Li Bakurê Kurdistanê destpêka şerê çekdarî
În 4 Îlon 2026 - 18:00

- Di 15’ê tebaxa 1984’an de, gerîlayên kurd di bin fermandariya Mahsûm Korkmaz (Egîd) de li Dih (Erûh) û Şemzînanê li dijî artêşa Tirkîyeyê êrişên leşkerî pêk anîn. Ev çalakî wekî “fîşeka ewil” û destpêka şerê gerîla ya li bakurê Kurdistanê tê naskirin. Di demeke kurt de her du navçe ketin bin kontrola gerîlayan, 3 leşker hatin kuştin û gelek alavên leşkerî hatin girtin.
Ev pêngav, piştî salên amadekarî û biryarên Kongreya 2’yem a PKK’ê, destpêka qonaxa nû ya berxwedana çekdarî bû. Erê gerîla 42 sal berê li Botan û Hekarîyê dest pê kir. Pêngava 15’ê tebaxa 1984’an ku îro 42 salên xwe temam dike, di dîroka modern a Kurdistanê de wekî xaleke vejînê tê pênasekirin. Di wê şeva tarî de, gerîlayên kurd bi ser navçeyên Dih (Erûh) û Şemzînanê de girtin û fîşeka ewil bera kolonyalîzmê dan. Ev bûyer, ji bo gelê kurd ku di bin zilm û înkarê de dijiya, bû hêviya rizgarî û serxwebûnê.
Rêxistina şoreşger, piştî derbeya leşkerî ya 12’ê îlona 1980’yî, ji Bakur vekişiyabû û xwe li derveyî welêt organîze kiribû. Di sala 1981’ê de biryara vegera welêt hat dayîn. 1982’yan wekî sala destpêka şerê gerîla hatibû diyarkirin. Piştî Kongreya 2’yem a PKK’ê, komên ewil ên gerîla gihîştin kampên li ser sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Kampa Lolan wekî baregeha sereke hat hilbijartin. Di civîna li vê kampê de biryara êrişa gerîla hat girtin. Di civîna li Xinêrê de jî Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hat damezrandin. Lê şehadeta endamên Komîteya Navendî Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bilgîn li Başûr, amadekarîyan dereng xist. Plansaziya havîna 1983’an pêk nehat û 1984 wekî sala destpêkê hat diyarkirin.
Botan û Colemêrg wekî du herêmên sereke yên şerê gerîla hatin hilbijartin. Fermandarên gerîla di wê baweriyê de bûn ku xeta di navbera Şirnex, Dih, Hezo û Sasonê de ciyê herî guncav e ji bo şerê gerîla. Di civîna nîsana 1984’an a li Çiyayê Reş de, Qilaban û Çelê wekî du navendên girîng ên şerê çekdarî hatin nîşankirin. 150 kadroyên PKK’ê tevlî vê civînê bûbûn. Di heman civînê de biryara êrişên Şemzînan, Dih û Şaxê hat girtin. Yekîneya gerîla ya di bin fermandariya Mahsûm Korkmaz (Egîd) wê bi ser Dihê de girtiba. Yekîneya di bin fermandariya Abdullah Ekincî jî wê êriş bibira ser Şemzînanê. Yekîneya sêyemîn jî divê di heman rojê de bi ser Şaxê de girtiba, lê ji ber bêbaweriya fermandarê yekîneyê ev pêk nehat.
Girtina Dih û Şemzînanê
Di 15’ê tebaxa 1984’an de, dema ku tarî ket, grûba di bin fermandariya Egîd de ji baregehên xwe derket û li derdora 21:00’an de gihîştin Dihê. Çend deqe şûn ve, navenda jandarmayê hat gulebarankirin. Roketekê li qata jorîn a baregeha leşkerî ket û di demeke kurt de avahiya duqatî ket bin kontrola gerîlayan. Gerîla bi bayê bezê êriş birin ser hedefên leşkerî û yên din ên dewletê. Di heman demê de li Şemzînanê jî êrişên hevdem hatin lidarxistin.
Di demeke kurt de her du navçe ketin bin kontrola gerîlayan. Li Dihê, ji mînara mizgeftê daxuyaniya damezrandina HRK’ê hat xwendin. Gerîla di qehwexane û meydanan de propagandaya xwe kirin û belavok belav kirin. Armanca sereke ne tenê êrişa leşkerî bû, lê belê ragihandina destpêka şerê gerîla û hêviya rizgariyê bû. Li gorî agahiyan, di her du êrişan de 3 leşker hatin kuştin û 7-8 kes birîndar bûn. Gerîla dest danî ser hejmareke zêde ya alavên leşkerî û bi silametî vegeriyan baregehên xwe. Bi her du êrişên li dijî hedefên artêşa Tirkîyeyê, şerê gerîla li bakurê Kurdistanê bdest pê kir. Armanca pengavê serxwebûna Kurdistanê bû. Ji wê rojê û vir ve, 15’ê Tebaxê ji bo gelek kesan bûye roja hêvî û berxwedanê.
