ser xwe maye. Feraşîn jî bi hewaya xwe ya hênik û çavkaniyên xwe yên avê yên sar navdar e. Kaniya Masîro, yek ji cihên herî navdar ê herêmê ye ku ketiye nav stranan jî. Her wiha Gola Çalyan li aliyê Şirnexê dimîne, bi ava xwe ya zelal û paqij bala geştiyaran dikişîne. Feraşîn bi hezaran cureyên kulîlk û giyayên bijîjkî (sîrik, ribês, pîvok û hwd) dewlemend e. Ev dewlemendî elbet mirov şaş û mest dike. Her wiha vê erdnîgariyê malovantiya şaristaniyeke mezin jî kiriye.

Li gel vê şaristaniyê bermahiyên dîrokî jî wateyekê li jiyanê û erdnîgariyê bar dike. Li herêma Feraşînê bermahiyên dîrokî jî hene. Li gor hinek çavkaniyan Kevirên Ruknî yên bi dirêjahiya 1-2 metreyan hene. Tê texmînkirin ev der di serdemên kevnar de wekî baregeh an jî navenda niştecihbûnê ya medeniyeteke avî hatibe bikaranîn. Feraşîn di dilê kurdan de xwedî cihekî sembolîk e jî. Bûye mijara stranan jî. Di dilê gelên herêmê de cihekî taybet girtiye.

Zozanên Feraşînê bi dewlemendiya xwe ya giranbiha wekî gencîneyeke veşartî ya axa Kurdistanê li hêviya lêkolîn û parastinê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.