
- Wa weylê, wa Rûbar jî di serê çiyayekê re bihuriye. Ez jî li ber çûyîna te ketim. Çûyîna te ya di Meha Gulanê de, meha ku gul sor dibin…
ENES YILDIZ
Nizanim dê terîx çi ser me binivsîne gidî! Her yek ji wan li goristanekê Kûrdistanê ye. Li ber kêleka hev di xewa şîrîn a azadiyê de ne. Lê ew di herka dîrokê de meşiyan e. Her yek li cihekî dûr e. Lê rihê wan yek e. Çiyayekî, stranekê, dîrokê û peyva Kûrdistanê ew anîbûn li gel hev. Di dîroka hevçerx a hozan, şa'îr, zanist, şervan, xezalxewnan de ew wisa dihatin naskirin. Lê ew bi hevre li dora çarberekî, li ber siya sola xwe rêwî bûn. Cil û bergên wan, rext û tifingên wan, qûtîya cixareya wan wisa vedibêje; dara çinarê, dara berûyê, wan zarokê dilêr lehengiyên xwe, xatirên xwe, li ser kaniyên Zapê hiştin. Ji Xakurk heya bi Dêrsimê, ji çiyayên Agirî heya Rojava jî, wisa behsa xwebexşiyên xwe kiriye.
"Li ber taritîya şevê straneka xwe digotin. Rûbar, Ciwan, Bengîn, Ekîn, Ferhad, Bakur, Hîwa û Rûstem rêwîyê rêya tirênekê bûn. Di yek çiyayê de gerîla, di yek çiya deştekî de rabibûn dewa doza xwe."
Ji wan heft hezar siwarîyan yek jî Rûbar Qamişlo ye. Dema kemana di destê Rûbar de dibînim, min dizanî tiştek diqîre, li navsera çiyayekî. Dema di dilê mirovan de yek diçe, weke ku li ber hawara xwe rabibe, qiyameta xwe a sedsalê radike. Niha dibêjim: Wa weylê, wa Rûbar jî di serê çiyayekê re bihuriye. Ez jî li ber çûyîna te ketim. Çûyîna te ya di Meha Gulanê de, meha ku gul sor dibin…
Lehengê fîlmê Tîrêj û Berîtan
Berî çûyînê, berîya şehadetê li Rojava dê me bi hevre qise li ser hevpeyvîn, hal û demên Rojava bikira. Dibe ku di nîvê şer de dem nemabû. Lê niha wextê nivîsandinê ye. Bila deynê min ê vê sedsalê be. Ez jî niha hemû lehengiya wî dinivîsim. Deynê ku lawikekî dildar, bejin bilind; hinek şervan, hinek fermandar; û ew kemanjen û lîstikvanê fîlmên Kurdî ye. Belkî her kesî ew di fîlma Berîtan û Tîrêj de naskirî ye. We bi çavên xwe dît ku ew çawa leheng û dildar e. Û li serê çiyayekê dengê wî û dengê hevrêyên wî di nav sedsalan de olan dida. Rûbar lawê ber dilê dayika xwe bû. Niha! gava dibêjin, Rûbar; deştekî toz girtî, sengerekî şer tê ber bîra mirovan. Ew Rûbarê ku li serê çiyayan re berjor, berpal, newal û di dewsa rêyekî de çûye. Ev çîroka Rûbar û heft hezar siwarîyan e. Dem Binxet e. Peyv helbest e. Kûlîlk demsal e. Heyv jî bi şevê re dipeyive.
Pişta xwe dida dareke berûyê
Sal 2015 bû. Rûbar di eniyên pêş de şerê welatê xwe dikir. Di şerê dijwar ê Rojava de, di rojnivîsa berxwedanê de wiha hatibû nivîsandin: “Hûn rastî mirovekî hatin. Di dema ku pêdiviya jiyanê bi hebûnekê hebû... Navê wan, sûretê wan, di fîlman de xuya dibe.”
Ew rêwîtîya di demê de bû; berî ku biçe, bîranîn û bîranînên hevalên xwe berhev dikir. Li ser rê dimeşiya, pişta xwe dida dareke berûyê. Çenteyek piştê hildigirt; di van rêwîtiyan de siya rojê û ne-gengaziya demê hildigirt. Ew şervanekî Kurd, dirêj û porxelek bû. Li pişt çiyayekî, kemana wî di destê wî de bû. Ew di nav berf û seqema zagrosan de roj û salên xwe bihurandibû.