Fîşeka yekemîn
Pengava 15’ê Tebaxê dewleta tirk şok kir û xist nava tirs û fikaran. Ji bo gelê kurd ku ji aliyê dewletê ve hatibû tepisandin û înkarkirin, ev çalakî bû ronahîyekê û hêvîya ji bo rizgarîyê. Botan ji wê rojê û şûn ve veguherî navenda şerê gerîla. Di bin fermandariya Egîd de, şerê gerîla pêş ket û bû sembola berxwedana neteweyî. Pengava 15’ê tebaxê ku di çarçoveya teorîya şerê dijkolonyalîzmê de wekî “fîşeka ewil” tê pênasekirin û heta îro jî wekî destpêka qonaxeke nû ya têkoşîna azadiyê tê bîranîn.
Stratejiya gerîla ya li Botanê çawa bû?
Şerê çekdarî ya modern ê li bakurê Kurdistanê, di 15’ê tebaxa 1984’an de bi êrîşên li ser Dih (Erûh) û Şemzînanê dest pê kir. Ev êrîş di bin fermandariya Mahsum Korkmaz (Egîd) de pêk hat û rê li ber avakirina artêşeke gerîla vekir. Di Kongreya 3’yem a PKK’ê de (1986) HRK (Hêzên Rizgariya Kurdistanê) navê xwe guherand û ARGK (Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan) hate damezrandin. ARGK’ê şerê gerîla di salên 1987-1990’î de derxist astake gelek bilind. Di nîvê 1990’î de plansaziya herêmên rizgarkirî, bi taybetî li Botanê (Elk/Beytuşşebap û Qilaban), hate amadekirin, lê ji ber şert û mercên demsalê û kêmasiyên taktîkî pêk nehat.
1984 di dîroka tevgera siyasî û çekdarî ya kurdî de saleke girîng bû. Di 15’ê tebaxê de yekîneyên girêdayî PKK’ê li Dih û Şemzînanê êrîşên çekdarî pêk anîn ku bûn destpêka qonaxeke nû ya şerê çekdarî li bakurê Kurdistanê. Di wê qonaxê de armanca siyasî ya tevgerê ji projeya serxwebûna Kurdistanê pêk dihat. Di Kongreya 3’yem a PKK’ê (1986, Libnan) de biryar hat dayîn ku di dewsa HRK (Hêzên Rizgariya Kurdistanê)
de ARGK (Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan) were damezrandin da ku şerê gerîla derkeve asteke bilind û ji komên biçûk artêşek bê avakirin. Armanca vê biryarê serxwebûna Kurdistanê ya di çarçoveya paradîgmaya rizgariya ji kolonyalîzmê de bû. Taktîka wê şerê gerîla yê klasîk bû ku di çarçoveya wê de artêşeke gerîla ya rêxistinkirî gav bi gav herêmên dagirkirî rizgar dikir.
Ji 1987’an û pê ve şer bilind bû û hemleyên leşkerî zêde bûn. Hejmara gerîla mezin bû; komên 70-80 kesî hatin avakirin. Ji 1990’î û vir ve gerîla ji Botan û Zagrosê belavî Amed, Dêrsim, Xerzan û Serhedê bûn. Li gel şerê gerîla, serhildanên gel jî li gelek navendan pêk hatin.
Şerê Kendavê yê li başûrê Kurdistanê
Valahiyeke otorîteyê çêkir û derfetên mezin da gerîla. Di wê demê de projeya hikumeta şer a Botan Behdînanê hate nîqaşkirin, lê nehate meşandin û şerê gerîla yê herdemî hate tercîhkirin.
