Bi xwendina pirtûkan zarokan perwerde bikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 23 Nîsan 2026 - 15:00

  • Derbarê roja Pirtûkan a Cîhanê de jinên Silêmaniyê dibêjin; ‘‘Xwendin dihêle ku dayik zarokên xwe bi perwerdeyeke baştir mezin bike, divê taybet jin, her kes pirtûkan  bixwîne.’’

Roja 23’yê Nîsana 1995’an ji aliyê rêxistina UNESCO’yê ve wek Roja Pirtûkan a Cîhanî hat destnîşankirin. Ev roj bi armanca bilindkirina asta hişyariyê û pêşketina civakê hat diyarkirin. Di vê çarçoveyê de jinên Silêmaniyê derbarê rola jinan ya di xwendina pirtûkan û perwerdekirina civakê de, axivîn.

Mamostaya bi navê Rojan Kerîm axivî û da zanîn ku xwendin ji bo mirovan pir girîng e û mirov dikare di pirtûkê de xwe bibîne. Rojan Kerîm got; ‘‘Tu çiqas pirtûkan bixwînî, ewqas dibî xwedî kesayet. Bi taybetî ji bo jinên ku dayik in û perwerdekarin, pirtûk gelekî girîng in, ji ber ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan dikarin sûdê ji pirtûkan werbigirin. Di serdemekê de ku teknolojî pêş ketiye, perwerdekirina zarokan hewceyî bi çand û ronahiyeke zêdetir heye.”

Mamosta Rojan Kerîm di dewama axaftina xwe de dibêje; “Her çend di roja îro de em dikarin teknolojiyê wekî çavkanî bikar bînin, lê ew cihê pirtûkê nagire. Ji ber ku xwendina pirtûkê fikirîn û hûrguliyan dihewîne, dikare wekî çavkaniyeke dewlemendtir sûd jê bê girtin.”

Şanoger Bêstan Salar jî li ser heman mijarê axivî. Bêstan Salar got; “Kesên civakê ji nav malbatê derdikevin, lewma divê malbat atmosferekê ava bike ku ferd pê re hînî xwendinê bibin. Xwendin ji bo mirov wekî xwarinê ye. Pêwîst e çi bi pirtûkên çapkirî çi jî bi rêya teknolojiyê, giringî bi xwendinê bê dayîn, ji ber ku dibe sedema pêşketina tak û civakê.”

Bêstan Salar diyar kir ku xwendin dihêle dayik zarokê xwe ji bo civakê bi perwerdeyeke baştir amade bike û wiha pêde çû; “Divê jin xwendevanên baş bin. Ez hebûna teknolojiyê wekî tiştekî xirab nabînim, ji ber ku di jiyana rojane de karê me hêsan kiriye, lê xwendina pirtûkê lezetek din dide mirov.”

Mamsota Hêro Kemal jî dibêje; “Ji aliyê çandî û perwerdeyî ve mirov hewceyî geşbûnê ye û divê her dem xwe nû bike. Ev jî bi rêya xwendina pirtûkan pêkan e. Di heman demê de, bi xwendinê mirov dikare nivîskar û gelên welatên din binase.”

Hêro Kemal herî dawî jî got; “Ger xwendin ji bo mêran carekê girîng be, ji bo jinan sed carî girîng e. Divê jin ji bo avakirina nişfekî baş, hertim pirtûkan bixwînin. Her çend teknolojî di jiyana me de xwedî rol be jî, lê tiştek nabe wekî wê ku pirtûkek di destê te de be.”

ROJNEWS / PERÊZ REMEZAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.