
- Xwesteka ku ji pênûsa Ehmedê Xanî bilind bûye, hewldana nîvcomayî ya Rewandûzê, hêviya kin a Mahabadê û îro lêgerîna yekitiya neteweyî ya Rêber Ocalan, hemû rêzên cuda yên heman hevoka dîrokê ne.
MÛSA KARBADAG
Çîroka yekitîya neteweyî ya me Kurdan, rêyeke dirêj e ku ji Ehmedê Xanî heta Rewandûzê, ji Mahabadê hetanê îro hatîye.
Dîroka nûjen a me Kurdan pir caran wek dîroka şikestinan tê vegotin. Lê eger mirov bi baldarî li dîrokê binêre, ev dîrok di rastiyê de dîroka îradeyeke bêdawî ye ku her carî ji nû ve rabûye pîya. Her têkçûnek, berxwedanek nû; her wêraniyek, hêviyek nû anîye holê.
Lê di hemandemîda dîrokê rastiyeke bi êş jî her tim nîşanê gelê me daye. Qasî destwerdanên derveyî, dabeşbûnên me yên navxweyî jî qedera gelê me diyar kirîye.
Ji ber vê yekê, yekitiya neteweyî ne dirûşmeyekî demekî ya rojeva siyasî ya îro ye. Ew lêgerîneke dîrokî ye ku ji sedsalan vir ve li navenda raman û bîra siyaseta Kurdan radiweste.
Ji Xanî heta Rewandûzê; dengê yek serî
Dengê herî bihêz ê vê lêgerînê, di sedsala 17'an de ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatiye bilindkirin.
Xanî ne tenê destana evîna mezin Mem û Zîn nivîsand. Di navbera rêzên wê destanê de, xwesteka siyasî ya miletekî tê ziman. Şexsiyeta Beko, a ku hevdîtina Mem û Zîn asteng dike, tenê kesayetekî romanê nîne. Ew sembola çavnebarî, perçebûn û pevçûnên meyên navxweyî ye.
Êşa bingehîn a Xanî ev bû: Tunebûna desthilateke siyasî ya hevpar ku vîna
Kurdan kom û temsîl bike. Ji ber wê di berhêma xwe de wiha dibêje: "Eger hukumdarekî Kurdan ê hevpar hebûya, dê ji neçarî parastina dewletên din nekirina û ew ê qedera xwe bi xwe diyar bikirna.” Sê sed sal derbas bû.Pirsgirêk neguherî; tenê aktor hatine guhertin.
Di sedsala 19'an de vê carê Mîr Mihemedê Rewandûzê derket ser dika dîrokê.
Hewldana Rewandûzê tenê serhildanek leşkerî nebû. Ew fikra komkirina mîrektiyên Kurd ên belav li dora navendeke siyasî ya hevpar bû. Lê ji xeynî zextên Osmanî û Îranê, rikberî û bêbaweriya navxweyî jî li pêşiya vê hewldanê bû asteng. Pêwîst e em li Rewandûzê wek serhildanek têkçûyî nenêrin. Divê em wê wek projeyeke neteweyî ya ku neçû serî bibînin.
Piştî wê Bedirxan Beg hat. Paşê Şêx Ubeydullah, Şêx Seîd, Agirî, Dêrsim,
Mahabad…
Her yek di mercên dîrokî yên cuda de heman pirsî pirs kir: ”Em Kurd dikarin pêşerojeke hevpar ava bikin?"
Sedsala 20 û 21: dewlemendî û xeternakî
Di dawiya sedsala 20'an û di sedsala 21'an de siyaseta Kurdî ket qonaxeke nû. Tevgerên siyasî yên cuda, rêbazên têkoşînê yên cuda û tecrubeyên civakî yên cuda derketine holê.
Ev cihêrengî, pir curetî di rastiyê de dewlemendiyek mezine ji me re.
