Aryen Arê xwedî rêbaza têkoşînê bû
În 5 Kanûn 2025 - 03:55

- Ji fermandarên HPJ'ê Viyan Helo şehîd Aryen Arê bi bîr anî û da zanîn ku fermandar Aryen Arê mîna kelehekê bû ku qet nedihate hejandin û xwe li rêgezên azadiyê razandibû.
Ji fermandarên Hêzên Parastina Jinê yên li Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Viyan Helo di salvegera 2'yemîn a şehadeta Aryen Arê û Êriş Berxwedan de herdu cangorî bi bîr anî û qala kesayetî û têkoşîna fermandar Aryen Arê kir:"Di şexsê hevalên Aryen Arê û Êriş Berxwedan de ku di 3'yê Kanûna 2023'yan de di êrişa hovane ya dewleta Tirk de hatin şehîdxistin, hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Herdu hevalan bi şexs û kesayeta xwe herdu parçeyên Kurdistanê careke din gihandin hev. Têkiliya gelê Kurd, ruhê gelê Kurd careke din nîşan dan.
Min bi xwe hevala Aryen di sala 2011'an de dît. Amadekariya çûyîna Şaho dikir. Hevala Aryen xwedî coş û morelekî pir mezin bû. Bi kelecan û eşqeke mezin çû. Bala mirovan dikişand. Ew jina xwezayî, bi xwezaya xwe girêdayî bal dikişand. Temenê hevala Aryen kêm bû, lê belê fermandar bû.
Hevala Aryen ji xelkê Selmasê bû. Di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû bû. Selmas xwedî dîrokeke welê ye ku ti carî hêzên desthilatdar qebûl nekiriye, ji bo ferheng û nasnameya xwe ya Kurdayetiyê her tim di nava têkoşînê de ye. Hevala Aryen jî li nava yek ji wan malbatên dilsozê ax û çanda xwe ya Selmasê ji dayik bû. Zaroka dayikeke welê bû ku ax û çanda xwe ve girêdayî bû.
Ji bo têkoşîna xwe ya jinbûn, Kurdbûn û axa xwe hevala Aryen felsefeya Rêber Apo hembêz kir. Hevala Aryen dema tevlî nava refên gerîla bû parêzname, manîfestoya Rêber Apo dubare dubare xwend, felsefeya Rêber Apo hembêz kir. Mirovan dîroka mirovahiyê, jinbûyînê di kesayetiya hevala Aryen de didît. Ji ber ku hevala Aryen bi eşqeke pir mezin xwe perwerde dikir. Ji bo hevala Aryen perwerdekirin gelekî girîng bû. Bi hezkirineke pir mezin nêzî perwerdekirina xwe dibû ku ti carî xwe cahil nehêle. Hevala Aryen xwe perwerde dikir, xwe fêrî têkoşînê dikir. Aqiliyeta jinê di kesayetiya xwe de ava kir, xwe perwerde kir û bi heman aqiliyetê meşiya. Mirov ew hêz di kesayetiya hevala Aryen de didît.
Hevala Aryen bi xwezayê re yek bû. Bi eşqeke mezin nêzî xwezayê dibû, bi xwezayê re mijûl dibû. Di kar de ti carî cudahî nedixist nava karê biçûk an jî mezin. Karê xwe yê îro nedihişt sibehê. Tiştê ku ji hevala Aryen hîn bûm; ji min re digot 'Karê îro ti carî ji sibehê re nehêle. Îro pêk bîne ji bo ku tu sibehê karekî cudatir bike'. Ti carî dema xwe vala derbas nedikir. Bi eşq nêzî zemanê xwe dibû. Qîmet dida zemanê xwe.
Hevala Aryen di sala 2011'an de derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Ji Şaho heta Merîwanê, ji Merîwanê heta Ûrmiyê heval xwedî têkoşîn bû. Hevala Aryen li Kamyaran, Bawe, Sine, Merîwanê, Ûrmiye, Mako xwe digihan her jinekê. Mînak, nedigot ew li bajêr e ez naçim. Li bajêr xwe digihand wan jinên ku zor û zehmetî dikişandin, rastî bi wan dida nasîn. Ew jin fêrî têkoşînê dikir. Jin fêrî serîrakirinê dikir. Ji bo jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hevala Aryen xwedî kedeke pir mezin bû.
Ji ber ku hevala Aryen xwedî cewher bû, cewherekî bi ruhekî paqij ku mirov li pêşberî wê xwedî biryarên azadiyê be; hevala Aryen xwedî wî ruhê azad bû. Hevala Aryen her tim xwedî li fikir, ruh, keda xwe derdiket û nedihişt bikeve bin kontrola ti îradeyê. Bi îradeya xwe, xwe mezin dikir. Bi aqlê jin a azad li Rojhilatê Kurdistanê fermandarî dikir, heta ew roja ku şehîd ket. Jiyan, mirov bi fikrên xwe xweşik kir. Wê li Rojhilat, li Başûr ji bo şervanên xwe pir ked dida. Her şervanên xwe digihand zanistê, bi destê her şervanên xwe digirt.
Hevala Aryen bi xwe bawer bû, mîna kelehekê bû. Her şervanekî xwe jî bi vî rengî perwerde dikir. Niha jî hemû şervanên hevala Aryen dibêjin, 'Divê em weke hevala Aryen bin'.
Îran pir caran kete pey hevala Aryen ku bi dest bixe, lê nekarî. Bi siyaset, hêza xwe pir êriş kir lê belê nekarî bi dest bixe. Ji ber ku hevala Aryen xwedî rêbaza têkoşînê bû. Xwedî wê zanistê bû; çawa bi kîjan rêbazê têkoşînê bike.
Em careke din li pêşberî bîranîna hevala Aryen bejna xwe ditewînin. Xeyalên hevala Aryen wê ti carî neyê tefandin, wê xeyalên hevala Aryen bi giştî were pêkanîn."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN













