- Serdema desthilatdariya Partiya Baasê, ji bo Şengal û civaka Êzîdî deriyê serdema herî sîstematîk a endezyariya dewletê vekir. Rejîma Baasê Şengal wekî qadeke ewlehiyê ya jeopolîtîk a ku divê ji nû ve bê dîzaynkirin hilbijart. Di vê çarçoveyê de, siyaseta Erebkirin (Ta’rib) û bicihkirina bi zorê (Tehcîr) bûn polîtîkaya bingehîn a rejîma Baasê.
Siyaseta Erebkirin, misilmankirin û “islahkirinê” ya li ser Ezidiyan û Çiyayê Şengalê di serdema rejîma Baasê de zêdetir kûr bû û gihîşt wê astê ku Êzidî bi darê zorê ji Çiyayê Şengalê werin qutkirin û li deştê, di kampên bi navê “komelgeh” de werin bicihkirin.Rejîma Baasê di wê serdemê de bi buldozeran gundên dîrokî yên li Çiyayê Şengalê hilweşand û gel di nava bajarokên kombûyî de asê kir. Vê yekê bandoreke giran li ser bîra kolektîf û çandî ya civaka Êzidî kir. Armanc dikirin ku Êzidiyên li bajarokan kom bikin, ji hêla leşkerî û îdarî ve bixin bin çavdêriyê, ziman, çand û kevneşopiyên wan ên xweser qelsbikin û rastî qirkirina çandî bînin. Her wiha hewl dan ku civaka Êzidî ji aboriya wê ya xweser bê qutkirin. Ev yek jî bû sedema xizaniyê û girêdayîbûna bi sazûmaniya Baasê re.
Pêvajoya veguherîna siyasî ku di sala 1958’an de bi hilweşîna monarşiyê û ragihandina komarê li Iraqê dest pê kir. Darbeya 17’ê Tîrmeha 1968’an û desthilatdariya mutleq a Partiya Baasê, ji bo Şengal û civaka Êzîdî deriyê serdema herî sîstematîk a endezyariya dewletê vekir. Rêveberiya Baasê ya di bin serokatiya Seddam Huseyn de, Şengal wekî qadeke ewlehiyê ya jeopolîtîk a ku divê ji nû ve bê dîzaynkirin hilbijart. Di vê çarçoveyê de, siyaseta Erebkirin (Ta’rib) û bicihkirina bi zorê (Tehcîr) bûn polîtîkaya bingehîn a rejîma Baasê.
Wêrankirina gundên çiya û dorpêça li Şengalê ya 1975–1988’an
Pêvajoya veguherîna siyasî ku di sala 1958’an de bi hilweşîna monarşiyê û ragihandina komarê li Iraqê dest pê kir û di Adara 1975’an de Peymana Cezayîrê ku di navbera Îran û Iraqê de hate îmzekirin, bi biryarnameyên ku Konseya Serkirdatiya Şoreşê ya Iraqê (RCC) derxistî, nêzî 140 gundên dîrokî yên Êzîdiyan ku bi sedsalan bû li geliyên asê û quntarên Çiyayê Şengalê hebûna xwe didomandin, bi makîneyên kar ên giran û buldozeran bi temamî hatin rûxandin. Hevdem li gel vê kaniyên avê yên ku rehên jiyanê yên herêmê bûn bi betonê hatin dagirtin, darên zetûnan, baxên hêjîran û zeviyên çandiniyê yên berhemdar hatin desteserkirin an şewitandin û li ser civakê dorpêçeke giran a aborî hate ferzkirin.
Bi sed hezaran Êzîdî yên ku bi zorê ji stargehên xwe yên xwezayî yên li çiya û qadên hilberînê hatibûn qutkirin û li deştê bi modela Komelgahan ango “Mucemma” hatin bicihkirin. Wê demê li 11 bajarokên mezin yên mîna; Tilezêr, Sîba Şêx Xidir, Hanîk, Sinûnê, Dugurê, Gohbel, Zorava, Borik hwd. hatin bicihkirin. Ev bajarok ji her alî ve bi navendên leşkerî, qereqol û torên îstixbaratê ve hatibûn dorpêçkirin.
