- HPG’ê gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr anî û got, “Em soz didin ku di her şert û mercî de dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin û armanca wan teqez bi ser bixînin.”
"Em hevrêyên xwe Elîşêr Xoy, Bawer Hebeş, Rojhat Hesen, Hesen Kotol, Berfîn Rojhilat, Têkoşer Mordem, Baz Feraşîn, Çiyager Hêvî, Cesur Rojhilat, Rojînda Şahîn, Mazlum Gabar bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin ku dema li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şehîd bûn di dem û cihên cuda de şehîd bûn.
Ev meşa wan a be bi şehadetê bû nîşaneya herî berçav a baweriya wan a bi gelê me ku wê li dora şehîdên xwe bibe xelekeke ji agir. Weke tevahiya gelê xwe, weke hevrêyên şehîdan em soz didin ku heta pêkhatina xeyala Kurdistana azad a ku hesreta wan bû, em ê bi gavekê jî ji têkoşînê venegerin.
Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatê hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê yê esîl û tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku di her şert û mercî de dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin û armanca wan teqez bi ser bixînin."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ye:
Elîşêr Xoy
Hevrêyê me Elîşêr Xoy weke ferdekî ji eşîra Şikakî ku li Kurdistanê di dîroka berxwedanê de xwedî cihekî kûr û qewîn e, li nava malbateke welatparêz li Xoyê ji dayik bû. Hevrêyê me li nava derdoreke welê mezin bû ku bi kevneşopiya berxwedanê, welatparêzî û hezkirina azadiyê ya eşîra Şikakî afirî bû û hîn ji zarokatiyê ve ev nirx pejirand.
Hevrêyê me Elîşêr Xoy ku sala 2006'an tevlî nava karwanê şehîdan bû, li pey xwe jiyaneke têkoşînê ya sade, kedkar, bi bawerî, durust û fedakar hişt. Li gel jiyana xwe ya gerîla ya demkurt jî bi kesayetî, sekn û keda xwe di dilê hevrêyên xwe de cihekî mezin girt. Jiyana wî weke mînakeke şênber a ji taybetmendiyên bingehîn ên milîtaniya Apoyî tê bîranîn. Weke hevrêyên wî em soz didin ku li ser rêya ku hevrêyê me Elîşêr Xoy vekiriye bimeşe, xwedî li armancên wî û hemû şehîdên xwe derkevin û armanc û îdîaya wan a azadiyê dewam bikin. Di serî de malbata wî ya hêja em bi hestên xwe yên herî kûr sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Bîranîna hevrêyê me Elîşêr wê di her kêliya têkoşîna me de hêz bide me, bibe çavkaniya me ya sûdwergirtinê.
Bawer Hebeş
Hevrêyê me Bawer Hebeş li bajarokê Kotol ê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz a ji yanzdeh xwişk û birayan ji dayik bû. Li nava maleke welê mezin bû ku kevneşopiya berxwedanê ya eşîra Şikakî lê xurt bû. Jiyana parvekar, kedkar û sade ya malbateke qelebalix jê re bû bingeha karakterekî xurt ku hîn di zarokatiyê de bi dest xist. Weke ciwanekî rêzdar mezin bû ku li pêşberî xwişk û birayên xwe bi berpirsyarî radibû, dilsozê malbata xwe û rêzdarê derdora xwe bû. Derdora xwezayî ya Kotolê û avaniya welatparêziyê ya eşîrê di diyarbûna kesayetiya hevrêyê me Bawer de diyarker bû. Li dibistanên Îranê heta Lîseyê perwerde dît. Bi parastina ziman û nasnameya xwe mezin bû. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di temenekî zû de li karên cuda xebitî.
25'ê Tîrmeha 2014'an li herêma Satê ya Eyaleta Cîlo şehîd bû. Piştî jiyana gerîlatiyê ya 12 salan a bi kedê dagirtî, nefesa xwe ya dawî di oxira nirxên jê bawer dikir de da.