Plana rizgarkirina Botanê (1993)
Piştî ku derfetên Başûr pêşkêş kir hatin windakirin, di 1993’yan de ARGK’ê plansaziya yekemîn herêma rizgarkirî li bakurê Kurdistanê amade kir. Navenda vê planê rizgarkirina Elk (Beytuşşebap) bû û paşê jî Qilaban bû. Di çarçoveya Konferansa 1’emîn a Eyaleta Botanê (8-13 Adar 1993) û plansaziyên payizê de, armanc ew bû ku bi girtina van navçeyan yekemîn “herêma rizgarkirî” were ragihandin û paşê Şirnex û Dihê bên kontrolkirin. Ev plan di çarçoveya hewlên ARGK’ê yên avakirina “herêmên rizgarkirî” de hatibû kirin. Di heman salê de (8-13 adar 1993) Konferansa 1’emîn a Eyaleta Botanê jî hate lidarxistin û biryarên li ser artêşbûn û kontrola herêmê hatin girtin. Murat Karayilan ku di wê demê de fermandarê hêza gerîla ya Botanê bû, di pirtûka xwe (Anatomîya Şerekî) de vê plansaziyê wek “lûtkeya plansazîya payizê” bi nav dike û dinivîse: “Sonbahar planlamamızın zirvesi olan Beytüşşebap eyleminin gerçekleşmemesine rağmen… Beytüşşebap’ıdüşürme planını yaptığımız için Marinos’u da düşürmemiz gerekiyordu.” (Her çend çalakîya Elkê ku lûtkeya plansaziya me ya payizê bû, pêk nehatibe jî… Ji ber ku me plana girtina Elkê çêkiribû, pêwîst bû em Marînosê jî bigirin.)
Elk ji ber ciyê xwe yê stratejîk — nêzîkbûna sînorê Başûr, topografyaya çiyayî ya guncav ji bo şerê gerîla û derfetên kontrolkirina rêyên sereke — wek xala destpêkê hatibû hilbijartin. Qonaxa yekemîn êrîşa gerîla ya li ser Elkê bû; qonaxa duyemîn jî bi hevkarîya serhildana gel girtina Qilabanê bû.
Plan çima bi ser neket?
Di sala 1993’yan de, her çend zivistan û lojîstîk wek sedemên sereke hatibin nîşandan jî, di nava tevgerê de jî rexneyeke navxweyî hat kirin.
Murat Karayilan di pirtûka xwe de dibêje ku gerîla nizanîbû ka herêmên rizgarkirî çawa bên avakirin û asta fermandariyê têra xwe bilind nebû. Di konferansên piştî 1993’yan de jî hat diyarkirin ku amadekirina şerê tevgerî di wextê xwe de û bi asteke têr nehat kirin; li ser şêwaza kevn israr hat kirin û taktîk nehat pêşxistin. Bi vî awayî têkçûn ne tenê ji şertên derveyî, lê ji kêmasiyên taktîkî û hişmendiya navxweyî jî çêbû.
Nêzîkî 700 gerîla bi qasî du mehan li dora Elkê amadekarî kirin. Li gorî daxuyanîyên Murat Karayilan, derfetên leşkerî hebûn, lê nêzîkbûna zivistanê û şertên lojîstîk bûn sedema vekişînê û plansazî pêk nehat. Gerîla vegeriyan baregehên xwe.
Plana Botanê di çavkaniyên PKK’ê û akademîk de
Ev hewla “herêmên rizgarkirî” di belgeyên fermî yên rêxistinê yên wê demê de jî dikarin bên dîtin. Di hejmara hezîrana 1993’yan a Serxwebûnê (hejmar 138) de bi zelalî wiha tê gotin: “Botan’ın bu yıl önemli ölçüde düşürülebileceğini ve kurtarılmış bölge haline getirilebileceğini kestiriyoruz. Buna yükleneceğiz.” (Em pêşbînî dikin ku Botan îsal bi piranî dikare bê rizgarkirin û bibe herêmeke rizgarkirî. Em ê ji bo vê yekê xwe bixin nava hewldanan.)
Lêkolînên akademîk jî (mînak Zones of Rebellion ya Aysegul Aydin û Cem Emrence) piştrast dikin ku di wê demê de PKK/ARGK li Botanê hewl dida ji şerê gerîla yê berfireh derbasî qonaxa kontrola erdnîgarî û avakirina herêmên rizgarkirî bibe. Her du akademîsyen di vê pirtûka balkêş de wiha dinivîsin: “In June 1993, PKK leader Murat Karayilan confidently announced that a so-called Parliament of Kurdistan would be established in the liberated area of Botan on the Turkish side of the border with Iraq. In line with the objective of creating and defending liberated areas, the PKK started to move to conventional warfare tactics. Larger units were created which more often moved in combination, in groups of up to several hundred guerrilla fighters.” (Di Hezîrana 1993’yan de, lîderê PKK’ê Murat Karayilan bi bawerî ragihand ku wê parlamentoyeke bi navê “Parlamentoya Kurdistanê” li herêma rizgarkirî ya Botanê, li aliyê Tirkiyeyê yê sînorê Iraqê, were damezrandin. Li gorî armanca avakirin û parastina herêmên rizgarkirî, PKK’ê dest bi taktîkên şerê konvansîyonel (şerê klasîk) kir. Yekîneyên mezintir hatin avakirin ku pir caran bi hev re, bi komên çend sed gerîlayan tev digeriyan)
İNFOWELAT.COM - E KOVARA POLÎTÎK-CIVAKÎ