Li deştê fermana 74’an
Stratejiya “ji çiya daxistinê” ya rejîma Baasê, aboriya çandiniyê û sewalkariyê ku bi hezaran salan e Êzidiyan hem wekî çand hem jî bingeha debarê didît, têkbir. Civak veguherand girseyeke karkeran a girêdayî kartên erzaqê yên dewletê û mûçeyên giştî. Di heman demê de eşîrên Ereb (bi taybetî hin şaxên eşîrên Şammar û Tay) bi teşwîqa dewletê li zeviyên herî berhemdar ên derdora Şengalê hatin bicihkirin, herêm ji aliyê îdarî ve bi Mûsilê (Nînova) ve hate girêdan. Qutbûna civaka Êzidî ji çiyan bû zemîna qeyran, ferman û komkujiyan. Mînaka wê ya şênber jî komkujiya DAIŞ’ê ya 2014’an e ku bû sedemê fermana 74’an.
Piştî hilweşîna rejîma Seddam Huseyn di Nîsana 2003’an de bi mudaxeleya koalisyona di bin pêşengiya DYA’yê de, di nava civaka Êzîdî de hêviya ji bo azadî û nûnertiya demokratîk mîna pêlekê belav bû. Destûra Federal a Iraqê ya nû ku di Çileya 2005’an de bi dengdana gel hate pejirandin, tevî ku li ser kaxezê demokrasiyeke piralî û misogeriya destûrî ji bo kêmneteweyên etnîkî-olî anî ziman jî, taybet sozên ku ji bo Êziyên Şengalê hatibûn dayîn bûn qurbana nakokiyên kûr a desthilatdariyê yên di navbera hikûmeta Navendî ya Iraq û Hêrêma Kurdistanê.
Kilîta Xala 140’ê û Nediyariya “Herêma Nakok” ji bo Şengalê
Xala 140’î ya Destûra Iraqê ya 2005’an; biryar dabû ku siyaseta Erebkirin û koçberiya bi zorê yên rejîma Baasê bên bidawîkirin, tapoyên desteserkirî bên vegerandin, piştre serjimêriyeke berfireh bê kirin. Lê belê astengiyên siyasî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de, bazariyên li ser petrol û kontrolkirina sînoran, bû sebeb ku Şengal zêdetirî 20 salan di nava nediyariya “herêma bi nakok” de bêstatû û bêxwedî bê hiştin.
Ne tenê ev, di 2003–2014’an de ewlehiya Şengalê bi awayekî fîîlî spartibûn berpirsyariya hevpar a hêzên Peşmergeyên PDK’ê û yekîneyên ewlehiyê yên Iraqê. Lê belê ev sîwana ewlehiyê di parastina Êzidiyan de têrker nebû. Di 14’ê Tebaxa 2007’an de, bi çar tankerên bombebarkirî li ser bajarokên Til Ezer û Siba Şêx Xidir êrîşên xwekujî hatin kirin. Di wê komkujiyê de 796 sivîlan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 1.500 kes birîndar bûn û bi sedan xanî hilweşiyan.
Di havîna 2014’an de piştî ku Mûsil ket destê DAIŞ’ê de, xeleka dorpêçê li derdora Şengalê hat tengkirin. Daxwazên pêşengên herêmî yên Êzidî û nûnerên civaka sivîl ên ji bo çekên giran û piştgiriya parastinê, hem ji aliyê rayedarên Hewlêrê û hem jî yên Bexdayê ve bi hinceta ku “herêm bi temamî di ewlehiyê de ye” hatin redkirin. Sibeha 3’ê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê bi çekên giran ji xetên başûr û rojava yên Şengalê ve dest bi êrîşê kirin. Nêzîkî 11.000 hêzên Peşmergeyên PDK’ê û yekîneyên sînor ên federal ên Iraqê yên ku li herêmê bi cih bûbûn, di nîvê şevê de bi çekên xwe yên giran û bêyî ku tu hişyariyekê bidin civakê reviyan û bi dehhezaran Êzidî bi komkujiyan re rû bi rû hiştin. Birîna herî kûr û şewat a bîra civakî jî ew e ku tevî salên derbasbûyî, çarenûsa zêdetirî 2.600 jin û zarokên Êzîdî yên winda ku hîn jî di tariyê de ye, nehatiye ronîkirin.
NEWROZ DEMHAT- ROJNEWS