Rojhat Hesen
Gelê Rojhilatê Kurdistanê di pêvajoya dîrokî de bêyî ku ji baweriya xwe ya bi azadiyê tawîzê bide berxwedana xwe dewam kir. Di her serdemên têkoşîna me ya azadiyê de ewladên xwe yên herî hêja şand nava refên gerîla û piştgiriya herî mezin da. Bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdisatnê jî yek ji wan deveran e ku ev çanda berxwedanê lê xurt e û kevneşopiya welatparêziyê ji nifşan derbasî nava nifşên nû dibe. Hevrêyê me Rojhat Hesen ku li vê xaka qedîm çavên xwe li cîhanê vekir, di nava kevneşopiyeke bi vî rengî ya berxwedanê û rastiya gelekî bi vî rengî de mezin bû.
Hevrêyê me Rojhat ku sala 2020'î li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, mîrateyeke têkoşînê ji şopdarên xwe re hişt ku neyê jibîrkirin. Hevrêyê me ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû heta bi şehîd bû, kêliyekê jî tawîz ji têkoşîna xwe neda û bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta milîtaniya Apoyî beşdarî nava karwanê nemiran bû. Di têkoşîna xwe ya 14 salan de ji Xakurkê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek qadên Kurdistanê ked da.
Hesen Kotol
Hevrêyê me Hesen li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz û dilsozê nirxên civakî yê gelê Kurd bû, hevrêyê me Hesen bi rengekî dilsoziya bi cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me li nava malbateke qelebalix a ji eşîra Xizirî mezin bû ku yek ji eşîrên qedîm ên Kurdistanê ye û hîn biçûkanî hînî berpirsyariya jiyana komînal, piştevanî û parvekirinê bû. Nirxên berxwedanê û çanda Kurd a li nava malbatê kir ku hişmendiya neteweyî di temenê biçûkanî de bi hevrêyê me re peyda bibe. Ji ber ku ji xizmên wî yên nêz tevlîbûn li nava refên gerîla çêbûbû, hevrêyê me Hesen têkoşîna me ya azadiyê zû nas kir. Hevrêyê me bi vî rengî bû xwedî wê derfetê ku zanibe bê hevrêyên li nava refên têkoşînê ji bo azadiya gelê xwe çi dikin û hezkirineke mezin a ji bo gerîla kete dilê wî.
Hevrêyê me Hesen Kotol 18'ê Gulana 2020'î li qada Metînayê di êrişeke hewayî de şehîd bû. Hevrêyê me ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû heta bi roja şehadetê ji bo kêliyekê jî tawîz ji têkoşînê neda û di xeta milîtaniya Apoyî de sekneke zelal nîşan da, bi vî rengî tevlî nava karwanê nemiran bû.
Berfîn Rojhilat
Hevrêya me Berfîn Rojhilat li bajarê Xoyê hate dinê. Di nava rastiyeke gel a qedîm û kevneşopiya berxwedanê de mezin bû. Malbata hevrêya me Berfîn ji ber ku pir girêdayî çand û kevneşopiyên Kurdî bû, ew jî bi rengekî girêdayî cewherê xwe mezin bû. Zimanê li mal û derdorê tê axaftin, nirxên hatine jiyîn û çîrokên berxwedanê, ji bo zanebûna neteweyî ya hevrêya me zû şêwe bigire diyarker bûn. Hevrêya me Berfîn li cihekî ku hestê welatparêziyê her kêlî li pêş e, mezin bû. Di zarokatiya xwe de ket ferqa êrîşên li ser gel. Hevrêya me ji nêz ve şahidî ji zext, girtin û darvekirinên dewleta Îranê yên li ser gelê me re kir. Ji vê rewşê pir bandor bû û hêrsa xwe di dilê xwe de veşart. Hevrêya me ferq kir ku zindîkirina ziman û nasnameya xwe berxwedanek e û di her kêliyê de bi vê zanebûnê tevgeriya.
Hevrêya me Berfîn Rojhilat 12’ê Kanûna 2010’an şehîd bû. Li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, hişt. Ji roja tevlî refên gerîla bûyî heta roja şehadetê, kêliyekî jî ji têkoşîna xwe tawîz neda.