Lê carinan ev cihêrengî, li şûna pirrengiya ku hev temam bike, dibe sedema
rikberiyê ku hevdû dixwe û belav dike. Di civakên demokratîk de pirrengî û hevgirtina neteweyî ne alternatîfên hev in. Berevajî, ew hêza hev in. Lewra; yekîtiya neteweyî nayê wê wateyê ku herkes heman tiştî bifikire. Nayê wê wateyê ku herkes dengê xwe bide heman partiyê. Qet nayê wê wateyê ku herkes heman bîrdozîyê par û qebûl bike. Yekitiya neteweyî ew e ku berjewendiyên hevpar ên gel, li pêşiya berjewendiyên partiyan bên dîtin.
Di van salên dawî de bangên diyaloga neteweyî di navbera aktoran de ji nû ve hatîye rojevê. Ev yek ji vê aliyê ve girîng e. Kombûna tevger û kevneşopiyên cuda li ser mijarên hevpar, nîşaneya lêgerîna dersgirtinê ji tecrubeyên dîrokî ye. Serkeftina vê jî tenê bi baweriya hev, mizakereya demokratîk û rêzgirtina li îradeya hevpar a gel pêkan e.
Yekitiya neteweyî tenê erka partiyên siyasî nîne. Erka me hemû kurdane. Erka nivîskar, helbestvan, dayik, bav, mamoste, xwendekar, hunermend, rojnamevan, rewşenbîr û akademîsyena ye jî. Li diaspora û surgûnê de jî divê di hesreta her Kurdekî de hest û hêviya yekitiya neteweyî hebe û her roj ew hesret û xwestek were nûkirin. Gere em pêşî bîra xwe ya hevpar ava bikin, paşê jî pêşeroja xwe ya hevpar.
Dema Biryarê ye
Îro Rojhilata Navîn ji nû ve şikil, anjî teşe distîne. Sedsala peymana Lozan û Sykes-Picot îro li rohilata navîn tê guftogokirin. Hevsengiyên nû tên avakirin. Hevpeymaniyên nû çêdibin. Dîrok ji nû ve tê nivîsandin, sînor ji nûve tên xêzkirin.
Di van pêvajoyan de dîrok ne tenê cesareta gelan, lê serbihûrîyên siyasî jî diceribîne. Divê gelê me vê carê li piştî dîrokê nemîne. Pêwîst e ne tenê temaşevanê dîrokê be, lê bi rêyên demokratîk, bi yekitiya neteweyî û kongreyê, bibe kirdeyê ku dîrokê dinivsîne.
Rêya vê jî berî ku em bixwazin hev qanî bikin, tiştê herî girîng ew e ku em hewl bidin hev fehm bikin û li hev bigihîjin. Ger îro Ahmedê Xanî bijiya, wê dîsa heman pirsî bipirsiya ji me: ”Dema hûn hewl didin ku hev bişkînin, hûn qet li ser bi hev re qezenc kirinê fikirîne?”
Rewandûz jî heman pirsê dike. Mahabad jî... Dêrsim jî... Û piştî sed salan zarokên me jî wê heman pirsê ji me bikin: “Bi tevî hemû van êşan, çima hûn ewqas dereng man ku pêşerojeke hevpar ango yekitîyekê ava bikin?”
Ji bo ku em li hember wê pirsê şermezar nebin, divê ji îro de yekîtiya netewî ne tenê wek tercîheke siyasî, lê wek berpirsiyariyeke dîrokî û exlaqî em bi bînin. Ji bo ku gel ne tenê bi destanên qehremaniyê, lê bi aqilê hevpar, bi wijdana hevpar û bi vîna avakirina pêşerojeke hevpar mayînde dibin. Xwesteka ku ji pênûsa Ehmedê Xanî bilind bûye, hewldana nîvcomayî ya Rewandûzê, hêviya kin a Mahabadê û îro lêgerîna yekitiya neteweyî ya Rêber Ocalan, hemû rêzên cuda yên heman hevoka dîrokê ne.
Yê ku wê hevokê temam bike ne lîderekî tenê ye, ne rêxistineke tenê ye. Yê ku wê temam bike, gelê Kurd e ku bi hemû cihêrengiyên xwe xwedî li pêşeroja xwe ya hevpar derdikeve.







