
- Kubara Xudo bi awaz û hestên xwe di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. 40 salan dersên zimanê Kurdî da zarokên Kurd, hem di salên xwendekariyê de û hem jî di karê xwe yê mamostetiyê de qet dev ji muzîkê berneda. Ew yek ji dengên hezkirî yên Radyoya Êrîvanê bû.
Wekî gelek jinên dengbêj ên berxwedêr wê jî têra xwe li berxwe da. Xwest xizmetê ji bo ziman û çanda Kurdî bike. Stranên wê digotin hîn jî di nav Kurdan de bi hezkirin têne guhdarîkirin. Wê bi dengê xwe yê xweş di dîroka dirêj a Radyoya Êrîvanê de, ku ji bo Kurdan bîranînek bêhempa afirand, cihê xwe girt û wekî hunermendek hêja û dengbêjekê di dîroka çandî ya Kurdan de cih girt.
Kubara Xudo yek ji dengbêjên jin ên navdar ên Kurd e, bi dengê xwe yê xweş tê nasîn. Ew bi dengbêjiyê tê nasîn, lê mîna gelek jinên Kurd, wê di gelek waran de xwe pêş xist. Ew dengek hezkirî ya Radyoya Êrîvanê bû, ew wekî mamoste jî xebitî û 40 salan dersên zimanê Kurdî da zarokên Kurd.
Di pêşketinekê de bandora malbatî jî gelekî zêde ye. Malbat çiqasî pêşketî be zarokên wê malbatê jî ewqasî pêş dikevin. Serkeftina malbatê serkeftina zarok e. Kubara Xudo di sala 1935'an de li navçeya navdar a Elegezê (beşek ji bajarê Axbaranê) ji dayik bû. Malbata Kubara Xudo pir navdar bû; her yek ji xwişk û birayan rewşenbîrek pir xwende bû û di warên xwe de xebatên girîng kiribûn. Mîna mêran, jinên di malbatê de jî pir xwende bûn û bûn zanyar an perwerdekar. Birayê herî mezin, Egîdê Xudo, nivîskarekî navdar ê Kurd bû û bi salan serokê beşa wêjeyê ya rojnameya Riya Teze bû. Prof. Şêrkoyê Xudo zanyarekî navdar ê Kurd bû, Gorgiyê Xudo profesorê bijîşkiyê bû û Titalê Xudo profesorê fîzîkê û rêveberê dibistana gund bû.
Kubara Xudo hem jineke xwende hem jî jêhatî bû. Bi vê têkoşînê bû mînakek. Her wiha ew li ber pêlên koçberiyê jî ketiye. Kubara Xudo xwendina xwe ya seretayî û navîn li Elegezê temam kir û dû re ji bo xwendina bilind çû Yêrêvanê. Li Yêrêvanê, wê li Zanîngeha Pedagojiyê ya Ziman û Wêjeya Ermenî ya Xaçatur Abovyan xwend. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û xirabûna aboriya Ermenistanê di salên 1990'î de, wê bi malbata xwe re koçî St. Petersburg, Rûsyayê kir.
Kubara Xudo ji parastina zimanê Kurdî gelekî hez dikir. Loma jî di vê oxirê de jî xwediyê kedeke giranbiha ye. Kubara Xudo ku 40 sal dersên kurdî da zarokên kurd, hem di salên xwendekariyê de hem jî di dema mamostetiyê de, tu carî dev ji muzîkê berneda. Şeş stranên wê yên herî zêde jê dihatin hezkirin ev in; Gede lawikê min pala hanê, Lûr ke lûr ke, Îro roja rehtiyê, Mêvan mêvan mêvan can, Hat makîna Kaxêtê û Kew Hêlûnê. Strana wê ya herî navdar “Keleşo” ye.
Kubara Xudo di çanda Kurdî de tiştên mezin bi dest xist. Wê mîrateyeke giranbiha ji nifşên li dû xwe hişt. Navê wê di dîrokê de bi tîpên zêrîn hat nivîsandin. Wekî jineke ji ziman û çanda xwe xizmet kir ket nava rûpelên dîrokê. Ew ji gelek jinan re bû îlhamek mezin.
NAVENDA NÛÇEYAN