Têkoşer Mordem
Hevrêyê me Têkoşer li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê hate dinê ku bi berxwedanên xwe yên di dîroka gelê me tê naskirin û hestê welatparêziyê her tim li pêş e. Hevrêyê me di nava malbat û derdoreke ku çanda qedîm a Kurdî dijî û tevî hemû zextan ji kevneşopiyên xwe qut nebûye de, mezin bû. Girêdayî cewherê xwe mezin bû. Hevrêyê me heta lîseyê di dibistanên sîstemê de xwend. Dema ku neçar ma bi zimanekî cuda perwerdeyê bibîne, ket nava nakokiyên xwe yên ewilî. Bi saya hişmendiya welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî, tevî hemû êrîşên sîstemê jî ji bo bikaranîna zimanê xwe israr kir. Ji bo di vê pêvajoyê de têkoşîna me hîn ji nêz ve nas bike û fêm bike, ked da. Jiyan û têkoşîna Rêber Apo li ser hevrêyê me Têkoşer bandorên kûr afirand. Her roja borî biryardarî û xwesteka hevrêyê me ya ji bo têkoşînê, zêde bû. Hingî ku zanebûna wî zêde bû, xwesteka wî ya ji bo tevlîbûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî zêde bû.
Hevrêyê me Têkoşer di 24’ê Nîsana 2019’an de dema li ser wezîfeya xwe bû nemir û li pey xwe mîrateya têkoşîneke ku ti carî nayê jibîrkirin hişt. Em soz didin ku bîranîna hevrê Têkoşer di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û teqez bigihînin serketinê. Li ser vê bingehê di serî de malbata wî ya hêja, ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Baz Feraşîn
Hevrêyê me Baz li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me ji ber ku di zanebûna Kurdîtiya malbata xwe de bû, li gorî nirxên xwe yên cewherî mezin bû. Hevrê Baz ji ber ku salên xwe yên zarokatiyê li gund derbas kir, kesayeteke xwedî cewher qezenc kir. Ev taybetmendiya xwe di tevahiya jiyanê de parast. Malbata wî ji ber sedemên cuda koçî Urmiyeyê kir û ji 10 saliyê û şûnde li vî bajarî jiya. Hevrê Baz dibistana xwe hişt û ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, di karên cur be cur de xebitî. Hevrêyê me di karên herî giran de xebitî û berpirsyariyên xwe yên li hemberî malbata xwe bi cih anî. Bi vê helwesta xwe teqdîra her kesê li derdora xwe qezenc kir. Hevrêyê me Baz hingî ku ket ferqa pîroziya kedê, hîn zêdetir wate da jiyanê. Mêtingehkirina kedê ya li welatê wî, timî di bin zextê de mayîn û metirsiya darvekirinê ya ji ber sedemên hêsan, bû sedem ku bikeve nava nakokiyan. Hevrêyê me tevgera Apoyî ya li dijî vê têdikoşe, pir zû nas kir. Hevrê Baz bû heyranê fedakariya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê. Fikirî ku divê weke ciwanekî Kurd berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Dizanî ku yekane rêya vê tevlîbûna refên gerîla ye. Hevrêyê me fikirî ku têkoşîna herî encamgir, têkoşîna çekdarî ya li dijî dewletên dagirker e. Ji bo fikra xwe derbasî pratîkê bike, ket nava lêgerînan. Bi saya zelaliya di armanca xwe de, di nava demek kurt de derfet dît ku tevlî refên gerîla bibe. Sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.
Hevrê Baz piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serkeftî bi dawî kir, careke din li herêma Xakurkê ya ku gelekî jê hez dikir dest bi xebatê kir. Di 22’yê Adara 2018’an de di êrîşa dijmin a li ser qada Geliyê Reş a Xakurkê de bi komek hevrêyên xwe re gihişt şehadetê. Em wekî hevrêyên wî soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarên rêya azadiyê ya ku hevrê Baz vekiriye û Kurdistana azad a ku wî bêriya wê dikir, ava bikin. Li ser vê bingehê em di serî de ji malbata wî ya hêja re û ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Çiyager Hêvî
Hevrêyê me Çiyager li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hat dinyayê. Ji ber ku di malbateke girêdayî çanda Kurdî de mezin bû, li gorî cewhera xwe gihişt. Wekî her ciwanekî Kurd di temenê biçûk de dest bi têkoşîna jiyanê kir û ji bo alîkariya aborî bide malbata xwe di karên kolberî û avahîsaziyê de xebitî. Bi ked dayînê re hewl da jiyanê baştir fêm bike û ev taybetmendiya xwe ya kedkariyê her tim parast. Hevrê Çiyager ku çanda qedîm a Rojhilatê Kurdistanê di kesayetiya xwe de temsîl dikir, bi hûrgulî û hestiyariyeke mezin nêzî her karî dibû. Ji gotinên welatparêzên derdora xwe yên li ser gerîla û ji gerîlayên ku di dema kolberiyê de dîtibûn, gelekî bi bandor bû. Jiyana gerîla meraq dikir û heyranê wan bû. Tu carî neçû dibistanên pergalê; xwezayîbûn û sadebûna xwe parast û bi jiyana xwe ya dilnizim her tim bal kişand. Li hemberî êrîşên qirkirinê ku çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava û Şengalê bi ser gelê me de dianîn, xwe di aliyê wijdanî de lêpirsîn kir. Xwest projeya Rêbertiya me ya yekîtiya gelan û gerîlayên ku ji bo pêkanîna vê şer dikin fêm bike. Bi vê biryardariyê di sala 2015’an de li ser herêma Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya xwe ya şervanên nû li wir dît.
Hevrêyê me Çiyager Hêvî ku bi tevlîbûna xwe ya bi coş, paqij û dilnizm hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xistibû, di 24’ê Nîsana 2024’an de di êrîşa dijmin a li herêma Qendîlê de tevlî nava karwanê şehîdan bû. Em soz didin ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrê Çiyager ji me re hiştiye bi serkeftinê tacîdar bikin û ji malbata wî ya hêja û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Cesûr Rojhilat
Gelê Rojhilatê Kurdistanê di seranserî dîrokê de bêyî ku tawîzê ji baweriya xwe ya azadiyê bide berxwedana xwe dewam kir. Bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê yek ji wan cihan e ku çanda berxwedanê lê xurt e û kevneşopiya welatparêziyê ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe. Hevrêyê me Cesur Rojhilat li ser vê axa qedîm û di nava vê çanda berxwedanê de hat dinyayê.
Hevrêyê me di sala 2017’an de ji bajarê Xoyê tevlî nava refên têkoşînê bû û xeyala xwe ya salan pêk anî. Berê xwe da çiyayên Kurdistanê û perwerdeya xwe ya yekem li herêma Xakurkê dît. Rêgezên jiyanê, şêwaz û taktîkên gerîlatiya dema nû hîn bû û di demeke kin de pêşketineke mezin bi dest xist.
Hevrê Cesur di gelek çalakiyên li dijî dagirkeran de cih girt û di demên herî zehmet ên şer de jî bi wêrekî û pêşengiya xwe di serkeftinên girîng de bû xwedî ked. Hevrê Cesur bi tevlîbûna xwe ya fedaî û hevrêtiya xwe ya xurt di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Ji roja tevlîbûnê heta şehadetê li herêma Xakurkê pratîk meşand. Di 19’ê Cotmeha 2022’yan de di êrîşeke dijmin a li ser herêma Xakurkê de gihişt şehadetê û mîrateyeke têkoşînê ya nayê jibîrkirin li dû xwe hişt. Şehadeta her du xwişk û birayan a li ser heman xetê, ji bo gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û eşîra Omoyî bû çavkaniya serbilindiyê. Em wekî hevrêyên wî di şexsê hevrê Cesur Rojhilat de hemû şehîdên xwe bi hurmetî bi bîr tînin û soza pêkanîna armanc û xeyalên wan dubare dikin.