Min ew naskiribû
Rûbar bi xwe, di nav çiyayan de straneke gelêrî, êvarek û meşên dijwar ên gerîlayekî bû. Ew bi xwe gerîla bû. Ew bi qasî ku ji destê wî dihat, jiyabû. Piştre berê wî li Binxeta Cemîl Horo, li Qamişloka xwe ya Mihemed Şêxo bû. Cilên wî di wê deşta rojava de û di şerê li Serêkaniyê de tozê girtibû. Diyar bû ku ew pêşengê şerekî bû. Min ew naskiribû… Min digot; bi salan ew li çiyayan ketibû ser rêyan, çaya xwe ya bi tahm vedixwar; carinan di rêwîtiyên xwe de dikeniya, carinan xembariya zeman li ser rûyê wî bû. Li van çiyayan strana kemanjenekî tê gotin. Mirov di dilê xwe de qîrîna dayikekê, bîranîna çiyayekî, nivîsa li ser kevirê gorê digre li gel xwe. Çend ji me hatine û çûne. Em bi wî şervanê Kurd, fermandarê wî re mane; bi wî kemanjenê ku di fîlmê de cîhaza bê têl girtiye.
Mîna ku em bi wan kesên ku ruhê demê fam dikin, bi tiştên ku têne vegotin re mane. Dibe ku em bi rêzeçiyayekî, bi wêneyekî yê bajarekî re mane. Em bi qutiyek kartonî, bi kulîlkekî û di vazoyekê de mane. Em bi fîlma Berîtan re mane, bi xemgîniya payîzê ya demsalê re mane. Mirov bîranînê hildigire. Êşa gerîlayekî jî, kêfa welatê xwe û azadiya welatê xwe hildigire. Rûbar jî, hesret, evîn û rêzgirtinê hildigire. Lewma di navbeyna zeman û hebûnê de rêwîtî kir. Rêwîtîya navbeyna rohniyê û rawestgeha ku lê ye dikir. Rûbar şopa afirîner a di demsalekê de hilgirtiye.
Îca niha! Dem dibe berdêl, zeman hinek azwerî ye, azadîya qewmekî ye. Tiştek bi qasî windakirinê mezin nîne. Her çiqas mirov fikara windakirinê hildigire jî, ew fikara rêwîtiyekê jî hildigire. Fikara azadiya xwe jî hildigire. Em fikara demê di navbera mayîn û çûnê de hildigirin. Ji bo hilgirtina dem û dîroka ku di bin de îmzeya heft hezar siwarîyan heye.
Rûbar, Rojava bû…
Ez li ser kemanjen dinivîsim, wekî ku dest bidim her peyvekî ku di dilê mirovekî re derbas dibe. Niha ez bedewiyên şervanekî, ezmûnên ku li pişt çiyayê di demê de hatine jiyîn nû dikim. Ev bîranîneke çiyayan e ku ji bo sedsala pêşiya me ye. Dibe ku ev tişt ku em bi rastî dikin ev e: Dema ku em xwe hildigirin, em di giyanên xwe de tiştên ku di sedsalekê de di bîra me de kom bûne, divejînin; ew xeta zirav a jiyanê di navbera paşeroj û pêşerojê de ye. Îro lewma bîranînên Rûbar zindî dikim. Ez li ser Rûbar, şervanekî Kurd, ku li pişt çiyayekî keman lêdixist û şer dikir dinivîsim. Wî tînim bîra we.
Divê ez jê re bibêjim; şervanek, lawê delal ê dayika xwe û fermandarekî deşta dirêj a li Rojava. Şopa Rûbar, giyanekî hestiyar, di bin darên berû û spîndaran de dimeşe. Axir, Rûbar serê çend salan li serê çiyayên Kurdistanê meşiya. Rêwîyê di navbera çend sînoran de bû. Hevrê bû. Gerîla bû. Rûbar awirê hespekî boz bû. Rengê gûldexwînekî a bilindahiyekî bû. Şevsitara hevrêyên xwe bû. Trêna li ber pêşiya Qamişloka evînê bû. Rûbar, Rojava bû. Rûbar xewa azadiyê, pêşeroja zarok û neteweya Kurdan bû.














