Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye

Sêşem 17 Sibat 2026 - 03:58

Bi boneya salvegera 15’ê Sibatê komploya navneteweyî gerîlayên HPG û YJA Starê anîn ziman ku li gel azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê gel jî azad bibe û ronahî bigihîje dilê her kesî.

Gerîlaya YJA Starê Evîndar Zagros û gerîlayê HPG’ê  Şerzan Hawar anîn ziman ku ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin û azadiya Rêber Apo misoger bikin. Gerîlayan bi wesîleya salvegera 27'emîn a komploya 15'ê Sibatê ev nirxandin kirin:

Evîndar Zagros: Ev roj ji bo me rojekî bi lanet e. Dîlgirtina Rêber Apo ji bo me qutbûna ji gerdûnê ye. Em wek şagirtin Rêber Apo rexnedayîna xwe dikin û vê rojê lanet dikin. Di vê têkoşînê de roja îro berxwedaniya gelê Kurd û yekitiya gelê Kurd bi ked û berxwedaniyeke pir mezin a Rêber Apo ji dijmin re îradeyekî pir xurt nîşan da. Heman demê nîşan da ku gelê Kurd ne bi tenê ye xwedî Rêberekî mezin e. Îro em sekna gelê Kurd bi vî rengî dibînin. Berxwedaniya Rêber Apo nîşan da ku gelê Kurd ne bi tenê ye xwedî rêberekî wisa ye. Rêber Apo jî ne bi tenê ye bi milyonan gelê li cîhanê li kêleka Rêber Apo ne. Rêber Apo di cîhanê de mirovê herî azad e. Em ê ti caran Rêber Apo di nava çar dîwaran de nehêlin. Em di nava amadekariyek mezin de ne. Îro pêvajo ji me siyaset bixwaze em ji bo sîyasetê amade ne û  ji me şer bixwaze em ji bo şer jî amade ne. Em dibêjin ku her çiqasî Rêber Apo dîl hatibe girtin jî roja îro di hemû cîhanê de her kesek fikrên hîs dike ku azadî tenê bi azadiya Rêber Apo ve misoger dibe. Em jî weke gerîlayên YJA Starê li ser van çiyayan têkoşînekê didin meşandin. Erk û misyonê ku ji me tê xwestin bi taybetî wekî jin em ê pêşengtiya vê bikin. Banga me ji bo hemû jinên cîhanê ye ku vê yekê bibînin, Rêber Apo bixwînin, zêdetir Rêber APO nas bikin û azadiya xwe li gel Rêber Apo bibînin.

Şerzan Hawar: Hemû şehîdên ku ji bo Rêber Apo xwe kirin xelekek ji agir bi hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînin. Armanca komploya ku di şexsê Rêber Apo de pêk hat, avakirina herêmeke bi aloz bû. Yên ku fikr û felsefeya Rêber Apo ji xwe re asteng dîtin, hêzên komploger bûn. Di serî de Emerîka û Îsraîl, bi dehan dewletên din di nava komploya navneteweyî de rolek sereke lîstin. Lê bi sekn û berxwedana Rêber Apo û şehîdan ev komplo vala hate derxistin. Lê belê pergala komployê heta roja me ya îroyîn jî bi rengekî cuda berdewam dike. Li hemberî êrîş û komploya ku berdewam dike, têkoşîn û berxwedan jî bê eman berdewam dike û gur dibe. Her diçe mezin dibe û belavê cîhanê dibe. Bi taybetî ev demên dawî Rêber Apo bi gava xwe ya Aşitî û Civaka Demokratîk derketineke mezin kir. Wek pêngaveke dîrokî belavê cîhanê bû. Têkoşîn her ku çû bi vê pêngavê re bi hêz bû. Em di wê baweriyê de ne ku heta têkoşîna me berdewam bike, ev pêngav wê mezintir bibe û bigihîje armanca xwe. Bi vê helwestê em dikarin vala derxin. Li ser vî esasî heta azadiya Rêber Apo em ê têbikoşîn û berxwedanê mezin bikin.

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.