Rojînda Şahîn
Hevrêya me Rojînda ya ku di nava malbateke welatparêz û girêdayî nirxên xwe de ji dayik dibe, girêdayî cewhera xwe mezin dibe. Çanda Kurdî û nirxên berxwedanê yên di nava malbatê de zindî tên girtin bûn sedem ku hevrêya me hişmendiya neteweyî hê di zarokatiya xwe de bi dest bixe. Di nava malbatê de tevlîbûnên ji bo nava refên gerîlayan bû wesîle ku hevrêya me hê zarokatiya xwe de Tevgera me nas bike. Hevrêya me ya ku bi vî awayî derfeta ji nêz ve naskirina ku hevrêyên ku di nava refên têkoşînê de cih digirin ji bo azadiya gel çi dikin, bi dest xist, tim ji jiyana gerîlayan hez kir. Sekna gerîlayên jin û mêr yên di nava jiyana pîroz a çiyayan de têdikoşin, di dilê hevrêya me de lêgerîna azadiyê hê di zarokatiyê de mezin kir.
Hevrêya me Rojînda Şahîn a ku di encama êrîşeke dijmin de di 21’ê Hezîrana 2018’an de li Xakûrkê tevlî karwanê şehîdan dibe, li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku ti caran neyê jibîrkirin hişt. Hevrêya me ya ku ji roja ku tevlî nava refên gerîlayan bû heta bi şehîd bû, kêliyekê jî ji têkoşîna xwe tawîz neda û bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta milîtaniya Apoyî tevlî nava karwanê nemiran bû. Şehadeta hevrêya me Rojînda, bû egereke mezinkirina têkoşîna birayê wê Şehîd Cesûr. Xwebexşandina du xwişk û birayên ji bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê, bû xurttirîn îfadeya dilsozî û baweriya gelê me ya ji bo Tevgera me.
Mazlûm Gabar
Hevrêyê me Mazlum Gabar, li bajarê Xoyê ji dayik dibe. Hevrêyê me Mazlum ê ku li servan xakên qedîm ji dayik dibe, di nava rastiya gel û kevneşopiya berxwedanê de mezin dibe. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û girêdayî nirxên civakî yên civaka Kurd in hevrêyê me Mazlum jî girêdayî cewhera xwe mezin dibe. Çanda Kurdî û nirxên berxwedanê yên di nava malbatê de zindî tên girtin, dibin wesîle ku hevrêyê me hê zarokatiya xwe de hişmendiya neteweyî bi dest bixe. Hevrêyê me yê ku pênc salan diçe dibistanên rejîmê, ji bo têkariya debara malbata xwe di karên cuda de dixebite. Hevrêyê me yê ku bi jêhatîbûn û duristiya xwe hemû karan bi serkeftî bi cih tîne, ji aliyê malbat û derdora xwe ve tê pîrozkirin.
Hevrêyê me Mazlum ê ku şert û mercên zîndanê vediguherîne dibistanekê, pêvajoya lê dimîne weke perwerdeyeke rêxistinî bi kar tîne. Hevrêyê me yê ku piştî tehliye dibe bi tevlîbûna nava refên gerîlayan berê xwe dide çiyayan, vê carê bawer dike ku li pêşiya wî ti tişt nikaribin bibin astengî. Girêdayî vê yekê hevrêyê me Mazlum Gabar di sala 2019’an de li ser Ûrmiyê tevlî nava refên gerîlayan dibe, dawiyê xeyalê xwe pêk tîne.
Hevrêyê me Mazlum Gabar ê ku li qada Tilora ya Geverê di 3’yê Tîrmeha 2021’ê de di operasyona ku dijmin da destpêkirin de bi fedaî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû, li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya ti caran neyê jibîrkirin hişt. Hevrêyê me yê ku ji roja ku tevlî nava refên gerîlayan bû heta bi şehîd bû, kêliyekê jî ji têkoşîna xwe tawîz neda û bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta milîtaniya Apoyî tevlî nava karwanê nemiran bû. Hevrêyê me Mazlum ê ku li gel têkoşîna xw ya ji zîndanan û berbi çiyayan ve, weke milîtanekî fedaî yê ji bo azadiya gelê xwe bedêlên herî giran dan ber çavên xwe derbasî dîrokê bû.
ANF/BEHDÎNAN